“Neteweperwerîya şanoya Kurdî” bû pirtûk

28/04/2025

Pirtûka “Tiyatroda Kürt Milliyetçiliği: Irak Kürdistanı’nda Performans, Politika ve Direniş” (Neteweperwerîya Kurdî di Şanoyê de: Performans, Siyaset û Berxwedana li Kurdistana Iraqê) a nivîskar Mari R. Rostami hatiye weşandin. Pirtûka ku ji aliyê Hikmet İlhan ve ji Îngilîzî ji bo tirkî hatiye wergerandin, ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin.

Naveroka pirtûkê

Pirtûk diyar dike ku şanoya li Kurdistana Iraqê ji salên 1920ê heta niho wek amrazeka avakirina nasnameya neteweyî û modernîzasyonê hatiye bikaranîn. Di rêya şanoyê de xwendin, nivîsandin, perwerde û mafên jinan hatine teşwîqkirin.

Li gorî pirtûkê, şanoya Kurdî ku folklor, efsane û dîroka herêmî dihewîne, bûye yek ji hêmanên herî dîtbar ên neteweparêziya çandî ya Kurdî. Bi demê re, şanoyê rexneyên li dijî feodalizm û monarşiyê dihewandin û ew bûye beşek ji tevgera siyasî ya firehtir ku di sala 1958an de bû sedema rûxandina monarşiyê.

Berxwedan û sansûr

Di navbera salên 1975-1991ê de, tevî sansûra tund a rejîma Baasê, şanoya Kurdî bi bikaranîna çand û edebiyata gelî û diroka Kurdî berdewam kir. Vê yekê alîkarîya wê yekê kir ku neteweparêzî û berxwedana Kurdî berdewam bike.

Ev pirtûk ku yek ji pirtûkên yekem e ku ji şanoya Kurdî re hatiye terxankirin, li ser deqên dramatîk ên wê demê, hevpeyvînên bi hunermendên şanoyê re, belgenameyên dîrokî û çavkaniyên rojnamegeriyê ava dibe. Her holê, pirtûk nîşan dide ka şanoyê çawa alîkariya têkoşîna neteweyî ya Kurdî kiriye û di demên cida yên dîrokî de bersiva guherînên siyasî daye.

28/04/2025

Nivîskar: Botan Times

Çavkanî: Weşanxaneya Avesta, Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Ali Duran Topuz’s Address to the European Parliament

Weşana paşê

New Book on Kurdish Theater Released