Nivîskar Jan Dost dê berhemên xwe îmze bike

  • 03/06/2023
Nivîskar Jan Dost dê berhemên xwe îmze bike
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

03/06/2023

Nivîskar û helbestvan Jan Dost dê li Pirtûkxaneya Medyayê berhemên xwe îmze bike.

Roja îmzekirinê ji alîyê Pirtûkxaneya Medyayê ve tê organîzekirin. Pirtûkxaneyê ji hesabên xwe yê medyaya civakî bang li xwendevanan kir.

Bername dê 24ê Hezîranê seat di 15.00an da destpê bike.

Jan Dost kî ye ?

Ew di 12ê adarê sala 1965 an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakulta zanistê beşê Biyolojiyê xwend, lê temam nekir.

Jan Dost di dehsaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kir paşê ji panzdesalî de qulipî zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993 an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand. her weha li Tirkiyê jî li ser sehneyê hatiye lîstin. ji bilî wê çîrokê, jan Dost çend çîrokên din j nivîsandine, wek Mistek ax ku sala 2007 an li Almanyayê bû kurtefilmek, û rûyekî şêrîn û hinin din.

Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di quncika xwe ya bi navê Şevnem de ji 2007an heta 2012 nivîsar dinivîsandin.

Jan Dost ji sala 2000î de li Almanyayê dijî û ji adara 2009 an de hemwelatiyê Almanyayê ye.

Wîkîpedîa Kurdî
%d