Nivîskarê Kurd ji bo Xelata Nobelê ya Wêjeyê bû berendam

Nivîskarê kurd Şêrzad Hesen ji aliyê nivîskarên Ewropayî ve wekî namzetê Xelata Nobelê ya wêjeyê hatiye nîşandan.

Şêrzad Hesen kî ye?

Şêrzad Hesenî di sala 1951ê da li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Xwendina xwe heya berî zanîngehê li Rewandiz û Hewlêrê qedandiye. Di sala 1974-75an da zanîngeha Bexdayê ya ziman û edebiyata ingilîzî qedandiye. Ji 1998 heta 2003 li UNESCOyê xebitî. Li dibistan û zanîngehên ku bi lîseyên Kurdistanê re hevwate ye dersên edebiyatê daye.

Şêrzad Hesen nivîsên xwe yên pêşî di navbera salên 1975-78an da di kovara Roşinbîrî Niwê ku li Bexdayê derketiye. Di navbera salên 1978-82an da kurteçîrokên xwe di kovarên Beyan û Hawkarî da belav kiriye.

Gelek romanên Şerzad Hesen ku bi îngilîzî hatine nivîsandin bi zaravayê soranî yê kurdî hatine çapkirin.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Şêrzad Hesen gelek berhem ji zimanê ingilîzî wergerandine ser zimanê kurdî, û xwediyê gelek çîrok û romanan e, weke: Tenahî, Gula Reş, Hesar û segên bavê min, Deşta karmamizên kuştî, Xewna Pîrepindan, Pîre perwaneyên êvaran û hinekên din.

Niha li bajarê Silêmaniyeyê li Başûrê Kurdistanê dijî.

Wêne: sherzad_hasan__official /instagram- SS

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times