Notên Hefteyê: Derengî û Valahî

23/12/2024

I. Derengî

Di Qur’anê da mirov wekî “yê bi ‘ecele” hatîye pênasekirin [1]. Digel wê pênaseya îlahî jî mirov her yê bi derengî ye. Yê bi derengî fehm dike, yê (xeletîyê) bi derengî qebûl dike, yê bi derengî îtîraf dike, yê bi derengî efû dike, yê bi derengî hay ji xwe dibe. Hetta bi derengî pê dihese ku pir bi ‘ecele ye!

II. Jack Londonê Kurdan!

Perwîz Cîhanî bi xebatên xwe yên li ser berhemên edebîyata klasîk yên kurdî tê naskirin. Nexasma şiroveya wî ya Mem û Zîna Xanî şahberhemek e di warê xwe da. Wî van salan daye pey wergêrana berhemên klasîk ên debîyata farisî bo kurdî. Herî dawî wergera Xusrew û Şîrîn a Nîzamîyê Genceyî wergerandîye û ew pirtûk sala 2023yan ji nav refên Nûbiharê weşîya. Kerem kin bernameyeka li ser xebatên Perwîz Cîhanî û nemaze wê wergêrana dawî. Ez wisa dizanim ku hêja Cîhanî niha jî li ser wergêrana Şehnameya Fîrdewsî dixebite. Hêvî ew e ku di nêz da wê berhema qerase bike malê kurdîya me. Lê helbet wekî nivîskarekî piralî xebatên Cîhanî bi van ve sînordar nînin. Wî roman, helbest û çîrok jî nivîsandin e. Ez bi taybetî heyranê çîrokên wî me, ew çîroken ku tameka çîrokên Jack Londonî dide. Min carekê, piştî xwendina Aloleyê, jê ra behsa vê heyranîya xwe kiribû. Wî jî gotibû ku ew dixwaze çîrokên wekî yên Jack Londonî binivîse û wisa jî kirîye. Heta gotibû piştî mirina min bibêjin ew Jack Londonê kurdan bû. Va ye ez di saxîya te da dibêjim seyda! Di vê serdema ku hin nivîskarên kurd bi wergêranên xwe yên bo ser tirkî ve meth û pesnê xwe didin. Ez dibêjim seyda, tu Fuzûlîyê me yî, tu Fîrdewsîyê me yî, tu Nîzamîyê me yî!

III. Tiştên ecêp û Ruhê Terorîzmê!

Ateîstekî ereb, doxtorekî ji Erebîstana Siûdî yê ku penaber bû li Almanyayê, li bajarê Magdebûrga Almanyayê êriş birîye ser bazareka noelê û herî kêm 5 kes kûştine û 40 jê giran 205 kes birîndar kirine. Ew jî ji ber wê bûye ku qaşo li gor gotinên wî, Almanya rê dide ku dînê Îslamê berbelav bibe. Min ew nûçe çend caran xwend, paşê vegerîyam ji çavkanîyên cuda dîsa xwend. Heman tişt, ateîstekî ji Erebîstana Siûdî Almanyayê tawanbar dike ku rê dide berbelavbûna Îslamê û êrişê dibe ser bazareka noelê ku zêdetir -muhtemelen – yên ne Misilman jê tiştan dikirin. Helbet dê li ser vê gelek bê axaftin û nivîsîn. Lê herî zêde mereqa şiroveya Jean Baudrillard (1929- 2007) dikim, yê ku “Ruhê Terorîzmê (L’Espirit du Terrorisme)” nivîsandî. Heke sax bûya dê çi gotiba! Vê carê kê heq kiribû!

IV. Valahî

Dibêjin mîmarî watekirina valahîyê ye. Lê di dil da hin caran valahîyek peyda dibe ku ne hedê mîmaran e dagirtina wê, ne hedê mifesiran e watekirina wê, ne hedê xatib û şairan e pênasekirina wê. Hema wisa, valahî, wekî cilekî li ber bayê hilawistî. Belkî muzîk hewl bide çareyekê bo wê valahîyê bibîne. Ji ber ku hema bêje her car hema binasê wê valahîyê, muzîk bi xwe ye. Ew muzîka ku ji fitrata me tê. Ka li vê gotarê binêrin.

V. Mamosta mamosta!

Min bi vê stranê nas kiribû Reşo. Ez hêj xwendekar bûm, belkî pola 4an yan yê 5an. Paşê strana Mistê, Lo Dilo, Erê Welle û gelekên din. Wê roja din di weşana Radyo Mezopotamyayê da dîsa derket pêşîya me. Ez birim pola 4an an jî ya 5an! Heyf ku stranên wî li ser platfromên wekî YouTube û Spotify belavala ne û zû bi zû peyda nabin. Ka xwedan xêrek hebe, wê çend qencîyê li me bike. Hemû stranan li cihekî kom bike, hem jî bi awayekî kronolojîk.

VI. Birayê mirinê!

Homeros hem di İlyada hem jî di Odysseia da xewê dike birayê mirinê. Ew xewa ku bi şev em jê direvin û spêdayan ew ji me direve. Her lidûvçûnek, her lêgerînek. Kêm jî be derd e, zêde be jî serêşî ye. Em mirov, ne qewmekî nocturnal in, lê wisa dîyar e ku saetên me yên razana vê sedsalê her diçin bi derengî dikevin û hin caran heya berê spêdê gelek ji me hişyar in. Paşê jî wekî xeyaletên nîvmirî nîvxewar dikevin bazara acizîyê.

VII. Pêlav

Di zimanê ingilîzî da gotinek heye, li şûna ‘Heke ez di cihê te da bûma…’ dibêjin ‘If I were in your shoes …’ Anku heke ez di pêlavên te da bûma. Ka bînin bîra xwe kî di pêlava we da ye. Herî dawî we kengî kûr kûr li eyneyê nihêrîyê û gotîye baş e ku ez di pêlavên xwe da me.

Têbînî û Çavkanî

[1] Îsra (17)/11

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Li Culemêrgê ji dayîk bû, li Wanê mezin bû, li Stenbolê xwend, niha li Mêrdînê dimîne. Li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê dixebite, helbestkarê Tarantîno, Babê Min û Ez (Avesta, 2020).

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

Ciwanmerd Kulek: Bîranînên min ji ku bin, çîrok û romanên min jî ji wir in

Pall Weşanê diyar kir ku dê sibata 2025an romana nû ya Ciwanmerd

Siberoja Kurdên Rojava ber bi ku ve diçe?

*Wêne: Delil Souleiman, AFP. Di 8ê Kanûna Paşîn a 2024an de li