Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Nivîskar Menaf Osmanê piştî 30 salan tehliye bû, revandin Edîrneyê”

Ji
06/09/2023
Menaf Osman

Abdulmenaf Osmanê ji Hesekeya Rojavayê piştî 30 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma, di 3yê Îlonê de tehliye bû. Osman herî dawî li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Akhîsara Manîsayê dihate girtin.

Menaf Osman di 28 saliya xwe de hatibû girtin û 58 salî ji girtîgehê derket. Ji ber ku ew ji bajarê Hesekê ye, piştî ji girtîgehê derket, ji bo wî bişînin Navenda Dersînorkirinê ya Manîsayê, birin Qereqola Cendermeyan a Akhîsarê.

Parêzerê Osmanî, Halîl Coşkûn ji bianetê re got ku, ew duh saet di 6ê êvarê de rû bi rû bi miwikelê xwe Osmanî re axiviye û “Menaf digel roja yekşemê tehliye bûye, ew li Qerepola Cendermeyan a Akhîsarê bi rengekî fîîlî desteser kirine. Di saetên êvarê de ew birin nexweşxaneyê. Em bi fermandaran re axivîn, wan got, ew ê Menafî bibin Navenda Dersînorkirinê ya Îzmîrê.”

Parêzer Coşkûnî diyar kir ku Osmanî vê sere sibê telefonî wî kir û got, “Miwekilê min ê du roj in li Qereqola Cendermeyan a Akhîsarê dihat girtin, di saetên şeve de revandin Edîrneyê. Li gorî fikra me, ew birine Navenda Dersînorkirina wê derê. Derew li me kirin.”


Nûçe: Nedîm Turfent

Werger: Ferîd Demîrel

*Ev nûçe di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatiye weşandin. Ji bo hemîya nûçeyê bibînî bitikîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan