Tu li neynûkên xwe dinêrî û fam dikî ku bi rastî qîmeteke wan heye û dil nadî wan biêşînî, lewre dikarin ji bo te dergûşekê bikolin dilê te kengî bixwaze, ango tiştê ku kesekî din nikare bike.
***
Qêrîna ewil a ku ji kezeba te derket û li esmanan belav bû, kengî bû? Wextê tu di zikê diya xwe de bûy an wextê tu bi xwîna xwe zayî, bi xwîna ku heta nav her du çavên te jî pêçabû. Çavê te venedibû, her der sor bû. Ew sorbûna xwînê piştre bû sorbûna dil. Dilê te wekî wê xwîna sor her ku diçe tarîtir dibe. Zelalbûn tuneye, lewre tu xwe dipêçî. Dixwazî pak bibî, belkî. Pakbûn dê çawa çêbe, tu bawer nakî hemû baranên dinyayê, baranên sibehên hemû dinyayê jî bikarin te pak bikin.
Tu li siya xwe digerî, dibe ku ew pak be. Li derûdora xwe temaşe dikî, tu xwe nabînî, lê parçeyên ji xwe dibînî li her derê. Mesela neynûkên xwe, gelekî kêfa te tê wexta ku tu ji dil diêşî, hema yek ji neynûkên xwe ji kokê bikişînî û biavêjî ber bayê dûr. Tu her carê yek ji wan jê dikişînî, her carê çiziniyek ji dilê te diçe, ricifînek bi te digire, lê tu dikarî, tu diwêrî her carê bi heman êşê yek ji wan jê bikî.
Wexta ku tu bê neynûk dimînî, tiliyên te wekî berê bi kêr nayên, tu carinan dixwazî hemû pizûrûkên canê xwe bi neynûkên xwe bikolî û birîn bikî, lê tu niha kêmasiya wan dibînî. An jî wexta ku neynûkên te dirêj in, tu carinan dixwazî stûyê xwe bi wan xêz bikî, wek parçeyeke camê tê de dixî û stûyê xwe bi wan xêzikan rengîn dikî. Ew neynûk carinan jî bi awayekî din bi kêrî te tên. Wexta ku bêhna te diçike, tu diçî nav zinaran, li axeke nerm û hûrik digerî. Li ser her du çokên xwe rûdinî û bi neynûkên xwe dikolî, pêdiviya te bi alaveke din tuneye, tu dikolî bi saetan, li ser rûyê te bişirîneke hişk çêdibe, tu dikolî, nav neynûkên te dibin ax, tu di nav xwîdanê de dimînî, bila! Piştre kulm bi kulm wê axê derdixî, wexta ku dibînî bûye dergûşeke li gorî bedena te, tu hema hemû cilên xwe ji xwe dikî, wekî cara ewil ku tu bi xwîna xwe zayî, xwe sivik sivik di nav wê de dirêj dikî, her du destên xwe datînî ser singê xwe û çavên xwe digirî, li bendê dimînî ku şev wekî lehîfekê bê û te bipêçe da ku bêhna te dîsa fireh bibe.
Tu bi tîra tavê çavên xwe vedikî, laşê te giran e, mirov dibêje qey ji mirinê şiyar dibî. Radibî ser xwe, cilên xwe yên ku te hema avêtibûn ser erdê, werdigirî û dest bi rojeke nû dikî. Diçî kulîlkan bêhn dikî ji bo ku bêhna axê ji pozê te derkeve, lê bêhna mirinê ji wan tê. Berê xwe didî kîjan alî, nikarî bêhneke xweş bibînî, bêhna te fireh nabe.
Li neynûkên xwe dinêrî dîsa, şûna axê tê de maye. Bi alîkariya neynûkên din dixwazî nav wan paqij bikî, wekî ku quşxaneyeke binîgirtî radiwêjî. Hema bi zorî û zehmetî. Piştre ji bo demekê dîsa lê dinêrî, baş paqij nebûne, lê gelo wekî din bi kêrî çi tên? Dikarin bayî di nav xwe de heps bikin? An dikarin hemû şewatan di nav xwe de bihewînin wekî hûrikên axê? Dikarin gelo êşên ku di nav tiliyan de gihîştine hev û hema li kîjan germahiyekê dikevin, disincirînin; dikarin hinek bicemidînin û rihet bikin? An tu di serê xwe de mezin dikî van hemû tiştan? Te dît carinan jî wisa dibêjin: mezin neke! Dibêjin û ji xwe re dikenin. Nizanin tu ji bo çi mezin dikî, nizanin û bersivek jî tuneye ku bidin, ji ber vê, ji bo hema ku xwe ji te bifilitînin, bi awayekî rihet, bi halê nezantî, wekî ku dixwazin dilê te aram bikin, wê peyvê dibêjin, lê nizanin, çawa ku tu wê peyvê seh dikî, hema wê demê dixwazî wan neynûkên xwe yên tûj di nav çavê wan de bixî û heta lêva wan bixirmiçînî, wekî pişîkeke har! Nizanin tu dixwazî vî tiştî bikî, lewre pir rihetî dikarin tiştên wiha bibêjin. Tu li neynûkên xwe dinêrî û fam dikî ku bi rastî qîmeteke wan heye û dil nadî wan biêşînî, lewre dikarin ji bo te dergûşekê bikolin dilê te kengî bixwaze, ango tiştê ku kesekî din nikare bike.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.