Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Nîqaşên li ser dîroka hilbijartinê: Kî çi dibêje?

11/01/2023
yes stamp and envelope choice in the use of votes in the general elections Turkey

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Li Tirkiyê rojeva hilbijartinê hêdî hedî germ dibe. Li aliyeke ve nîqaşên li ser namzetan li aliyê din ve jî nîqaşên li ser dîroka hilbijartinê hene.

Nîvîskarê rojnameya Hurîyetê Abdulkadîr Selvî, li ser mijarê nêrînên  Alîkarê Giştî yê AKPê Alî Îhsan Yavuz parve kir.

Yavuz dibêje, “Di derbarê dîroka hilbijartinê de heta niha serokkomarê me biryara xwe nedaye û dîrokek ji bo hilbijartinan negotiye.”

Li gor Yavuz hêj dîroka 18ê Hezîrane ji holê ranebûye.

Akşener: Dîrokeke ku tu bê hilbijartin tune ye!

Seroka Partîya IYI yê Meral Akşener jî tevlî nîqaşan bû û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan hedef girt.

Akşenera ku di komcivîna partiya xwe de axivî û li ser guhertina dîroka hilbijartinê bang li  Erdogan kir.

Wê got, “Di 5 mehên bê de dîrokeke ku tu bê bijartin tune ye.”

Nîqaşên li ser dîroka hilbijartinê jî bi axaftina Omer Çelik dest pê kiribû.

Çelîk dîyar kiribû ku di meha Hezîranê de ji ber ku gelek kes derdikevin betlaneyê ew dixwazin hilbijartinê di demeke zûtir de çêkin.

Dîroka hilbijartinên serokomarîyê 18ê Hezîrana 2023yan e. Li gor qanunên Tirkiyê hilbijartin çar salan çarê çêdibe.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan