I. Ekspertîza Mirovan
Di vê serdema ragihandinê da bi kanalên curbicur gelek kes bê destûr, hop dikevin jîyana me. Paşê hem diêşin hem jî me diêşînin û gava bêyî xatirxwestin diçin jî parçeyekî ji me gez dikin û bi xwe ra dibin. An jî hin kes bi neçûnê, ji emrê me dixwin. Ez behsa têkilîyên dildarî û evîndarîyê qet nakim jixwe. Ew her carê têra xwe goştê mirovî dicûn û diçin. Vêca xwezî berîya ku hin kes daxilî jîyana me bûna, me ji wan “kaxiza saxlemîyê” wergirtiba. Çawa ku dema mirov erebeyeka kevnenû (destê duyem) dikirin, ji bo ku jê bawer bin ku yeka saxlem e, bêqûsir û kêmasî ye wê dibin nik hostayekî yan jî cihekî taybet ê ku li hemû alîyên erebeyê binêrin, aha ji wî cihî ra dibêjin ekspertîza erebeyan, yanî pisporê erebeyan. Ka dê kengî expertîza mirovan vebe!. Ax ku rontgen jî ne ezmanî nîşan didin ne dilî! Ew parçeyên ku hem dişkên hem dişkênin!
II. Roja Cîhanê ya Felsefeyê û Wateya Jiyanê!
21 Mijdarê Roja Cîhanê ya Felsefeyê bû. Yên dikarin bi ingilîzî bixwînin, kerem kin dîrokçeyeka felsefeyê ya herî kêm şeş hezar salî. Herçend erkên cuda yên felsefeye hebin jî bi ya min armanceka sereke lêgerîna wê ya wateya jîyanê ye. Çend sal berê di çarçoveya projeyekê da ji Ferhenga Felsefeyê ya Stanfordê (SEP) çend metnên felsefî bo kurdî jî hatine wergerandin. Yek ji wan jî li ser wateya jiyanê bû. Kerem kin wateya jiyanê bi kurdî! Her ku jiyan watedartir e bi kurdî!
III. Peywira komedyenî û Aram Dildar!
Arîstoteles di Poetîkayê da dibêje peywira hozanî ne ew e ku tiştê pêkhatî vebêje, lê divê hozan wan tiştan vebêje yên ku li gor qanûnên îhtimal û mecbûrîyetê pêkan in [1]. Heke mirov mîzahê jî kêm zêde wekî hunereka nêzî helbestê bibîne, wê çaxê peywira komedyenî jî berevajîkirina hem tiştên pêkhatî ye hem jî yên pêkan. Nizamin çend komedyenan ev ferq kirîye. Lê yek ji komedyenên kurd û koçer hema bêje nêzik bûye, belkî ne ji ber kurdbûnê lê ji ber koçerîyê! Aram Dildarê ku bi kurtefîlmên pirxelatgir ên reşemîzahî tê naskirin û we’dekî mezin e bo sinemaya kurdî eve salek e li evîna xwe ya zarokatîyê vegeryaye: stand-up û kenandin. Û bi lîstika xwe ya bi navê “Ne Wisa Ne Jî Wilo” derdikeve ser sehneyan. Hem jî bi rêzika Arîstotelesî! Berevajîkirina tiştên pêkhatî û yên pêkan in, pêk bên! Ango jîyan û îhtimala jînê. Lê rexneyeka biçûk, gava stand-up tenê vegêran be, piştî wextekî bala guhdaran ji sahneyê dadigere. Vegêran bi lîstinê bê xemilandin, aha hingê ji dibe lîstik. Ne wisa Aram, yan jî ne wilo?!
IV. Wêjegeh Amed û Helbesta Kurdî ya Modern
Eve hefteyek e li Amedê bi pêşengîya Wêjegeh Amedê û çend sazîyên din ên sivîl “Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê 5” tê lidarxistin. Ew bernameya ku serê du salan carekê pêk tê, dîsa bi naverokeka têra xwe balkêş gelek edîp û rexnegirên ji qadên cuda li hev civandin û sûprîza salê jî bû mêvanê rûmetê Evdila Peşêw! Di çarçoveya bernameya îsal da Çarşema borî bi navê “Di Helbesta Kurdî da Azmûna Modernîzmê” panelek pêk hat û bende û hêja Mem Bawer jî têda, em axivîn. Vêca di wê bernameyê da min çend nûnerên xwe yên helbesta kurdî ya modern dane nasîn bi teswîr û binavkirinên aîdî xwe. Ji bo yên nehatine bernameyê wan navan “bêşîrove” dîsa li vir dubare dikim: A. Rehmî Hekarî – Eşqa Welat; Celadet Alî Bedirxan – Bilûra jiyanê; Kamîran Alî Bedirxan – Yekbûna kurdî; Qedri Can – Helbesta sor; Cegerxwîn – Şerker lê azadîxwaz; Fêrîkê Ûsiv – Hêmaya bilind; Şikoyê Hesen – Helbesta tebîetê; Sehîdê Îbo – Miraza wetenî; Çerkezê Reş – Minîmal; Rojen Barnas – Bîrdozî û Têkoşîn; Arjen Ari – Bîrdozî û Ramûsan; Berken Bereh – Bîrdozî û Henûnî; Mem Ronga – Bîrdozî û Şikil; Kawa Nemir – Dîsa raperîn; Rênas Jiyan – Îmge xwe dikuje; Îrfan Amîda – Enflasyona îmgeyan; Lal Laleş – Govenda îmgeyan; Fatma Savcî – Şengesiwara helbesta kurmancî; Selim Temo – Kapîtanê keştîya helbesta kurmancî; Gulîzer – Bûka îmgeyê; Osman Mehmed – Gul û cin û îmge; Ferîd Xan – Çîroka îmgeyên birçî; Ferzan Şêr – Mirîdê pênûsa xwe; Selamî Esen –Qiijikê îmgeyê; Yehya Omerî – Anatomîya demsalên îmgeyê; Yekî din jî heye ku bi helbestên Kurt lê bi îmgeyên kûr derdikeve pêş, hewceyî navî nîne jixwe hûn dizanin kî ye 🙂
V. A – Torê ji fezayê mezintir a!
Yek ji xelatên îsal, ji Selîm Akgülê lîstikvan-komedyen û êdî derhêner hat. Selîm Gulana 2024an bi navê “Local Kültür” kanaleka YouTubê vekirîye û meha borî wekî projeya ewil ya kanalê rêzefîlmek bi navê “A” weşand. Ji rêzefilmê, heta niha du beş weşîyane. Selîm wekî senarîst û derhênerê rêzefîlmê dîsa bi xwe ya xwe dike û ya herî baş dike: Berê xwe dide Torê, ku deryayek e bo folklor û mizaha kurdî. Vêca di rêzefîlmê da Torî û Fezayî dikevin qirika hev. Piştî temaşekirina du beşên ewil, êdî ez dikarim bibêjim, ji alîyê qewareyê nebe jî ji alîyê mîzahê ve “A- Torê ji fezayê mezintir a!”
VI. Ciwanek û weşanxaneyek: Înan û Pall
Di van notên hefteyê da, ya herî zehmet ew e ku li ser nas û dostên xwe binivîsim. Ji ber ku ditirsim ku ew pesin an jî rexneyên min xelet fehm bikin û mijarê bikin yeka şexsî. Lê hem hûn hem jî ew bila jê bawer bin ku ez ji dil im, hem di pesn û medhê da hem jî di rexneyê da. Yek ji wan dostan jî Înan Eroglu ye. Înanê ku bi çîroknivîsya xwe derketîye pêş di weşangerîyê da jî li rêyeka nû digere û di wê geryana xwe da pala xwe daye Pallê. Heta niha 12 pirtûk weşandine Pallê. Her pirtûka wê bi edîtorîyeka hostane li dezgeha zimanî tê tornekirin. Mirov di her hevoka her pirtûkê da wê hostatîyê dibîne. Pall Weşan van rojan bi rêza “hûrgilî” tiştekî nû diceribîne. Pirtûka bi navê “Trêna li Stasyona Xwe Digere” ji nivîsarên 16 nivîskaran pêk tê. Pirtûk hema hema li ber çapê ye. Ez bi 16 dilan li bendê me!
VII. Kurdî û Debar!
Hefteya borî, li ser medyaya civakî, ez bi xwe rastî gazinên ji debarê yên du rewşenbîr û nivîskarên kurd hatim. Helbet debar bi tenê pirsgirêka rewşenbîrên kurd nîne, bi giştî, li temamî cîhanê keda “fikir”, “nivîs” û “gotin”ê ji alîyê madî ve berginda xwe nabîne. Ma çi bêjim, çi digot di wê stranê da … “ Ax çemo, Çemê Sînanîyê, kul bikeve mala xizanîyê…”
Çavkanî û Têbînî
[1] Arîstoteles, Poetîka, Remzi Kitapevi, b.9, r. 30.