Heke xezeb, nefret û bawerîya mirov li gor doza heq û meşrû be têkçûn jî ne xem e, hew hindek têkçûnên miazem hene ji serkeftinê zêdetir deng dane. Çawa ku Claire ji Jamie re di keştîya berev Fransayê de digot “tu zanî wê çi bibe li Îskoçyayê (?)”. Behsa serhildan û Cullodenê dike. “Wê qira çanda çîyayî rabe”.
***
Di rêzefîlma bi navê Outlander de jineke îngîlîz bi navê Claire Beauchamp/Claire Fraser heye, tevî mêrê xwe yê îngîlîz Frank Randall, tên ser erdê Îskoçyayê Invernessê, ji bo geryanê. Sal 1946 e. Dema rojekê dertên ser pala Craigh na Dunê li wê derê mêrê Claireê jê re behsa wan kevîrên rep ên li wê derê dike. Rojeke Claire dîsa diçe wê derê bona ku li kûlîlkekê bigere, li wir, li ber kevir xwe dirêj dike, dûre dema çavên xwe vedike dîsa li heman cih e lê êdî sal 1743 e. Di vê sedsala nû ya kevn de ji bilî wê kêlîya ji derbasbûna kevirê (honaka zanistî) pê ve her tişt di çarçoveyeke realîzmeke dîrokî de rû dide.
Rêzefîlmeke bêtirî li ser evîndarî û aksîyonwarî be jî bi ya min di fîlmê de tiştê herî balkêş ew e ku hewldanek li ser xurtkirina folklora xwemal a niştecihan heye, tevî balans û danîna peyamanekê bi serdestîyê re. Ev balans pirî caran ji ber wê hewcehîya popûlîst tê ku dibêjin ne ji dêrê ne ji mizgeftê. Dîsa jî nakokîyên di navbera folkora xwemal û desthilatê de ji bo kurdan jî dikare bibe rêya xwendineke berawirdî û berhemdar. Di nav hemû beşên rêzefîlmê de ji bo xwendineke bi vî rengî beşa herî berhemdar beşa li ser şerê Cullodonê ye û her wekî din berî wê şerê Prestonpansê ye. Ev beş û li pêş û paşîya wê çend beşên din heyranîya li serdestan û xwekêmdîtin û piçûkxistina bindestan bi awakî beloq tîne ber çavê bîneran.
Berî ku behsa xurtkirina folklora xwemal bikim pêdivî bi danîna nîşeyekê heye. Di rêzefîlmê de çawa ku çanda çîyayîyan tê berzkirin ewçend jî îngîlîz bi awakî leşkerî navno ne. Lêbelê Claire û Lord John her du jî îngîlîz in, Lord John leşkerê îngîlîzan e, Claire jî alîgirê îskoçan (bi rastî terk û reddîyeya îngîlîzbûnê jî dike) e; her du bi her awayî bi qencîyên xwe dertên pêş. Nemaze Claire remz û nîşana (pir)başîyê ye. Heke xerabîyek kiribe jî ji neçarîyê di oxira qencîyeke jê mezintir de kirîye. Lewma mirov dikare bibêje ku senaryoya rêzefîlmê li hemberî her cure xerabîyên leşkerên îngîlîzan, jineke îngîlîz a bi dilekî fîqspî danîye.
Piştî vê têbinîyê ez ê hewl bidim folklora xwemal li ser hesta rik û nefretê û daxwaza desthilatîya mezintir ji eşîrê û welatekî jî di ser dilsafîyê re ji xwe re bixwînim:
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Folklora xwemal → Rikberî → Dougal MacKenzie
Daxwaza desthilatê → Dilsafî → Charles Edward Stuart
Para bêtir ji nivîs û şîroveya sedema şikestina şerê Cullodenê, bi xurtbûna artêşa îngîlîzan û qelsbûna artêşa jakobîtan ve girê didin. Lewra artêşa îngîlîzan xwedî top û çekên modern û pêşketî ne, artêşeke bi rêkûpêk e; ya Jakobîtan artêşeke komkirî ji zilamên eşîran pêk tê û çekên wan jî zêde nînin. Gelek caran hokarên berbiçav wisa li hev tên ku mirov ji şîroveyan guman neke, lê carinan jî hûrgûlî û tiştên biçûk jî dibin dîyarker. Têkçûna xezeb û rikberîya girseyekê li hemberî dilsafîya kesekî (pirî caran ya serokan) dibe ku ji bo tiştekî bi vî rengî dîyarker be.
Serokê artêşa Jokobîtan (Charles Edward Stuart) yekê lûmpen e, bi salan derveyî welatê bav û kalan maye ku doza serwerîya Brîtanyaya Mezin dike. Li sirgûnîya bavê xwe li Romayê ji dayîk bûye, tevgera Jakobîtan ji Fransayê bi rê ve dibe ku eşîrên îskoçî li bendê ne ew were ser artêşê. Bi xwe ji çanda herêmê dûr e, yekê metropolît e ne ku çîyayî û çolter e. Bi kurt û kurmancî xerîbê dozê ye (her ku agahîyên dîrokê bibêjin ku xwe hînî galîkî dikir jî).
Dougal MacKenzie, birayê serokeşîrê MacKenzieyan e ku dildarê doza Jakobîtan e.
Nimûneyên herî berbiçav ên rikberî û dilsafîyê di heyamên şerî de dertên holê. MacKenzie piştî ku li şerê Prestonpansê bi ser dikevin, her kes vedigere qada kon û cihên mayînê, ew li qada şer digere, du şûr di destê wî de ne, her kesê ku nîvmîrî û birîndar maye, dikuje. Di wê kêlîyê de leşkerekî pir ciwan dibîne ku pişta xwe daye tekera erebeyeke hespan. Leşker wî nas dike. Nasîna xwe pê dide. Berê bi miameleyeke baş li gel MacKenzie û hevalên wî tevgerîyaye. Li gor MacKenzie tekane kesê bi rûmet e di artêşa çakêtsoran (îngîlîz) de. Dixwaze ku MacKenzie wî bibe nexweşxaneyê. Lê li wê kêlîya suhbetê, dema dibêje ku wê artêşa îngîlîzan bi ser keve MacKenzie tê ber rûyê wî, bi destekî devê wî dijdîne, bi destê din şûrê xwe dikute kezeba reş. Dûvre li revîrê xuya dike, bi kêf û kelecan derbasî revîrê dibe, bi serfirazî (victory) diqîre û kêf dike ku wan çawa îngîlîz tarûmar kirine û qira wan anîne. Serketinê ewçend ew mest kirîye ku hay jê nîne Charles Stuart li wê derê ye. Wextê li revîrê çav bi leşkerên birîndar ên îngîlîz dikeve şûrê xwe radike ku êrîşî wan bike, dikevin navbera wan. Charles ji hovîtîya wî gelekî diqehire, wî wekî hov û barbarekî dibîne, wî ji wir diqewirîne, di artêşê de karekî beredayî ji bilî şerkirinê didê.
Em werin ser bereya dilsafikî.
Berî şerê Prestonpansê di civîna serleşkeran de. Stuart behsa qomandanekî îngîlîz dike, dibêje ez pê re bipeyvim, ez bawer im ew jî wek min difikire, naxwaze xwîna îngîlîzan birijîne, em hemû bira ne. Şêwirmend û generalan tevî endîşeyên xwe yên li ser kawikbûna şahînşahên xwe, di bin simbêlan re dikenin. Li gor wan êdî wextê axaftinê derbas bûye. Piştî civînê ji Jamie re dibêje ev îskoç çiqas serhişk in. Dûvre bi hemû kûbarîya kawikî dixwaze ku jina Jamie, Claire, berî îskoçan bi birîndarên îngîlîz re eleqedar bibe, ji ber ku ew xelkê pabendî bavê wî ne û her wekî din divê îngîlîz jî bizanin ku Stuart di mijara şerkirinê de bê dilê xwe ye, mecbûr maye. Stuart dibêje “Ew neha neyarên me ne. Lê îro nebe sibê ew ê cardin bibin dostên me”, bersiva Jamie ne ji xezebê lê bi fahm û feraset e: “Ne xêr, tu carî brîtanî nebûne dostên îskoçan.” Guharek jî dike guhê wî “pêşnîyaza min li te, tiştên wiha bi guhê zilaman nexe. Wê ji vê hestê kêfxweş nebin.”
Herwekî din di van civînên leşkerî de carekî din dîyar dike: “Ji we hemûyan re dibêjim. Ez hatime vê derê ji bo ku bala xwe bidim ser her du welatan ku di eslê xwe de welatek in”. Qesta wî ji du welatan Îskoçya û Îngîlîstan e. Doza wî ne ew bû ku Îskoçya ji Îngîlîstanê rizgar bibe, ew bû ku bibe taca serê Brîtanyaya Mezin, serokê îngîlîz, îskoç û ayrendîyan.
Axirî MacKenzie ji ber fahmkorî û hişkbawerîya xwe ya dozê ji alîyê Jamie ve tê kuştin berî şerê Cullodonê. Piştî şikestina li Cullodonê jî Stuart bi rojan li çol û çîyayan tê veşartin, herî dawî di nav kincên jinan de ber bi Ewropaya Parzemîn ve direve.
Du sedsal zêdetir piştî reva Stuart, dê Sartre tiştekî wisa binivîse: “tu cure kûbarî nikare şopa şîdetê jê bibe, bi tenê şîdet dikare wan [şopan] tune bike û encax mêtingeh [kesên mêtingehkirî] bi çekan bera dagirkeran [yên ku mêtingehîyê dikin] bidin, dikarin ji neûroza mêtingehîyê xelas bibin “ [1].
Tiştê ku li cem MacKenzie tune ye eqlê rasyonel e, tiştê ku li cem Stuart tune ye bawerîya bi gel, eşîrtî û folklora xwemal e. Her du jî li cem Jamie hene, lê hewlên wî, wî heya derekî tîne jê pê ve doz naçe serî. Lewra hukma peyvên wî biqasî fahm û kûbarîya Stuart e.
Heke xezeb, nefret û bawerîya mirov li gor doza heq û meşrû be têkçûn jî ne xem e, hew hindek têkçûnên miazem hene ji serkeftinê zêdetir deng dane. Çawa ku Claire ji Jamie re di keştîya berev Fransayê de digot “tu zanî wê çi bibe li Îskoçyayê (?)”. Behsa serhildan û Cullodenê dike. “Wê qira çanda çîyayî rabe”.
Lewra encam têkçûn be, berdêl jî têkçûna çanda çîyayî be, çi hewcehî bi şer heye?
Bersiva Jamie gelekî balkêş e, dibêje: “What can we do but play our part”, ango ji bilî ku em para xwe an jî tiştê ku dikeve ser milê xwe pêk bînin pê ve çi ji dest tê.
Lewra Jamie ji serê rêzefîlmê ta şerê Cullodonê şerekî şexsî bi Jack Randall (bavbavikekî Frank Randall e) dide ku çîroka wan dûvûdirêj e. Jack Randal gelek caran îşkenceyê pê dike, carekê jî tecawizê wî dike. Di şerê Cullodonê de Jamie wî dikuje. Tola xwe ya şexsî û ya civakî giş jê hiltîne. Ji bo Jamie êdî têkçûn hebe jî têkçûneke şahane ye. Xwe ji şer nedaye alî (yek ji sedemên tevlîbûnê derfeta tolhildanê ye), di şer de li ber xwe daye û bi ser de dijminê xwe yê sereke kuştîye.
Ango par(t)a xwe lîstîye.
Çavkanî
[1] Jean Paul Sartre. “Önsöz”. Yeryüzünün Lanetlileri, Frantz Fanon, Çapa. 2, Avesta, 2007, r. 21.