Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Neteweyên Yekbûyî: Piştî erdhêjên li Tirkîyeyê 1.5 milyon kes bêmal mane

27/02/2023

6ê Sibatê li Tirkîyeyê du erdhêj çêbûn. Wan erdhêjan tesîrê zêdetirî 13.5 milyon kesan kir.

Pisporên Geşêdanê yên Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku 1.5 milyon kes di erdhêjê de bêmal mane.

Her wiha didin zanîn ku divê ji bo mexdûrên erdhêjê kêmane 500 hezar xanîyên nû bên avakirin.

Ev yek eşkere dike ku ev erdêjên herî mezin ên dîroka Tirkîyeyê ne û dibe ku mezintirîn felaketa xwezayî ya welêt be.

Nûnera UNDPyê ya Tirkîyeyê Louisa Vinton

Nûnera Pêşketinê yên Neteweyên Yekbûyî a Tirkîyeyê Louisa Vinton dide zanîn ku berîya avakirina malên nû divê texmînî 116-210 milyon ton jibermayîyên kavilan bên paqijkirin. Ji bo zelalbûna vê mijarê jî mînaka erdhêja 1999an a Stenbolê da ku di encama wê erdhêjê de 13 mîlyon ton jibermayîyên kavilan çêbûbûn.

Li gor daneyên ku AFADê eşkere kiriye heta aniha 44 hezar û 374 kes mirine.

Wergêrî û berhevkirina vê nûçeyê Yonca Sarsilmazê kiriye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

RAWEST: Kal û pîr xwe ji ciwanan bêçaretir hîs dikin lê ciwan ji pîran bifikartir in

Şîrketa Lêkolînan Rawestê raportek derbarê “Rewşa Piştî Erdhejê, Qenaet û Hêvî” (Depremin

Li herêma erdhêjê de 3 mîlyon kesan koç kirine

Erdhêja 6ê Sibatê bandor li 13 mîlyon kesan kir. Li gor agahîyên

“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”

Bajarê Amedê jî ji erdhêja 6ê Sibatê para xwe girt. Bi hezaran