“Heta niha gelek kitêb li ser Şêx Seîd hatine nivîsîn ku hemî bi yek devî, bi heman agahîyan hatine nivîsîn û bi devê kemalîstan hatine nivîsîn.”
Li Amedê Fuara kitêban ev 5 roj in dewam e ku dê heta 24 vê mehê berdewam be. Gelek nivîskaran li ser standan kitêbên xwe bo xwînerên xwe îmze kirin.
Nivîskarê Avestayê, nevîyê Şêx Seîd jî li standa Avestayê bû, kitêba xwe ya bi navê Şeyh Said Efendi – Hayatı, İlmi ve Tasavvufi Anlayışı – 1925 Hareketi ( Şêx Seîd Efendî – Jîyan, Ilm û Têgihiştina Wî ya Tesawwufê – Hereketa 1925an) îmze dikir.
Abdulilah Firat derbarê navdarî û giringîya Şêx Seîd da destnîşan dike ku temamîya alema ereban, Îran, Hindistan û Pakistanê hemîyan Şêx Seîd nas kirine. Firat dîyar dike ku Şêx Seîd hem alim hem jî muderris e.
Li Amedê navê kolanê dê bikirana Şêx Seîd ku li ser vê yekê hem li cem tirkan hem jî li cem kurdan û gelek kes din bû sebebê nîqaşan. Ji alîyê tirkan ve gelek reşkirin li se navê Şêx Seîd hatine kirin.
Hidudê edepsizîyê tune, mirov nikare mudaxeleyî edepsizan bike.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Abdulilah Firat
Nevîyê Şêx Seîd, Firat li ser dîrok û rastîya navê wê kolanê dide zanîn ku ji berê da ye ji bo wê kolanê navê Şêx Seîd hatîye bikaranîn.
Ew nav ne yê îro ye, wexta Şêx Seîd ji Vartoyê derdest dikin tînîn, temamê xelkê Dîyarbekirê rêz dibin li ser kolanê ji bo hatina Şêx Seîd.
Abdulilah Firat
Firatî li ser dîrok û serpêhatîya wê kolanê lêkolîn kirîye ku ew ji dîrokzanekî dizane ku ji wê kolanê ra rêya Şêx Seîd tê gotin.
Ew balê dikêşe ser wê yekê ku sîstem ji bo dijminê xwe heqê însanî, beşerî û îştîmaî ji berê heta niha qebûl nekirine.
Yekî li ser fikra wan nebe, ehlê xîyanetê ye û ji ehlê xîyanetê ra jî ti car tavîz nadin, adetê wan yê qedîm e
Abdulilah Firat
Ew razîbûna xwe li ser xwedîderketina li Şêx Seîd tîne ziman ku xelk lê xwedî derketîye.
Firatî kitêbeka sê cild derbarê Şêx Seîd da amade kirîye ku ji weşanên Avestayê çap bûye. Ew li ser giringî û cihê wê yê di edebîyata kurdî da axivî. Firat balê dikêşe ser wê yekê ku heta niha gelek kitêb li ser Şêx Seîd hatine nivîsîn ku hemî bi yek devî, bi heman agahîyan hatine nivîsîn û bi devê kemalîstan hatine nivîsîn.
Firat yek ji armanca xwe ya vê kitêvê wisa tîne ziman ku wî xwestîye Şêx Seîd bi awayekî kamil fikr, micadele û heyata wî bide nasîn.
Ewên kitêbê dixwînîn dê dewa Şêx Seîd nas bikin.
Abdulilah Firat
Çi bûbû
Walîtîya Amedê ragihandibû ku ew dê berdewamîyê bidin karê xwe yê qedandina Kolana Şêx Seîd. Li ser vê yekê gelek sazî, kes û partî derbarê Şêx Seîd da axivîn. Gelek kesên tirk li ser wê yekê dest bi reşkirina şêx seîd kirin û gelek kesan ew wekî xayîn îlan kir. Li ser vê yekê ji alîyê kurdan ve jî, hem sazî û dezgehan hem jî li meclîsê Şêx Seîd wekî pêşeng û nirxê miletê kurdan hate parastin.
Herî dawî ji alîyê, komeka ciwanan ve li Amedê, li ser birca li Qada Şêx Seîd û li gelek bajarên din poster hatibûn daliqandin ku li ser wan posteran fotoyên kesên dîrokî yên wekî Şêx Seîd, Qazî Muhammed, Leyla Qasim, Seyîd Riza û Musa Anter cih digirtin.
Li ser posteran, di bin wêneyî da Ez Kurd im, Nemir im hatibû nivîsîn.
- Derçûyê beşa Edebîyat û Zimanê kurdî û Mastera bitez a kurdî ye. Olmez, ji bilî karê akademîyê li Mirza Basım Yayım Dağıtım Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi (Pirtukakurdi)yê wekî asîstan xebitîye. Wî edîtorîya 3 kitêban û redaktorîya kitêbekê kirîye. Li companîya Thotsê a Çînê karê deşîfrasyonê di zimanê kurdî da kirîye. Wî li ser malpera Kurdshopê, wek qunciknivîs li ser edebîyat, çand û hunerê nivîsîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsaran dixebite.
Weşanên dawiyê
- Hevpeyvîn10/09/2024KURTEPIRS: Ali Kemal Çınar
- Rojev29/08/2024MEB: Li dibistanan metoda pirzimanî tê xurtkirin
- Hevpeyvîn23/08/2024KURTEPIRS: Sadiq Ûskan
- Hevpeyvîn21/08/2024KURTEPIRS: Jehrmar