Nivîskarîya Hesenê Metê dê bê gotûbêjkirin

21/10/2024

Edebîyat û nivîskarîya Hesenê Metê dê li Amedê bê gotûbêjkirin ji terefê sê kesan ve bi serenavê “Divê Tu Binivîsî”.

Di vê bername/gotubêjê da akademîsyen û nivîskar Ramazan Alan, akademîsyen Zülküf Ergün û nivîskar Înan Eroglu dê bi mijarên cuda, li ser nivîskarîya Hesenê Metê gotarên xwe pêşkêş bikin.

Ramazan Alan dê li ser mijara “Berîya Navê Nivîskar Metna Wî” biaxive û gotara xwe pêşkêş bike.

Zülküf Ergün dê li ser mijara “Hilweşangerî di berhemên Hesenê Metê de” biaxive û gotara xwe pêşkêş bike.

Înan Eroglu dê li ser mijara “Edebiyat, Estetîk û Siyaset: Tofan û Deftera Sor a Hesenê Metê” biaxive û gotara xwe pêşkêş bike.

Ev gotûbêj/bername dê bi moderatorîya Fexrîye Adsay û bi pêşkêşîya Semih Yıldızê bi rê ve biçe.

Bername li Amedê, 26ê Cotmehê saet 14:00an li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoçê ye.

Resim

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Fetullah Gulen mirîye

Weşana paşê

Li Pêşangeha Batmanê Herî Zêde Kîjan Kitêb Hatine Firotin?

Te hay ji vê heye?