Nivîskar û helbestvan Ferhad Pîrbal namzed e bo Parlementoya Kurdistanê

Nıvîskar:
1 week berê

Nivîskar, helbestvan û akademîsyen Ferhad Pîrbal namzed e bo Parlementoya Herêma Kurdistanê.

Hilbijartinên Parlmentoya Herêma Kurdistanê li Başûr dest pê kirîye.

Akademîsyen Pîrbal wekî namzedê serbixwe di hilbjartinan da beşdar e.

Pîrbal bo Rûdawê axivîye û plan û projeyên xwe destnîşan kirîye heke hate hilbijartin ka dê çi bike.

“Divê dadgeh werin darizandin”

Ferbad Pîrbal li ser hesabê xwe yê Facebookê çend dirûşmên wekî “Ez dê zeviyê bidim kesê ku biajo”, “Ez dê parlamentoyê betal bikim: Ez dê li şûna partiyan, gel bînim nava parlamentoyê” û “Divê dadgeh werin darizandin” nivîsandine.

Namzedê serbixwe yê Parlamentoya Kurdistanê Ferhad Pîrbal destnîşan kir ku eger were hilbijartin, li parlamentoyê karekî dijwar li hêviya wî ye.

Hejmara Ferhad Pîrbal a ku di pişkavêtina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê de derketiye 189 e.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

Herêma Kurdistanê xwe amade dike ku 20ê Çiriya Pêşîn biçe ser sindoqan.

Kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 25ê Îlonê dest pê kir.

Hezar û 191 namzed dê ji bo 100 kursiyî têbikoşin û di hilbijartinan de li 4 parêzgehan bi giştî 368 jin bûne namzed.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê roja 25ê Îlonê dest bi pêvajoya hilbijartinan kir û ragihand, ti astengiyên yasayî ji bo beşdariya hezar û 191 berbijêran nînin.

Ferhad Pîrbal

Sala 1961ê li Hewlêrê ji dayîk bûye. Di sala 1984an de beşa ziman û edebiyata kurdî li Zanîngeha Silêmaniyê xelas kiriye. Sala 1986an çûye Denmarkê, dûre çûye Almanyayê û herî dawî li Fransayê bi cih bûye û li vir xwendina xwe di beşa edebiyata kurdî de li Zanîngeha Sorbonneê biriye serî. Di 1994an de vedigere Kurdistanê û di Zanîngeha Selahedînê de li ser dîroka edebiyata kurdî ya modern kar dike û navenda kulturî ya Şerefxanê Bedlîsî ava dike. Pîrbal li Hewlêrê dijî û heta niha bi dehan berhemên wî di warê roman, çîrok, helbest, şanoname û lêkolînê de hatine weşandin. Hin berhemên wî yên ku li kurmancî hatine wergerandin ev in: Çolistan (2001, Avesta), Santiago de Compostela (2013, Avesta), Penaberekî Fransî li Kurdistanê (2015, Avesta), Reîs Remezan(ekan) (2015, Avesta), Evdirehîm Rehmî Hekarî (2016, Lîs).


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Rapora Spectrum Houseyê: Bo hilbijartinên parlementerîyê ji sedî 47 DEM Partî

Spectrum Houseyê, derbarê Meyla Dengdêrên Kurd û Pîvana Performansa Wan da, raporek belav kir.

Şer li Meclîsê derket, bi kulman li hev dane

Şer li meclîsê derket, parlementer bi kulm û pehînan rabûne hev. Parlementerê

Özgür Özel tê Amedê

Serokê Giştî yê CHPyê Özgür Özel bernameya xwe ya tebaxê dîyar kir