Nivîskar Kiran dê ji bo îmzekirina pirtûkên xwe bi xwendevanên xwe ra bicive

Nivîskar Kiran dê ji bo îmzekirina pirtûkên xwe bi xwendevanên xwe ra bicive
Nivîskar Kiran dê ji bo îmzekirina pirtûkên xwe bi xwendevanên xwe ra bicive
Botan Times
  • 17 Mayıs 2023 11:12

Prof. Dr. Abdulllah Kiran dê ji bo imzekirina berhemên xwe xwînerên xwe ra bicive.

Abdulllah Kiran dê 20ê Gulanê seat 15.00 li Medya Kitabevîyê berhemên xwe îmze bike.

Abdullah Kiran kî ye?

Abdullah Kiran di sala 1965an de li Diyarbekirê (li gundê Duderya yê bajarokê Pasûrê) hat dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Farqînê (1973-81), lîse (1981-84) li Licê xwend. Di sala 1986an de dest bi xwendina zanîngehê kir, li Zanîngeha Stembolê beşa felsefe, zimannasî û têkiliyên navneteweyî xwend û di sala 2000î de, bi teza xwe ya bi navê “Li Rojhilata Navîn Av” doktoraya xwe temam kir. Di salên 2004-2005an de li Zanîngeha Beykentê, di salên 2006-2009an de li Zanîngeha Amerîkî ya Kîprosê, di havîna 2013an de li Zanîngeha Bîlgiyê ders dane. Havîna 2011an, li Amerîka, li Zanîngeha Georgetownê wek akademîsyenê mêvan lêkolîn kiriye.

Bi nasnavên wek Felat DilgeşAlan Merwanî û hin nasnavên din, bi kurdî pirtûk, gotar û wergerên wî çap bûne; di gelek kovar û rojnameyên cihê de nivîsên wî derketine[çavkanî hewce ye]. Di sala 2002an de, di derxistina kovara edebî Gulistanê de roleke bingehî leyîstiye û wek gerînendeyê giştî yê kovarê xebitiye[çavkanî hewce ye]. Ji sala 2010an vir ve, li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê, di beşên kurdî û siyasetnasiyê de dersê dide û serokê beşa têkiliyên navneteweyî ye. Ew bi zimanên kurdî, tirkî, farisî, îngilîzî; piçekê erebî û grekî dizane.

Wîkîpedîakurdî