Nivîskar û çalakvana navdar Bell Hooks mir

17/12/2021

Nivîskar û çalakvana navdar Bell Hooks di 69 salîya xwe de mir. Ji aliyê malbata wê ve hate ragihandin ku ev demek e Hooks nexweş bûye û roja çarşemê li mala xwe ya li Kentuckyê wefat kiriye.

Nivîskar, di tevgera femînîzmê da wekî pêşengekê dihate nasîn. Wisa tê zanîn ku Hooks ti carî nedixwest navê wê bikeve pêşiya xebatên wê, lewma her tim navê xwe bi herfên piçûk dinivîsî. Heta niha nêzîkî 40 kitêbên Hooksa femînîst, rexnegir û akademîsyen çap û belav bûne.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Konsera LaWjeyê ji ber Covid-19ê betal bûye

Weşana paşê

Nirxê dolarekî ji 16 lîreyê Tirkîyeyê derbas kir