Nivîskarê Botan Timesê Dr. Tevfik Bayramî li Kanadayê Xelata Vanierê standiye

Nivîskarê Botan Timesê Dr. Tevfik Bayramî li Kanadayê Xelata Vanierê standiye
Nivîskarê Botan Timesê Dr. Tevfik Bayramî li Kanadayê Xelata Vanierê standiye
Botan Times
  • 13 Nisan 2023 11:59

Dr. Tevfik Bayram bi standina Xelata Vanîerê dê bilindtirîn bursa Hikûmeta Kanadayê bistîne.

Li gor malpera vanier.gc.ca Enstîtûyên Lêkolînên li ser Saxlemîyê yên Kanadayê, birêvebirên Xelata Vanîerê ne.

Dixtorê Pispor, Tevfîk Bayram, pisporê Saxlemîya Civakî ye. Xwediyê xelatên wek “lêkolîna zanistî ya salê” ye. Ew li Zanîngeha Montrealê ya Kanadayê ji bo doktorayê lêkolînên xwe yên zanistî didomîne.

Wî li Zanîngeha Îbrî ya Îsraîlê mastera xwe kiriye û di bernameyeka zanistî ya Zanîngeha Bernê ya Swîsrayê de kar kiriye. Ew ji Gundikê Melî yê Herêma Botanê ye 35 salî ye. Wî heta niho li Îsraîlê (Zanîngeha Ibrî), Tirkiyeyê (Zanîngeha Marmarayê) li Swîsrayê (Zanîngeha Bernê) û li Kanadayê (Zanîngeha Montrealê) karên xwe yên zanistî domandiye.

Wî du salan li Şirnexê wek dixtor û wek birêvebirekê Midûrîya Saxlemîyê ya Şirnexê kar kiriye.

Wî vê mehê li Botan Timesê dest bi nivîskarîyê kiriye.

Wî li Twitterê li ser standina xelatê got:

Bi serbilindî min îro bilindtirîn bûrsa hikumeta Kanadayê #Vanier wergirt. Di pêşbirkê de li seranserê Kanadayê wek kesê 2yemîn hatim hilbijartin.