Di wê demê de tesadufen nivîseka İsmail Beşikci dixwîne ku têde dibêje keç û xortên kurdan dikarin ji devê mezinên xwe berhemên folklorîk berhev bikin, çimkî ew berhem ji bo nasnameya neteweyî û tarîxa miletê kurd gelek muhîm in. Seyda Goyan li ser vê şîretê dest pê dike, ji derûdora xwe berhemên folklorîk berhev dike.
***
Afirînerîya fikrî, edebî û hunerî lebateka ferdî ye. Çimkî çavîya afirandinê îlham e û îlham jî şexsî ye. Roşinbîr û edîb û hunermend ferdî difikirin û bi qabîlîyeta xwe ya şexsî berhemên xwe tesewur dikin. Lê piştî ku fikrên xwe gotin yan jî berhem anîn meydanê, êdî li gorî tesîra ku kirine yan jî dê bikin, her yek dibe reheka xwînê ya jîyana neteweya xwe. Miletek bi lebata roşinbîr û edîb û hunermendên xwe bi xwe dihese û hebûna xwe hîs dike. Nirxê nasnameya neteweyekê jî di nav miletan de li gorî berhemên wê yên fikrî û esetetîkî diyar dibe.
Di nav gelan de neteweyetî pêşî bi kesan dest pê kiriye lê paşê bi awayekî komelî dewam kiriye. Di nav me kurdan de jî xebat û micadeleya kurdayetîyê; xebatên li ser ziman û nivîsîna Kurdî, berhevkirin û qeydkirina berhemên edebîyata gelêrî bi lebatên ferdî dest pê kirine lê nebûne komelî, yan jî, ji ber şertên ku kurd têde ne, di warê sazîbûnê de lawaz mane. Helbet sazî, dezge, komele û navendên hunerî-kulturî hatine avakirin lê bi awayekî giştî ji payendetîya hereketên siyasî wêdetir neçûne. Ji vê çendê, em dikarin bibêjin ku di nav me kurdan de micadeleya neteweperwerîyê; xebatên zimanî, edebî, hunerî û kulturî bi dînamîzmeka ferdî dimeşin. Di vê nivîsê de wek nimûneyek em ê bala xwe bidin ser xebatên Seyda Goyanî.
Seyda Goyan ji gundên Qilabanê, li Ripinê di sala 1965an de hatiye dinyayê. Qilaban li rexê vî alîyê Zaxoyê, hema bibêjin li ser sînorê Bakur û Başûr e. Gundê Ripin (bi Tirkî: Yeşilyuva) û qezaya Qilabanê (bi Tirkî: Uludere) di gelîyekî de li rex hev in, niha gihane hev. Seyda Goyan heta lîseyê li Qilbanê dixwîne û di sala 1990î de wek memûr li Sazîya Elektrîkê dest bi kar dike. Di wê demê de tesadufen nivîseka İsmail Beşikci dixwîne ku têde dibêje keç û xortên kurdan dikarin ji devê mezinên xwe berhemên folklorîk berhev bikin, çimkî ew berhem ji bo nasnameya neteweyî û tarîxa miletê kurd gelek muhîm in. Seyda Goyan li ser vê şîretê dest pê dike, ji derûdora xwe berhemên folklorîk berhev dike. Ji berhemên ku berhev kirine yekî ji rojnameya Welat re dişîne. Bi vî awayî bala dewletê dikêşe ser xwe. Di sala 1992yan de tê girtin; îşkence, zindan. Ji kar tê avêtin. Lêbelê mehkeme rê nabîne ku ceza lê bibire, piştî ku du meh li zindanê dihêle, wî berdide. Bi hezar zor û zehmetê vedigere ser karê xwe lê wî sirgun dikin. Êdî li Diyarbekir, li TEİAŞê dişixule.
Piştî ku bêhna wî tê ber, li Diyarbekirê jî karê berhevkirina folklora Kurdî dewam dike. Li Qilabanê tenê bi teybeka piçûk deng qeyd dikir lê li Diyarbekir ji xwe re kamera dikire. Rojên tehtîlê, di eydîyan de, di îzna xwe ya salane de li kîderê dengbêjek yan çîrokbêjek hebe xwe digihîne, yan jî wan vedixwîne mala xwe û ji devê bi dehan dengbêjên zilam û jin bi hezaran sitran, kilam, bêrîte, payîzok; efsane, destan, çîrok û berhemên folklorîk yên din bi deng û dîmen qeyd dike.
A di vê demê de, di sala 1997an de min ew nas kir. Seyda Goyan hem li sazîya dewletê dişixulî, hem berhemên folklorîk yên Kurdî berhev dikir, hem jî xebatên komeleyî dikir. Mesela, wî û hinek xwendekaran Koma Derwêşan danîn. Repertuwara perçeyên muzîkê ku vê komê îcra dikir, hemî berhevkirinên Seyda Goyanî bûn, ew bi xwe jî solîstê wan bû. Ew heşt keç heşt kur, şanzdeh kes bûn. Cilûbergên ku wan li xwe dikirin jî hemî Seyda Goyanî bi xwe temîn kirin. Paşê, di kanaleka televîzyonê ya nêzîkî hereketa siyasî de, dîsa di rojên edebîyatê ku Beledîyeya Diyarbekirê organîze dikirin de bernameyên dengbêjîyê amade kirin. Hîn paşê, li Navenda Dîcle-Feratê kedeka hêja da. Wî ev xebatên hanê ji kerema dilê xwe, wek xizmetek ji bo neteweya xwe dikirin. Berhemên ku wî bi hezar zehmetî berhev kiribûn, bo sazîyên ku li Ewrûpayê bi hereketa siyasî ve girêdayî ne şandibûn da ku arşîv bikin lê camêrek herwekî ku wî ew berhev kirine, li ser navê xwe weşandin.
Seyda Goyan li Diyarbekir jî bala dewletê kişande ser xwe. Di sala 2006an de hew mabû wî ji kar biavêjin lê ew sirgunî Batmanê kirin. Lêbelê Seyda Goyanî li Batmanê jî karê berhevkirina folklora Kurdî dewam kir, hetta ku zêdetir kir. Mesela, dest bi kişandina fotografan û çêkirina fîlmên dokumanterî jî kir. Gelek fotografên wî li sazîyên navneteweyî xelat girtin û di çend pêşangehan de hatin nîşandan. Bi qasî deh fîlmên dokumanterî yên jîyana kurdane; jîyana zozanan, çêkirina xwarinên herêmî, govendên kurdan, karê çandinîyê yên wekî dirûna genim û dankutanê, lîstikên zarokan û lîstikên mezinan bi îmkanên xwe kişandin. Di van xebatan de jî hinek kesan keda wî xwarin. Mesela, yekî fîlmeka wî ya dokumanterî li ser navê xwe li kanalên televîzyonan da weşandin.
Hunermendê me yê hêja Mezherê Xaliqî ku ji Sineyê ye, di sala 2003yan de li Silêmanîyê “Enstîtuy Keleporî Kurd (Kurdish Heritage Institute)” ava dike ku ji hemî perçeyên Kurdistanê berhemên folklorîk yên zaravayên Kurdî bide berhevkirin û li vê dezgeyê arşîv bike. Di sala 2005an de têkilîya wî bi Seyda Goyanî re çêdibe. Ji wê demê vir de Seyda Goyan çi berhemên ku bi kamerayê qeyd dike û çi fotografên ku dikişîne, bo Enstîtuy Keleporî Kurd dişîne. Enstîtuy Keleporî Kurd jî bi cuwamêrî piştgirîya Seyda Goyanî dike. Mesela, jê re ekîpmanên nuh temîn dike, berhemên wî yên ku deşîfrekirina wan temam dibe wekî kitêb diweşîne. Heta niha ji berhemên ku Seyda Goyanî berhev kirine ev kitêb hatine weşandin:
– Stranên Folklorîk ên Botanê, Bergê Yekem, 2007
– Stranên Folklorîk ên Botanê, Bergê Duyem, 2008
– Antolojîya Dengbêjên Botanê, 2013
– Destanên Kurdî ji Devera Goyan, 2013
Berga sêyem ya Stranên Folklorîk ên Botanê û Çîrokên Erotîk ên Botanê niha li Enstîtuy Keleporî Kurd ji bo çapê têne amadekirin. Bi vê minasebetê, em malavayîyek bidin mamosta Mezherê Xaliqî jî. Axir, ew jî ferdekî niştimanperwer yê miletê me ye.
Çawa ku dixuye, dezgeyên ku li ser esasê kurdayetîyê hatine danîn û wek kurd li kurdan dinihêrin, li kîderê bin jî, piştgirîya xebatên kurdperweran dikin. Tam li vir, em tiştekî jî bînin bîra xwe. Di salên 1990î de, wexta ku Seyda Goyanî sitran û kilamên Kurdî berhev dikirin, gelek kurdên Bakur ketibûn ber bayê paradîgmayeka wisa ku digotin berhemên dengbêjîyê jîyana paşdemayî û feodal, kultura prîmîtîv temsîl dikin. Lewre gelek kesî kasetên dengbêjan dişikandin û diavêtin çopê. Lê Seyda Goyanî gelek kaset jî berhev kirin û paşê dijîtalîze kirin.
Seyda Goyan di sala 2017an de ji memûrtîyê teqawit bû. Li Qilabanê, li taxa Ripinê, ji bavê wî yê rehmetî xanîyek ku dîwarên wî kevir, serbanê wî dar û herrî mabû. Xanî gelek wext bêxwedî bû. Seyda Goyan piştî ku teqawut bû, çû ew xanîyê kevin tamîr kir. Çend perçe cerr û kûz, şerbik û xilik, dêz û dene, alet û alavên cotyarîyê, hacet û firaqên kevin yên malê, cilûbergên berê ku mane paqij dike û wekî xemil di odayê de bi usûl datîne. Lê paşê bala xwe dide ku derûcîranan ev tiştên hanê virde-wêde avêtine yan jî li gomên pez û axûrên xirabe hiştine. Seyda Goyan wan yek bi yek ji nav axê berhev dike, ji tozûtobarê paqij dike û tîne li wan kelûpelên xwe zêde dike. Bi vî awayî di nav çend salan de muzeyeka muhteşem ya etnografîk tê meydanê. Niha, ji sê hezarî zêdetir materyalên jîyana kurdan ya berê ku hinek jê ji salên 1800î mane di vê muzeyê de hene.
Muze çi ye? Muze ew mekan e ku berhemên tarîxî, hunerî û îlmî yan jî tiştên ku kêrî huner û xebatên îlmî tên ji bo lêkolîner û meraqdaran têde têne muhafezekirin. Berhemên hunerî û materyalên ku di dewra xwe de li jîyanê hatine bikaranîn, ji ber ku ronî dixînin ser dema derbasbûyî lewre ji alîyê zanîna tarîxê ve gelek muhîm in. Meriv dikare bibêje muze hafizaya tarîxî ya miletekî ye.
Seyda Goyanî bi îmkanên xwe yên kesane, bi lebata xwe ya şexsî muze ava kiriye. Lê xanîyê ku wan materyalan têde muhafeze dike, ne qîm dike, ne jî cihekî kêrhatî ye. Ez hêvîdar im Beledîyeya Qilabanê yan jî dezgeyeka din xwe têxe binê bar û jê re mekanekî çêtir ava bike.
Îsal, bi pêşengîya Unîversîteya Şirnexê li rojên 8-10 Eylul 2023, li Qilabanê sempozyûmeka navnetweyî çêbû. Wan Seyda Goyan jî vexwend sempozyûmê û qedrekî baş dan Muzeya Seyda Goyanî. Lewheyên ku muzeyê nîşan didin li du cihî danîn da ku xelk bizane li Qilabanê muze heye. Heta niha bi sedan kesî ev muze ziyaret kiriye, bê pûl û pere. Em dev ji hatinekê berdin, di ser de Seyda Goyan bi xwe ji bo her mêvanek ketiye bin mesrefê. Axir, Seyda Goyan jî wekî gelek kesan di bin mesûlîyeta malê de ye, çar zarok mezin kirine. Lê ji bo miletê xwe jî xizmeteka gelek hêja kiriye, ew ji bo her ferdekî kurd bi vî alîyê xwe wek rolmodel e.