Nivîskareke Bêcihûwar: Agota Krîstof

13/02/2024

Agota Krîstofê herçiqas ji ber sirgûnê bi zimanê Fransî nivîsîbe jî, wê her tim xwe wekî Macarekê hîs dikir, jixwe hemû pirtûkên wê li ser civaka Macaran bûn. Zarokatî û ciwaniya wê li welatekî ku pêşî ji aliyê Almanan û piştre jî ji aliyê Rûsan ve hatiye dagirkirin derbas bû. Wê li sirgûnê, bi dilê xwe yê şikestî û xemgîn, bi pênûsa xwe ya bêhempa, jiyanên ku ji ber dagirkerî û şerî, koçberî û zilmê ji hev perçe bûne nivîsîn.

“Ez jê re dibêjim ku ez dixwazim çîroka xwe vebêjim, lê nikarim, cesareta min nîne, çîroka min pir dilê min diêşîne. Ji ber vê yekê ez her tiştî xweşik dikim, ez tiştan ne bi awayekî rastîn, bi awayê ku ez dixwazim vedibêjim.” (Agota Kristof)

***

Di her rêza edebiyata Agota Krîstofê de şopên sirgûnîyê, bêbingehîyê, tenêbûnê û xemgîniya windakirina welatekî derdikevin pêş. Bi dîtina min kêm nivîskar hene ku bi zimanekî ewqas bi tesîr li ser şer, tundî, bêkesî û bênasnametiyê nivîsîne. Piştî xwendina wê, êdî hûn nikarin bi heman awayî li cîhanê binerin û hûn nikarin bibin ew kesê berê. Ne mimkûn e ku mirov yek ji romanên wê bixwîne û ji yên din xemsar bimîne. Min her gav meraq dikir, ew çawa ewqas bi hêz û bi bandor dikare binivîse? Di kitêba xwe ya kurt ya bi navê Okumaz, Yazmaz (Naxwîne Nanivîse) ku ji kurteçîrokên otobiyografîk pêk tê, beşek bersiva vê pirsê dide. “Daxwaza nivîsînê paşê min qefiland, dema ku ew tayê zîv ê ku ez bi zarokatiya min ve girêdidam qetîya, gava wan rojên xirab ber derê min girt û dema ku diyar bû êdî ez ji kê û çi hez nakim, min dest bi nivîsînê kir” [1]. Wê her tim bêbextî û dilşikestînên xwe dinivîsîn û ji zarokatiya xwe ve êvaran di nav cî û nivînan de ew tiştên ku wê bi girînî dixe, not digirt. Bi gotina Agota Kristofê: “Pirtûkek çiqas xemgîn be jî, nikare bi qasî jiyanekê xemgîn bibe.” Jiyana wê jî bi qasî romanên wê dilêş e helbet, emrê wê di koçberî û sirgûnê de derbas bû. Dema ku ew hîna neh salî bû, bi malbata xwe re koçberî bajarekî li sînorî bû, li wî bajarê ku beşek ji xelkê wê Almanî diaxivin, bi cih bûn. Almanî ji bo Macaran zimanekî dijminane bû, ji ber ku serdestiya Awistiryayê dianî bîra wan û ev zimanê leşkerên biyanî bû ku wê serdemê welatê wan ji aliyê wê artêşê ve hatibû dagirkirin. 

Agota Kristof nivîskarek e ku bi eslê xwe Macar e. Dema ku Sovyetê di sala 1956an de Şoreşa Macaristanê serkut kir, Agota di şevekê de bi malbata xwe re bû sirgûneke siyasî. Mêrikê wê yek ji beşdarên şoreşê bû û piştî tepeserkirina soreşê, bi xetereya girtinê re rû bi rû dimîne. Agota wê demê hîna 21 salî bû. Ew neçar dimîne, tevî mêrê xwe û pitika xwe ya çar mehî welatê xwe terk dike. Bi komeke biçûk a penaberan re, bi peyatî ji sînorî derbas dibin. Ew ji Awistiryayê derbas dibin û di dawiyê de, bi tesadufî ew li bajarekî li Swîsreyê (Neuchâtel) bi cih û war dibin. Agota, li wî bajarî ku tiştekî di derbarê wî de nizanibû, 55 salên mayî yên emrê xwe derbas dike. Bi van gotinên xemgîn balê dikişîne ser wan rojên reş ku çawa neçar maye û welatê xwe terikandiye. “Min rojnivîska xwe ya nivîsên xwe yên şîfrekirî û helbestên xwe yên pêşîn li Macarîstanê hişt. Min birayên xwe, dêya xwe û bavê xwe bêyî xatirxwestinê li dû xwe hiştin. Lê ya herî giring, wê rojê, di dawiya Sermaweza 1956an de, min dilsoziya xwe ya bi gelekî re bi tevahî winda kir” [2]. Agotayê tevahiya jiyana xwe li heman bajarê Swîsreyê derbas kir û berhemên xwe yên herî giring bi zimanê wî welatî, bi Fransî nivîsîn lê wê heta dawiya jiyana xwe, xwe wekî sirgûnekê pênase kir. Çend sal beriya mirina xwe di hevpeyvînekê de wê eşkere got ku ew hîna jî poşman e ku ji Macarîstanê derketiye.

Li wî bajarê Swîsreyê ku Kristof bi zimanê fransî nizane, ew di kargeheke saetan de bi sirgûnên macar ên wekî xwe re dixebite. Li vê kargehê pênc salan dixebite û di dema xebatê de axaftina karkeran qedexe ye. Tenê di dema bêhnvedanên cixareyê de derfeta wan çêdibe ji bo axaftina çend gotinan. Agota van şert û mercên hovane wekî çolekê bi nav dike. “Li fabrîqeyê her kes bi dilovanî bi me re eleqedar dibe. Dibişirin û bi me re dipeyivin lê em tiştekî fêm nakin. Li gorî min ji vê derê çolistan dest pê dike jixwe. Çolistana civakî, çolistana çandî. Ev bêdengî, ev hesta valatiyê rê dide hesreta welat, malbat û hevalan. Min ev ziman hilnebijart. Qeder, tesadufî û şert û mercan li min ferz kirin ku divê ez bi fransî binivîsim. Ev serhildanek e, serhildana kesekî ku nizane bixwîne û binivîse” [3]. Helbet bi salan wê ev zimanê biyanî kir zimanê xwe yê nivîskî û gelek roman, çîrok û lîstikên şanoyê bi vî zimanî nivîsîn. Haya wê jê hebû ku ew nivîskareke pir baş e, lê bi qasî ku dihat hêvîkirin nenivîsî. Sedema vê yekê wiha rave kir: “Ez di dilê xwe de dizanim, ez pê hisiyam, ez nivîskareke mezin im, lê li gorî qebiliyeta min tu mijar ji min re têra xwe baş, xurt û balkêş xuya nakin” [4].

Lê belê piştî 12 salên sirgûnê, astengiyên qanûnî yên li ber vegera welatê wê ji holê rabûn, pasaporta xwe ya Macarî bi dest xist û serdana welatê xwe kir lê tu carî venegeriya welatê xwe. Îcar çima ew veneageriya? Edward Said, ku ew bi xwe jî sirgûn e, vê rewşa sirgûniyê wiha terîf dike: “Hûn nikarîn vegerin ew rewşa berê ya ku hûn xwe li malê hîs dikin. Ew mal êdî tune, wekî îmgeyeke nostaljîk tenê di hiş û ruhê te de dijî. Lê mixabin hûn ê tu carî negehîjin mala xwe ya nû” [5]. Krîstof ji vegerê bêhtir bi çûna xwe re mijûl dibe. Ew her tim vedigere destpêkê, roja ku sînor derbas kiriye, wê dixwest ku wê rojê, tu carî ew sînor derbas nekiriba. Ji ber ku sînor tenê carekê tê derbaskirin, gava mirov ji sînorî derbas dibe, xwebûn dibe du parçe û êdî ji her alîyî ve veger ne mimkun e. Wê pirsa navdar, ew jî ji xwe dipirse: “Eger min welatê xwe neterikandibûya jiyana min dê çawa bûya? Ez difikirim ku dê dijwartir, feqîrtir, lê kêmtir tenêtî, kêmtir perçebûyî û belkî jî bextewartir bûya.” Bêguman, ev pirsek e ku kes bersiva wê tu carî bi temamî nizane.

Yekemîn romana Agota Kristofê, ya bi navê Büyük Defter (Deftera Mezin), di sala 1986an de hatiye çap kirin. Piştî salan (2010) pirtûkên wê wekî sêbare (Derewa Sêyemîn, Delîl, Deftera Mezin) ji aliyê Weşanên Yapı Krediyê ve hatin weşandin. Ev roman şokedar in ku tê de pevxistin û rastî, xeyal û rastî, normalî û dînbûn tevlî hev dibin. Bêguman di van romanan de hinek tiştên otobiyografîk jî hene û ev yek jî taybetmendiyeke orjînal û bêhempa dide van romanan. Di romana Deftera Mezin de bi çavên zarokan behsa şer, tundî, hovîtî, kîn û tenêtiyê dike. Behsa çîroka du birayan dike ku ketine nava şerî. Jiyana wan zarokan perçe perçe bûye, zilm û xizanîyê her der dorpêç kiriye û bombe dibarin li ser axên bêzeman û bênav. Roman ji devê du zarokên cêwî yên şeş salî hatiye nivîsîn, yekane hewlên wan zarokên cêwî ew e ku bijîn. Navên wan tune, wekî erdnîgariya ku lê dijîn. Malbat û civak, xwedî li wan zarokan dernakeve û ji wan hez nake. Ew zarokên ku êdî peyva hezkirinê ji ferhengê derxistine. Dayika wan dema ku li bajarê mezin hezkirina xwe nîşanî wan dide, ji wan re digot, “delalê min, evîndarên min, pitikên min”. Her du jî dema ku van gotinan dibihîzin çavên wan tije hêsir dibin. Ew jî bi awayekî din dest bi perwerdeyê dikin û bê navber ji hev re gotinên xwe yên hezkirinê dibêjin. “Ji ber dubarekirinê peyv wateya xwe winda dikin û êşa wan jî piçek sar dibe.” [6]. Ew di heman demê de birçîbûn, îşkence, dilovanî, korbûn û bêdengbûnê jî diceribînin. Li hemberî mezinan fêrî parastina xwe jî dibin û di dawiyê de ew fêrî kuştinê dibin.

Dema ku em derbasî pirtûka duyemîn a bi navê Kanıt (Delîl) dibin, em fêr dibin ku navên zarokan Lucas û Claus in. Lucas ji ber windabûna xwe ya bêserûber ewqas xemgîn e ku ji mala dapîra xwe ya mirî dernakeve û bi kesî re napeyive. Avdana sebzeyan, dotina heywanan û xwarinê ji bîr dike. Bi demê re ev jibîrkirin cihê xwe dide xewnan, xewn dide derewan, derew jî digehîje qonaxeke şîzofreniyê. Êdî ti wateya jiyanê ji bo Lucas nemaye, lê divê ew bijî. Lewre rojekê birayê wî yê cêwî Claus dê vegere û belayên ku bi serê wî hatine dê binivîse. Lucas rojên xwe yên dirêj û bêhêvî bi alîkariya kesên wekî xwe yên biêş derbas dike. Di pirtûka dawîn ya bi navê Üçüncü Yalan (Derewa Sêyemîn) de, rastiyên ku nayên tolerekirin dewsa derewan digirin û êşên ku qet baş nabin jî dewsa şîzofreniyê digirin. Dawiya dawî em fêr dibin ku her tiştê ku ji me re hatiye vegotin derew e, mîna ku ji xelkê wî welatê bênav re hatiye vegotin. Lucas di wê jiyana xwe ya bi tenê da, ya wekî mirinê, newiribûye ku hin tiştan ji me re vebêje, hemû rastî li gorî dilê xwe honandine. Yek ji rastiyên ecêb ku em di dawiya romanê de fêr dibin ev e, Lucas ne yê mayî ye, yê çûyî ye. 

Agota Krîstof, hertim ew malên ku careke din lê nehatine vegerîn, bajarên hatine terikandin, kampên temerkuze, mirovên bêcihûwar mane û bajarên ji ber şerên cîhanê wêran bûne, vegotine. Wê nivîsî, ji bo ku avûhewayê aştiyê li erd û esmanan belav bibe ku careke din şer neqewime. Herçiqas wê ji ber sirgûniyê bi zimanê Fransî nivîsîbe jî, wê her tim xwe wekî Macarekê hîs dikir, jixwe hemû pirtûkên wê li ser civaka Macaran bûn. Zarokatî û ciwaniya wê li welatekî ku pêşî ji aliyê Almanan û piştre jî ji aliyê Rûsan ve hatiye dagirkirin derbas bû. Wê li sirgûnê, bi dilê xwe yê şikestî û xemgîn, bi pênûsa xwe ya bêhempa, jiyanên ku ji ber dagirkerî û şerî, koçberî û zilmê ji hev perçe bûne nivîsîn.

Çavkanî

[1] Agota Krîstof, Okumaz, Yazmaz, Can Yayınları, r.14.

[2] H.b, r.28

[3] H.b, r.33

[4] Agota Krîstof, Önemi Yok, Can Yayınları, r.29.

[5] Edward Said, Entelektüel: Sürgün, Marjinal, Yabancı Çev., Tuncay Birkan, İstanbul: Ayrıntı Yayınları, 2023, r.31.

[6] Agota Krîstof, Büyük Defter, Yapı Kredi Yayınları, r.25.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Muxalifekî ji Kurdistanê ye, li Milazgira Mûşê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Yüzüncü Yılê, beşa cografyayê temam kiriye. Yek ji danerên kovara anarşîst ya Qijika Reş e û yek ji edîtorên kovara Kürd Araştırmalarıyê ye. Derbarê meydanên edebiyat, sînema û bîra civakî da nivîsaran dinivîse. Niha li sektora taybet wekî mamostayê cografyayê dixebite.

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

NOTÊN HEFTEYÊ: Xwedî dernekevin!

I. Jibîrkirin Jibîrkirin nîmeteke mezin e. Bînin bîra xwe, her tiştê ku

DESTHILATDARIYA TEQWÎMÊ- II

*Ev nivîs, dewama nivîsa “Desthilatdariya Teqwîmê” ye Dîrok, her çiqas sal û