Nivîsîna ‘î’ya Berîya ‘y’yê

17/01/2024

Di Kurdîya nivîskî de divê eslê peyvê esas be. Mesela, di peyva “çiya” de dengê berîya ‘y’yê jixwe ‘i’ ye. Lê dema ku navê “Xanî” îzafe bigire û herfa ‘y’ bikeve ber ‘î’yê, divê eslê peyvê xira nebe û ‘î’ nebe ‘i’.

***

Celadet Alî Bedirxanî di xebata xwe Bingehên Gramera Kurdmancî de qeydeyeka wisa danîye: “Ê, Î – Ev dengdêrên ha tu caran nakevin ber dengdara ‘y’ê. Lê heke ev dengdêr bi awakî bi ‘y’yê ve bûne hingê ev yanî ‘ê’ û ‘î’ bi dengdêra ‘i’yê diguhêrin û ev ‘i’ dikeve şûna wan.” Û van nimûneyan dide: “dê > diya te, vê diyê’, ‘pê > piyên min, vî piyî’, ‘rê > riya wan, van riyan’, ‘derî > deriyê me, vî deriyî’, ‘kursî > kursiyên wî, van kursiyan’, ‘tilî > tiliyên min, vê tiliyê’, ‘xanî > xaniyê te, van xaniyan.” [1]

Celadet Alî Bedirxan îzeh nake ku çima dengdêrên ‘ê’ û ‘î’yê tu caran nakevin ber dengdara ‘y’eyê, lê meriv dikare texmîn bike ku wî xwe sipartiye zimanê gotinkî û telafuz esas girtiye. Çimkî di nimûneyên ku dane de dengê ‘ê’ heqîqeten wek ‘i’ telafuz dibe. Lê di dengê ‘î’yê de tam wisa nabe. Mesela, em dikarin bala xwe bidin ser lêkerên “birin, birîn” û “kirin, kirîn”ê. Dema ku em dibêjin “biriye (götürmüş)” û dema ku em dibêjin “birîye (kesmiş)”, herwisa dema ku em dibêjin “kiriye (etmiş, yapmış)” û dema ku em dibêjin “kirîye (satın almış)” diyar e ku dengê ‘î’yê di lêkerên “birîye” û “kirîye” de naguhere. Meriv dikare ji bo dengê ‘ê’yê jî nimûne bide ku dikare bikeve ber ‘y’eyê. Mesela, di cumleyeka wek ‘Ez bêyî te naçim” de, dengdêra ‘ê’yê ketiye ber dengdara ‘y’eyê û bi hêsanî telafuz jî dibe. Fonetîka Kurdî bi metodên îlmî tesbît nebûye lê meriv dikare ji guhdarîkirinê jî fêm bike ku di peyvên mîna “derî, kursî, tilî, xanî” de dengê ‘y’eyê dikeve ber dengê ‘î’yê û wek xwe telafuz jî dibe.

Celadet alimekî gelek hêja ye, bingeha gramera Kurmancî rast danîye, qeydeyên nivîsînê ku tesbît kirine jî bi giştî rast in. Lê ev qeydeya wî di cih de nîne. Çimkî hem di nav sîstema zimanê me de îzeh nabe, hem jî, ji ber ku koka peyvê diguhere lewma di zimanê nivîskî de teşqele derdixe. Mesela, di zimanê nivîskî de cumleyeka wek “Bêrîvanê kiriye” de, zehmet e ku xwendevanên sade bizanin Bêrîvanê karek kiriye, yan tiştek kirîye. Dîsa, em bibêjin ku di halê sade de em navê zimanê tirkan wek “Tirkî” dinivîsin, lê eger em îbareyeka wek “Tirkîya Usmanîyan” binivîsin, ev herfa ‘î’yê ku di koka peyvê de heye, çima dê biguhere bibe ‘i’ û eslê peyvê biguhere? Îzeha vê nîne.

Eger di zimanê nivîskî de telafuz esas were girtin, hinek dengên din jî li gorî dengê pêşîya xwe diguherin. Mesela, di peyvên wek “kar (oğlak), kanî (çeşme)” û “kevir (taş), kêr (bıçak)” de dengdêrên ‘a’ û ‘e’yê telafuza dengdara ‘k’eyê diguherin. Li hin deveran dengê ‘b’yê jî diguhere, mesela, di halê sade de dibêjin “xebat” lê ji ber ku dengdêra ‘i’yê dikeve ber, di halê lêkerê de dibêjin “Ez dixevitim.” Dîsa, li hin deveran dengê ‘d’eyê jî diguhere, eger bikeve ber dengdêra ‘i’yê, wek ‘c’ telafuz dibe. Mesela, navê “Diyarberkir” wek “Carbekir” telafuz dikin. Hasilî kelam, eger di zimanê me yê nivîskî de telafuz esas were girtin, hingê divê ev tenê mexsûsî dengê ‘ê’ û ‘î’yê nebe.

Di nivîsînê de bi vî awayî guhertina koka peyvê di perwerdeyê de jî problem derdixe. Bo nimûne, eger mialimek di sinifa yekê de bi usûla hecekirinê xwendin û nivîsînê fêrî zarokên şeş-heftsalî bike, gelek zehmet e ku zarok di cumleyeka wek “Bêrîvanê kiriye” de lêkerên mîna “kirin” û “kirîn”ê ji hev derxin. Dîsa, ji bo peyv yan jî navên wek “Abû Dabî, akademî, anatomî, ansîklopedî, Delhî, Hanoî, Helsînkî, terapî, Xanî” divê desteyek herfên ‘i’ û ‘î’yê wek yêdek tim bi zarokan re hebin ku di halê sade de ‘î’yê daynin lê di halê îzafeyê de ji rûyê dengdara ‘y’eyê îcar herfa ‘i’yê daynin.

Hinek ziman hin dengdarên sert di halê îzafeyê de bi dengdarên nerm diguherin. Mesela, di Tirkîya ku bi alfabeya Latînî tê nivîsîn de “qeydeya pçtk” tiştekî wisa ye. Lêbelê Tirkîya ku bi alfabeya Erebî dihat nivîsîn de koka peyvê esas bû. Mesela, peyvên ku ji Erebî ketine Tirkî wek eslê wan dihatin nivîsîn lê li gorî fonetîka Tirkî dihatin xwendin. Di zimanê nivîskî yê Farisî de jî eslê peyvê esas e. Mesela, wek “آقا (aqa)” dinivîsin lê wek “آغا (ağa)” dixwînin. Eksê wê jî heye, mesela, wek “غاز (ğaz)” dinivîsin lê wek “قاز (qaz)” dixwînin. Dîsa, wek “پنبه (penbe)” dinivîsin lê wek “پمبه (pembe)” dixwînin.

Di hîn zimanan de herfên dengdêr di halê îzafeyê de dikevin. Mesela, bi Tirkî ji “mejî” re dibêjin “beyin”, lê dema ku bibêjin “mejîyê zarokan” hingê dengdêra ‘i’yê dikeve û wek “çocuk beyni” tê gotin. Di hin peyvên Kurdî de jî dengdêr dikeve. Bo nimûne, li hin deveran di peyvên mîna “kanî, tilî” de dengdêra ‘î’yê dikeve, dibêjin “kanya mezin, tilya biçûk”. Dîsa, peyvên yekhece yên mîna “فکر (fikr)” ku ji Erebî ketine zimanê me di halê sade de dengdêra ‘i’yê dixin navbera her du dengdarên dawîn û wek “fikir” telafuz dikin. Lê di halê îzafeyê de dengdêra ‘i’yê dikeve û wek “fikra te” telafuz dibe. Yanî, di Kurdî de bi vî awayî ketina dengdêran dibe lê di zimanê nivîskî de guhertina dengdêrên ‘ê’ û ‘î’yê, ji ber ku eslê peyvê diguhere, qeydeyeka rast nîne.

Di Kurmancîya nivîskî de niha hinek eslê peyvê esas digirin lê hinek rîayetî wê qeydeya ku Celadet Alî Bedirxanî danîye dikin. Ya rast, di Kurdîya nivîskî de divê eslê peyvê esas were girtin. Mesela, di peyvên mîna “biyok, çiya, diyar, giya, siyaset” de, dengê berîya ‘y’eyê jixwe ‘i’ ye. Lê dema ku navê “Xanî” îzafe bigire û herfa ‘y’e bikeve ber ‘î’yê, divê eslê peyvê xira nebe û ‘î’ nebe ‘i’. Di peyvên mîna “azadî, bêrî, bî, derî, kanî, kerî, kursî, mejî, tilî, zevî” de jî divê eslê peyvê esas be. Yanî eger peyvên wisa îzafe bigirin û wek herfa bestinê ‘y’e bikeve ber ‘î’yê jî, divê ev herf wisa bimîne. Û peyvên mîna “dê, rê” jî divê wek eslê xwe bêne nivîsîn. Lê di xwendinê de em dikarin wek “diya te, riya wan” telafuz bikin.

Çavkanî:

[1] Celadet Alî Bedir-Xan, Bingehên Gramera Kurdmancî, Weşanên Nûdem, Çapa yekem, Stockholm 1994, r. 19.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Roşan Lezgîn

Roşan Lezgîn di sala 1964an da li gundekî Licê hat dinyayê. Tenê çar sal li dibistanê xwend, lê paşî tehsîla xwe ji derve heta lîsansê dewam kir û ji beşa ziman û edebîyatê mezûn bû. Ji sala 1996an vir de berdewam dinivîse. Heta niha 19 kitêbên ku wî nivîsîne û 19 jî kitêbên ku wî wergerandine hatine weşandin. Di sala 2009an da li Diyarbekirê malpera înternetî www.zazaki.net ava kir. Di sala 2011an da kovara Şewçila ku safî bi Zazakî diweşe, derxist ku heta hejmara bîstan derketiye. Dîsa, bi alîkarîya çend hevalên xwe yekemîn rojnameya Zazakî Newepel derxist û heta 100 hejmarî dewam kir. Herwisa di sala 2012an da Weşanxaneya Roşna ava kir. Heta niha ji vê weşanxaneyê 77 kitêb hatine weşandin.

Te ev dîtıne?

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên

Dîwarê Hosteyan û Pêlava Înan Eroglu

Di karên honakî de ji dêvla gotina rasterast, pêhesandin an jî nîşandana

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna