OMER FARUK BARAN*

VOA

*Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Li Zanîngeha Teknîk ya Stenbolê, li Zanîngeha Stenbolê û li Zanîngeha Dîcle, endezyarî, sosyolojî û hiqûq xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Bi şiîra bi navê ”Bîrêmjar” di sala 2011an de, bi çîroka bi navê ”Zênebêj” di sala 2012an de xelat wergirtiye. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de edîtor e. Wî fanzîneke fotografîyê ya bi navê ”flashhilat” derxistiye, kitêbeke wî ya şiîran heye û bi navê ”Şeveke Îstismar” romankek jî nivîsîye.

‘’ Înternet bi ceribandinên Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) di salên 1960î de çêbû. Armanca ceribandinên wê wezaretê çêkirina toreke komputeran bû ku ew di rewşên awarte de, di demên cengê de ragihandinê hêsan bike.

Di sala 1995an de ku li Amerîkayê The Washington Times û The New York Timesê dest bi weşana li ser înternetê kirin, bo cîhanê di ragihandinê de qonaxeke nû ya dîjîtal dest pê kir û ew roj bi roj bi pêş ve çû.

Rojnameya Lloyd’s List ya ku bi qasî 300 salan li ser behrvanîyê weşan kiriye di sala 2013an ragihandibû ku ewê derbazî weşana dîjîtal be. Edîtorê Lloyd’s Listê Richard Meadeyî gotibû ku bi tenê 25 aboneyên wan yên rojnameya matbu mane û dîyar kiribû ku ji ber ku weşana dîjîtal rê û derfetên nû dide bo ragihandinê piranîya xwendevanên wan weşana dîjîtal dixwazin.

Îro ro di vê dewra rojnamagerîyê dijîtal de çi kesên telefonên wan yên bi kamera û înternetên wan hebin dikarin bibin rojnamager. Çinku rojnamagerî ragihandin e, û bi taybetî piştî Şerê Îraqê yê di sala 2003an de destpê kiriye, bi vîdeoyên welatîyên ji rêzê ji ajansan re şandine ‘’rojnamegeriya welatîyan’’ çêbûye.

Çi ‘’welatî’’ çi ‘’ne-welatî’’ hemî rojnameger divê li gor hin pîvanên nûçegihanîyê tevbigerin. Gava nûçeyek bi tenê li ser ‘’îdia’’yan were amadekirin, ferz e ku rojnameger bi hevokên xwe nîşan bide ku ew bi tenê ‘’îdia’’ ne û hîn nehatine piştrastkirin. Ji ber herbên di navbera hêzên kurdan û dewleta Tirkîyeyê de, bi taybetî kurdên li Tirkîyeyê dijîn çi bi kurmancî çi bi tirkî ji bultenên nûçeyan pirtir hevokên propagandatîf bihîstine ku ew dûrî pîvan û prensîbên rojnamegerîyê ne.

‘’Di Mijdara 2016an de li Baxlara Dîyarbekirê bi maşîneyeke bombebarkirî peqînek çêbûbû. Walîtîya Dîyarbekirê ser peqînê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) tawanbar kiribû. Berê Dewleta Îslamî ya Şam û Îraqê (DAIŞ) dûv re jî Teyrebazên Azadîya Kurdistanê (TAK) berpirsîya peqînê girtibûn ser xwe. Rojnameger, di bûyerên wisa de bêyî ku berdevkên alîyekî bin divê îdiayên hemî alîyan ragihînin. Hele ku di vê dewra dîjîtal de nabe ku daxuyanîya hin alîyan neyê dîtin û paşguh kirin û nûçe bi tenê li gor daxwazên dewlet û rêxistinekê werin çêkirin.’’

Karê rojnamageran ne rizgarkirina welêt e, ragihandin e.

‘’Karê rojnamageran ne rizgarkirina welêt e, ragihandin e.

Bi pêşketina rojnamgerîya dîjîtal re bikaranîna datayên zanîngeh, sazîyên sîvîl û kompanîyên lêkolînan jî êdî bûye yek ji beşên girîng ên rojnamegerîyê. Bi nûçeyên li ser datayan hatine amade kirin meriv dikare li ser bûyeran bibe xwedan fikir. 

Îro ro di rojeva me de vîrusa koronayê heye û hejmara pêketîyên wê vîrusê, mirinên ji wê jî nûçe ne. Di nûçeyên bi data de ferz e ku rojnamevan çavkanîya datayan jî di nûçeya xwe de bêje. Eger em agahîyên ser pêketin û mirinên ji vîrusa koronayê ji Zanîngeha Johns Hopkinsê digirin, divê em navê wê zanîngehê di nûçeya xwe de hildin.’’