Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê bi milyonan kurd dijîn û bi zimanê kurdî (kurmancî, zazakî) diaxivin. Dema mirov li statuya zimanê kurdî ya li Tirkîyeyê dinêre mirov dibîne ku ziman di bin polîtîkayên asîmîlasyon û bişaftinê da ye. Herçiqas bi awayekî fermî çi astengî li ber zimanê kurdî nebin jî tê dîtin ku bi awayekî keyfî gelek caran çand, ziman, çalakî û bernameyên kurdî têne astengkirin û qedexekirin.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Bazîd Evren dosyeyek derbarê rewşa zimanê kurdî li Serhedê amade kir.
Evren ligel kurdolog Nezîr Ocek axivîye û Ocekî têbînî û zanyarîyên xwe yên li ser meseleyê anîne ziman.
Herêma Serhedê jî yek ji van hereman e ku kurdîya resen ber bi tunebûnê ve diçe. Li gelek deverên Serhedê kurdî bi rêjeyeke mezin tê bikaranîn, lê di nava kurdîya Serhedê de gelek peyvên tikrî jî hene. Ev yek hevoksazîya tikrî jî bi xwe re tîne û kurdîya resen ji holê radibe. Lewma, zana û pispor her tim ji bo perwerdehîya zimanê dayikê bang dikin.
Beşek ji nivîsê wiha ye:
Ocek di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa zimanê kurdî ya li Herêma Serhedê û dîyar kir ku zimanê kurdî di Serhedê de lawaz e. Ocek anî ziman ku her çiqas ziman kurdî ji alîyê nivîskî ve heta astekê hatibe jî, xwendin û nivîsandina kurdî ku ne tenê Serhed, herêmên din jî heman rewş heye, gelek lawaz e. Ocek destnîşan kir ku zimanê kurdî rastî bişaftineke gelekî giran tê û wiha berdewam kir: “Di welatekê de mirov ji bo ziman pêşîyê jin û zarokan dinêre. Zarok di nava kolanan de bi kîjan zimanî bilîze, ew ziman li wî welatî serdest e. Bi rastî zimanê dayikê êdî nemaye, zimanê dapîrê ma ye. Dayik û bavên kurd êdî bi zarokên xwe re tirkî diaxivin. Zimanê kurdî her ku diçe lawaztir dibe.”
‘KURD NANÊ XWE DI ZIMANÊ TIRKÎ DE DIBÎNIN’
Ocek bi lêv kir ku ev yek ne tenê sucê dayik û bavên kurd in û da zanîn ku alternatîfên ji bo perwerdehîya zimanê kurdî kêm in. Ocek destnîşan kir ku zimanê tirkî zimanê aborîyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku dewlet bi zimanê tirkî diaxive kurd jî bi zimanê tirkî dibistanan perwerde dibînin û dikevin ezmûnan nan û mûçeya wan ji zimanê tirkî tê. Ne ji ber ku tirkî weke kurdî, erebî, ingîlîzî hwd. dewlemend e, ji ber ku aborîya wan bi vî zimanî tê girîngîyê didin tirkî.”
Ji bo temamîya nivîsê bitikîne.
Wêne: Ajansa Mezopotamyayê
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.