Nirxê lîreyê Tirkîyeyê careke din dikeve

30/12/2021

Nirxê lîreyê Tirkîyeyê careke din li hember dolar û pereyên biyanî dikeve. Nirxê dolarekî ji 13 lîreyî derbas kir.

Lîreyê Tirkî di meha Kanûnê de %50yî zêdetir nirxê xwe jidest dabû û 19-20ê mehê dolarekî ji 18 lîreyî derbas kiribû. Piştî roja 20ê Kanûnê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, biryarên nû yê aboriyê eşkere kirin, nirxê lîre %33 zêde bûbû û dolarek heta 10.99 lîreyan daketibû.

Lîreyê Tirkî ji roja Duşemê ve, 27ê Kanûnê, bi awayekî berdewam nirxê xwe dikeve û îro dolarek gihat heta 13.33 lîreyan. Li gor biryarên nû yê aboriyê, welatiyên pereyên xwe wek lîre razînin bankayan, zirara wan a li hember dolar dê ji aliyê xezîneya dewletê ve bê dabînkirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Li Wanê qedexeya çalakî û xwepêşandanan 15 rojên din hat dirêjkirin

Weşana paşê

Pirsa mûlakatê: Te çima beşa kurdî xwend?