Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

13/01/2025

I. Hema wisa!

Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û gelek caran bi xwe nahesim! Ka bisekine, û bibêje! Hema hûn jî, ka bisekinin. Bifikirin û bibêjin… Ez heme, niha li vê derê me! Ez yê ku têk diçim, bi ser dikevim, dikenim, digirîm! Ez, yê ku aciz dibim, dielimim, dielimin, dielimim û ji bîr dikim ku elimî me! Ji serî dest pê dikim! Hema wisa!

II. Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

Di pirtûka navdar a Orhan Pamuk, Kitêba Reş (Kara Kitap) da bi vî navî beşek heye. Çîroka kesên ku nikarin çiroka xwe vegêrînin. Kesên ku nikarin xwe îfade bikin, yên ku nikarin bersivên di cih da bidin, yên ku nikarin biwêj û gotinên pêşîyan di cih da bi kar bînin, kesên ku bersiva herî baş piştî bi rojan an jî mehan tê bîra wan! Çîroka me! Kerem kin: “Ma rûyên wan kesên bêdeng, yên nikarin tiştekî vegêrînin, yên ku nikarin xwe bidin guhdarîkirin, yên ku paşê li malê li ser bersiva herî baş difikirin, yên ku mirov mereqa çiroka wan nakin ji rûyên kesên din watedartir û tijîtir nînin? Heçko ew rû bi herfên wan çîrokên ku ew nikarin vebêjin dibin yek, heçko nîşaneyên bêdengîyê, belengazîyê, hetta yên têkçûnê hene li ser wan. Wan rûyê xwe jî di nav wan rûyan da dihesiband ne wisa? Em hemû çiqas qelebalix in, em hemû çiqas dilkovan in; em hemû çiqas bêçare ne!” [1]. Ma di serî da edebîyat, hemû huner û berhemên hunerî ne ji bo hindê ne ku li şûna me, çîroka me vegêrînin, vebêjin û me xilas kin ji wî derdî!

III. Keştîya Mem Araratî!

Hevkarîya du hunermendan hin caran fûzyoneka ecêp pêk tîne. Helbet ne hewce ye ku ew hevkarîyeka hevdem be. Wekî ya Mem Araratî ku helbesta Keştiya Bayê ya Selîm Temoyî xwendîye! Ew helbesta ku îlhama xwe ji Melayê Cizîrî (Şkestî Keştîya Bayê) digirt û bi efsûnekê bawerîya me gelekan dîsa bi helbestê, bi helbesta kurdî/kurmancî înabû! Niha bi dengê Memî “olan” dide, ku “olan” çi peyveke Temoyî ye! Ka em jî bidin pey sê prensîbên hunerê: Muzîkê guhdarî bike, helbestê bixwîne û bawerîya xwe bi xwe bîne!

IV. Çi li xwe bikim?!

“Lixwekirina xweşik huner e!” Yan? Nizanim, belkî wisa ye. Lê, ew pîvanên “lixwekirina xweşik” çi ne? Kî dîyar dike? Mode ye? Marka ne? Orf û edet in? Dîn e? Qelîte an jî lihevhatina rengan e lixwekirina xweşik?! Bersiv diguherin helbet. Lê ji wan azadetir, ez dibêm yek ji nexweşîyên sedsala yan jî nexweşkerên sedsala me “mode” ye. Modeyê cilûbergan! Şopandina wê, mesrefa lê tê kirin û endûstrîya reklamgerîyê ya ku li ser “mode” û “marka”yan ava bûye. Vêca “mode” li ser me ferz dike ku her roj tiştekî cuda li xwe bikin, ji bo her çalakî û kombûnê cil û çekên cuda ber bikin. Çend sal berê xanimekê ji psîkologê xwe ra gotibû ku ew her şev dikeve xema hindê ka dê sibetirê çi li xwe bike. Di dawiyê da dibêjim ne yekdestîya ûnîformayan ne jî zordestîya modeyê! Bila paqij be, bila lihevhatî be, hema çi be!

V. Qirêjbûn!

Berî bi salan markayeka tirkîyeyê ya deterjana cilşûştinê, reklamên xwe bi vê mottoyê diqedandin “Qirêjbûn xweş e!” Armanca wan ew bû ku, di serî da zarokan, herkesê bêyî tirsa ‘nepaqijbûnê’ ser û cilên xwe têra xwe herimandibûna. Kapîtalîzm çi ecêb e, mirovan di nav lepên xwe da dike pêlîstank. Têr kêfa xwe bi me tîne! Bersiva wê helbet berî bi hezar salan hatîye dayîn. Şêxê mezin ê tesewifa Îslamî Muhyedin Îbn Erebî gotîye “Em ji qirêjnebûnê berpirsyar nînin, berpirsyarîya me paqijbûn e!” Hîkmetek veşartîye helbet li vir, meseleya guneh û tobeyê! Lê emên ku bi kapîtal û sermayeyê, emên ku bi kartên bankeyan û krêdîyan qirêj bûyîn, em mirovên reben ên bajarî an jî gundî! Ka bêjin paqijîya me çi ye! Li ku ye dergehê tobeyê! Lewma ez we dizanim ku ne li reklam û medyaya civakî ye!

VI. Kulîlk

Em kulîlkan jê dikin yan jî yên jêkirî dikirin û didin hezkirîyên xwe! Ew kulîlkên ku çiqas zindî bin ewqas xweşik in, em wan didin hezkirîyên xwe yên xweşik. Li vir şibandinek heye helbet, “tu jî biqasî van kulîlkan xweşik î!” Paşê jî ev gotinên Erich Fromm têne bîra min: “Kesên kujer, tenê gava dibin xwedîyê wê, eleqeyê nîşanî bireserekê – kulîlk an jî mirov –  didin.” Dîyar e, kulîlk jî têda, em bi dîyarîyan dixwazin kesan girêdayî xwe bikin!

VII. Navber

Mirov bi navberê yan jî bi bêhnvedanê bi hin tiştan dihese. Mesela, ka deqeyekê “nefesa xwe” bigirin, hûn dê bizanin ka çi nîmet e ku em pê nahesin! Nivîsîna “Notên Hefteyê” bo min bêhnvedan e, nefesek e di nava qelebalixîyê da. Hefteya borî min bêhna xwe vedabû! Nizanim haya çend kesan jê çêbû, ji bilî edîtorê min Engin Ölmez; Murat Bayram xaric?!

Têbînî û Çavkanî

[1] Sessizlerin, anlatmayı bilmeyenlerin, kendini dinletemeyenlerin, önemli gözükmeyenlerin, dilsizlerin, o iyi cevabı hep olaydan sonra evde düşünenlerin, insanların hikâyelerini merak etmediği o kişilerin yüzleri diğerlerinden daha anlamlı, daha dolu değil mi? Sanki anlatamadıkları hikâyelerin harfleriyle kaynaşıyor bu yüzler, sanki sessizliğin, ezikliğin, hatta yenilginin işaretleri var onlarda. Kendi yüzünüzü de düşünmüştünüz değil mi bu yüzler içinde? Ne kadar kalabalığız hepimiz, ne kadar acıklıyız hepimiz; ne kadar çaresiziz çoğumuz!


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şêxmûs Kurt

Li Culemêrgê ji dayîk bû, li Wanê mezin bû, li Stenbolê xwend, niha li Mêrdînê dimîne. Li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê dixebite, helbestkarê Tarantîno, Babê Min û Ez (Avesta, 2020).

Weşana berê

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

Weşana paşê

Diyarbakırlı uzmanlar uyardı: Bağlanırken bir kez daha düşünün!