Hisên Kemalê nivîskar vê sibehê çû ber dilovaniya Xwedê.
Nivîskar di sala 1963yan da hatibû dinê û 60 salî bû.
Agahiya mirina Hisên Kemalî Weşanxaneya Wardozê li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kir û da zanîn;
Vê sibehê me xebereka nexweş bihîst. Nivîskarê me yê romana Termê rêzdar Hisên Kemalî rehmet kirîye. Bila serê malbat, xwendevan û gelê kurd sax be. Em gelek xemgîn in. Hisên Kemal, ji bo edebîyata kurdî qelemeka pir xurt bû. Romana wî ya dawî “Sê Jin” nîvco ma.
Hisên Kemalî kî ye?
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Hisên Kemal li gundê Kifrîyê yê bi ser Sirûca Rihayê, sala 1963an ji dayik bûye.
Bavê şeş zarokan e û li Rihayê dijîya. Pirtûka wî ya bi navê TERM heye.
Piştî mirina wî romana wî ya herî dawî “Sê Jin” jî nîvco ma.
Weşanên dawiyê
- Zindî10/09/2024Rojeva Zindî: 10.09.2024
- Çand û huner10/09/2024Serlêdanên Kreşên Pirzimanî yên Şaredariya Batmanê dest pê kirin
- Çand û huner10/09/2024Amed – Şaredarî ji bo geşkirina edebîyata kurdî dê kargehên wergerê veke
- Çand û huner09/09/2024Lîstikvana kurd Ala Reyanî: Divê em bi xwe destanên xwe bi hunerê vebêjin