Nirxê dolarekî ji 16 lîreyê Tirkîyeyê derbas kir

  • 17/12/2021
Nirxê dolarekî ji 16 lîreyê Tirkîyeyê derbas kir
Vahdet Uçar Fotoğrafı

Vahdet Uçar

17/12/2021

 Ligel ku di 10 rojên dawî de Banka Navendî ya Tirkiyê 4 caran midaxeleya bazarê kir jî dîsa dolar li hember lîreyê Tirkî bi 16.10 lîreyan rekoreke nû şikand. Euro jî 18.20 lîreyê Tirkî derbas kir. Daketina bihayê lîreyê Tirkî li beramber pereyên biyanî berdewam e.

Lijneya Polîtîkayên Pereyan a Banka Navendî ya Tirkiyê 16ê Kanûnê rêjeya faîzê careke din jî daxist û rêjeya faîzê daket  bo %14an. Banka Navendî ya Tirkiyê di 21ê Cotmeha 2021an de jî rêjeya faîzê kêm kiribû û ji %18 daxistibû bo ji %16an û 18ê Mijdarê jî ji %16an daxistibû bo %15an.

Piştî biryarê lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest da û di 5 deqîqeyên destpêkê de dolarek ji 15.10 lîreyan derket 15.52 lîreyan.

%d