Nivîskar û Helbestvan Receb Dildar dê li Fûara Bedlîsê berhemên xwe îmzê bike.
Bername dê roja Şêmî (sibê) li standa PirtûkaKurdîyê di navbera seat 12.00 û 15.00an da pêk were.
Receb Dildar kî ye?
Receb Dildar di sala 1958’a de li gundê Bedulyê hatiye dinê, lê malbata wî li wir zêde nesekiniye, ji wir bar kiriye û çûye Amedê li gundê Elîparê bi cî bûye. Receb Dildar bi xwe li Elîparê mezin bû. Di sala 1976’a de li Amedê dest bi karê mamostatiyê kir. Cara pêşîn di sala 1982an de di kovara Dengê Kurdistan de helbestên wî weşiyan. Paşê di rojnameya Fıratta Yaşam de, di navbera salên 2002 û 2003an de, di quncika Dilopên Jiyanê de gelek gotarên wî weşiyan û ji sala 2000an û virde di gelek malper û kovarên kurdî de nivîsên wî weşiyane. Pirtûka wî a pêşîn a helbestan e. Pirtûk di sala 2003an de bi navê Kewê Canê ji weşanxaneya Gun-Hîvron derket. Receb Dildar wekîdin romaneke Seyit Alp wergerand kurdî û pirtûk di sala 2005ê de bi navê Dewran di nav weşanên Dozê de hat çapkirin. Di pêşbaziya çîrokên zarokan a Şaredariya Sûrê de çîroka wî a bi navê Şîno xelata yekemînî girt. Dîsa di pêşbaziya çîrokan a kovara Nûbiharê de çîroka wî a bi navê Veger bû yekemîn. Di 2008an de Weşanxaneya Avestayê çîrokên Receb Dildar bi navê Şikefta Xwekuştinê kir pirtûk û gîhand ber destê xwendevanan.
WîkîpedîaKurdî
Îmaj û Rastî18/04/202416:07 Stenbol – Gotûbêjek li ser 126 salîya Rojnamegerîya Kurdî18/04/202415:13 Lîstika Rîuelîstik îro li Festîvala Şanoyê ya Amedê derdikeve pêşberî gel18/04/202414:24 Çawîşê pispor bi tohmeta ku ‘êrişa zayendî’ kirî, hat girtin18/04/202412:02 Giraniya Qenciyê û Dayin û Stendina Dilî18/04/202411:01