Lîf di çi de hebe û zêde be, pêwîst e nexweşên dîabetê berê xwe bidin wan xwarinan. Lîf bi piranî di fêkî, sebze û di cureyên zadan de tên dîtin. Di perhîza nexweşekî dîabetê da bi kêmanî divê 25-30 gram lîf hebe. Di fêkiyekî de bi qasî 3-4 gr, di taseke zeletê de 5-6 gr, di 7-8 kefçîyên xwarineke bisebze de 10 gr û di pariyekî nanî de 3-4 gr lîf heye. Xwarinên têrlîf, di mîdeyê de bi asîda mîdeyê diwerimin û hesta têrbûnê zêde dikin.
Dijminê zarok, mezin, kal û pîran: Li dinyayê wekî Dîabet, li bakurê Kurdistanê jî di nava gel de wekî “şekir” tê zanîn. Zanîn berî her tiştî ji bo haydarî, baldarî û pê re pê re jî deriyê tendurîstiyê ye. Ji bo têgihiştinê, lazim e em pankreas û însulînê rave bikin. Pankreas endamekî li pişt mîdeyê ye. Yê ku hormona însulînê hildiberîne jî pankreas e. Glukoza ku di roviyan da ji perçebûna xwarin û vexwarinên me peyda dibe; bêyî însulîne nikare bibe enerjî ku kas û raçînkên me bi kar bînin. Ango, encax gava însulîn xwe digihîne glukozê; glukoza di xwînê da wekî şekir vedugeheze û dibe enerjî. Gav bi gav û li ser mînakan em dikarin wisa rave bikin:
– Gava em nanî dixwin karbonhîdrata di nava nanî de, di laşê me de dibe glukoz.
– Ev glukoz ji roviyan derbasî xwînê dibe. Li vir, li benda însulînê dimîne.
– Însulîn jî ji aliye pankreasê ve tê hilberîn. Pankreas, piştî însulînê hildiberîne dişîne xwîne.
– Însulîn gava di nav xwînê de digihije glukozê; bi glukozê re ji bo kas û raçînkan dibe enerjî û ji bo tevger û libatên laşê me tê xerckirin.
Heke pankreas, însulînê bi qasî pêdiviya laşê me hilberîne û laşê me jî karibe wê însûlînê bi kar bîne pirsgrêk jixwe tuneye. Lê du awa hene, heke pêk neyên nexweşiya dîabetê derdikeve holê. Ya ewil ew e ku laşê me nikaribe însulînê bi kar bîne. Ya din jî ew e ku pankreas bi qasî pêwîstiya laşê me nikare însulînê hilberîne. Heke laş nikaribe însulînê bi kar bîne ew dibe Dîabeta Tîp-1ê. Lê heke pankreas bi qasî pêdiviya laşî nikaribe însulînê hilberîne ew jî dibe Dîabeta Tîp-2êî. Her du tîp jî bi xwarin û vexwarinê dibe ku baştir bibin. Tîp-2, bi baldariya xwarin, vexwarin û bi alikariya bijîşk û dîyetîsyenekî dibe ku bi temamî derbas bibe.
Pêşniyazên xwarinê ji bo nexweşên diyabetê:
1- Rojê 5-6 caran xwarin pêwist e: Ji bilî danên sereke wekî taşt, firavîn û şîvê; du yan jî sê danên navberê jî pêwîst in. Ev danên navberê 2,5-3 saet piştî danên sereke divê bên xwarin. Lazim e neyê jibîrkirin ku ev danên navberê jî dan in û divê neyên piştguhkirin. Heke, di danên navberê da fêkîyek û xwarineke biproteîn pêkve bê xwarin hevsengîyek di şekira nav xwînê de çêdibe.
2- Divê şûna nanê spî, nanê genimê tev (nanê xwerû bi genim) bê xwarin û şûna fêkiyên zêde bişekir jî fêkiyên kêmşekir bên xwarin: Li şûna nanê spî, divê em berê xwe bidin nanê genimê tev û çevder. Divê li şûna birincê, savar bê xwarin. Divê li şûna ava fêkiyan, fêkî bi qaşilan bê xwarin. Di hinek fêkiyan de şekir zêde ye. Wekî; mûz, hejîr, tirî, petêx, zebeş. Li şûna van fekiyan sêv, porteqal, mendelîn, kîvî bên xwarin baştir e. Ji ber ku di van de şekir kêmtir e.
3- Lîf ji bo dîabetê derman e: Lîf di çi de hebe û zêde be, pêwîst e nexweşên dîabetê berê xwe bidin wan xwarinan. Lîf bi piranî di fêkî, sebze û di cureyên zadan de tên dîtin. Di perhîza nexweşekî dîabetê da bi kêmanî divê 25-30 gram lîf hebe. Di fêkiyekî de bi qasî 3-4 gr, di taseke zeletê de 5-6 gr, di 7-8 kefçîyên xwarineke bisebze de 10 gr û di pariyekî nanî de 3-4 gr lîf heye. Xwarinên têrlîf, di mîdeyê de bi asîda mîdeyê diwerimin û hesta têrbûnê zêde dikin. Şekir û kolesterola di xwarinên têrlîf de zû bi zû derbasî xwînê nabin. Ev jî rêyê li ber şekira di nav xwînê de digre ku ji nişka ve bikeve yan jî zêde bibe. Xaleke din ya girîng jî av e. Xwarinên têrlîf bên xwarin û av kêm bimîne dibe ku bibe sebeba qebzîyê.
4- Di nexweşên dîabetê da kêmaniya vîtamîna Dyê berbelav e: Di gelek nexweşên dîabetê da kêmaniya vîtamîna Dyê heye. Lewma di tehlîlên xwînê yên nexweşên dîabetê de, encamên pîvana vîtamîna Dyê girîng e. Li gorî encaman heke pêwîst be divê suplement-teqwiye bê bikaranîn. Ji bo parastina pîvana vîtamînê ya Dyê pêşniyaz ew e ku xwarinên wekî mahsî, hêk û hin şînkayî bên xwarin. Ji bo vîtamîna Dyê tav jî gelekî girîng e. Laş gava tavê dibîne, vîtamîna Dyê ya di laşî de aktîv dibe.
Çavkanî
Med Clin Notrh Am.1993 Jul;77(4):773-82. doi: 10.1016/s0025-7125(16)30223-1.
Clin Endocrinol Metob.1982 Jul;11(2):503-24.doi: 10.1016/s0300-595x(82)80026-1.