NewsLabTurkey ji bo Bernameya Perwerdehiya Herêmî ya 2yemîn ku di navbera 6-12ê Kanûna 2021an de wê li Îzmîrê bê lidarxistin li beşdarên xwe digere!
Bernameya perwerdehiya herêmî ya ku bi mebesta zêdekirina qalîteya karê rojnamegerên herêmî yên li Tirkiyeyê û peydakirina jêhatîbûnên nû li benda serlêdanên rojnamegerên li Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Osmaniye û Kilîsê dijîn e.
Rojnamegerên ku dixwazin beşdar bibin divê herî dereng heta 12ê Mijdara 2021ê saet 23:59an forma serîlêdanê bi tevahî tije bikin.
Piştî nirxandina ku ji aliyê juriyê ve hat kirin, dê di 19’ê Mijdara 2021’an de bi namzetên ku di bernameya perwerdehiyê de beşdar bûne werin hilbijartin. Namzetên ku serlêdanên wan neyînî ne dê di 26ê Mijdara 2021an de werin agahdar kirin.
Zimanê perwerdehiya bernameya ku dê bêpere pêk were tirkî ye û kotaya wê jî 10 kes e.
Divê beşdarên Bernameya Herêmî di navbera 6 – 12 Kanûn 2021 de karibin rêwîtiyê bikin û li derveyî bajêr bimînin.
Ji bo lînka serîlêdana bernameyê bitikînin.
Hesta Zimanî di nav Kurdîya Reş û Sipî da23/04/202416:21 ‘Ay lê gulê’: Stranên li ser ‘Gul’ê23/04/202414:40 Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 9: Xwedaynameg23/04/202412:12 Belçîka – Polîsan bi ser Stêrk TV û Medya Haberê da girt23/04/202411:05 7 rojnameger hatin desteserkirin23/04/202410:48