Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Newroza Diyarbekir: Rîtuel û Realîte

21/03/2023

Sosyologê Fransî Jean Baudrillard, ku bo meseleyên sîstem û sîmulasyonê serê xwe êpêce êşandiye, ser Amerîka û çermsorên wî welatî, bi Tirkî, Kizilderili, meseleyeke pir mehnedar nivîsîye.

Baudrillard dibêje Amerîkî pesnê xwe didin ku wan bi plan û program hejmara çermsoran rakiriye radeya berî keşfa Amerîka. Li gor Baudrillard, ew jî ne bes e, Amerîkî tew bi serbilindî dibêjin wan kiriye ku hejmara çermsoran ji ya berî keşfê jî derbaz bike.

Lê çi fayde ku bi gotina Baudrillard, zêdekirina çermsoran zirarê dide kultura wan ku ew di eslê xwe de dixwazin hindik bin û naxwazin wisa çawalêhato zêde bibin. Yanî bi navê medeniyetê qaşo, kultur tê kuştin û çermsor tenê sembolîk zêde dibin, namînin.

Diyarbekir bi dehan sal in Newrozê bi sekneke siyasî bi kombûna bi sed hezaran însan pîroz dike. Li van Newrozan sîyasetvan li ser sahneyê axaftinên bi dirêjîyên xwe acizîyê çêdikin hêl û hunerên xwe raber dikin. Stran û slogan têne gotin, mektûbên heps û zindanîyan têne xwendin, silav ji serê çiya re û ji vî bajarî û ji wî bajarî re têne şandin û ronka royê agirekî gur tê dadan. Medya jî bi sedan rojnamegerên xwe bi hezaran fotograf û vîdyoyan çar kêm çar zêde Newrozê wanî radigihîne.

Ev di meydanê de hêla Kurdan e, li hêla din, ne li hêla din ya rast, hema bêje li her cîhê meydanê bi tecrûbeyên tepeserkirinê Tirk hene ku dewleta wan ya yaman her sal di Newrozê de xwe hinekî din pêşve dibe û hinekî din bi ya xwe dike. Mesela partîyên bi mîlyonan Kurd li pey in karta çapemenîyê didin te bo Newrozê, lê di destê polîsan de dosyeya rojnamegerên akredîtebûyî heye û tevî ku tu akredîte bûyî jî çar-pênc neqlan li cîhên cihê bi tarzeke meriv pê çîşkî tacîzê hîs dike her derê te kontrol dikin.

Hinekî enteresan e, Kurd bo vêxistina agirê Newrozê bi ro diçin, diherikin meydana Newrozê, lê polîsên Tirk bi şev barîyerên xwe datînin û rê digirin û bi textik mextikan agiran vêdixînin û li dorê top dibin. Eger em bêjin agirê Newrozê ronahî ye û bo ronahîyê, ne binî royê lê nava şevtarîyê lazim e, bi ûsil û qaîdeyan ya polîsên Tirk dikin Newroztir e. 

Bi ro, polîsên li sahneyê, polîsên li pişt protokolê, polîsên di nêv milet de, polîsên li ber barîyeran, polîsên li derveyî meydanê, polîsên li kêleka rojnamegeran disekinin û ew jî nola wan vîdyo û fotografan digirin, çi bigir dibêjin hûn î şaş in, Newroz wanî nayê pîrozkirin û tehmê nadin milet.

Tarîx wê çi bike çito bike hîn ne bêlî ye, bes êdî wext hatiye ku maqûl û mezinên Kurdan bo pîrozkirina Newrozê rê û fikrên nû bibêjin ku bi sed hezaran kes salê carekê li meydanekê bi îzna dewletê dayî ji rîtuel û realîteyê dûr nekevin.

Jêder: 

Baudrillard, Jean: Simülakrlar ve Simülasyon, Doğu Batı Yayınları, 2020

Omer Faruk Baran, ku xêncî quncika xwe ya li Botan Timesê bo Perxudres Podcastê jî edîtorîyê dike, di Newroza Diyarbekir ya 2023yan de li pişta wî bi ”eger me hebûya îtifaqek” çerx bû. 


Edîtorî û wêneyê manşetê: Murat Bayram

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê