Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

NameBT dê her hefte nameyên nûçeyan bişîne

07/08/2024

Botan Timesê dest bi xizmeteka nû ji bo xwendevanên xwe kir. Ji vê hefteyê pê ve em ê her hefte li ser naveroka weşanên xwe e-nameyekê ji we re bişînin. NameBTyê dest bi weşanê kir.

5 edîtor, 5 namenûçeyên hefteyî – 2025

Berpirsê giştî yê Botan International Medya LTDyê Murat Bayramî diyar kir ku vê hefteyê wan dest bi xebatên ji bo NameBTyê kiriye û nêzîkî 400 kesan navê e-posteya xwe qeyd kiriye.

Wî eşkere kir plana wan ji bo sala 2025ê heye ku 5 edîtor ji bo pênc namenûçeyan dê hefteyekê bixebitin û ji xwendevanên Botan Timesê re bişînin.

Heman name dê heftane li Botan Timesê jî bê weşandin.

NaverokBTyê dest pê kiriye

Bayramî di nameya ji bo wan kesên xwe qeyd kirîn de ho gotiye:

Merheba,

Hemî demên te xweş bin.

Heger te ev nameya elektronîk standibe tu jî tevlî lîsteya me ya name-nûçeyan bûyî. Em ê li nameyekê nûçeyên kurt û zelalkirî yên li ser naverokên Botan Timesê heftane ji te re rêkin.

Ji bo sala 2025ê em xwe amade dikin ku heftane 5 nameyên bi naverokên “DinyaBT- nûçeyên navneteweyî” “MedyayaMe – rojeva hefteyeka medyaya kurdî” “DerdorBT – nûçeyên li ser derdorê” “BotanTeyîd-Nûçeyên piştrastkirî” “NaverokBT – Kurteya weşanên hefteyeka Botan Timesê” bişînin.

Ji bo her nameya nûçeyan edîtorên cida dê hefteyekê xwe amade bikin û ji qutîka te ya posteya dîjîtal re rêkin.

Naverokên li ser agahiyên heqîqî hatî avakirin yên li ser gelekê ked û lêkolîn hatî kirin û bi kalîteya bilind hatî amadekirin dê li ber destê te be.

Em bi NaverokBTyê dest pê dikin.

Li ser xêrê be

Murat Bayram, berpirsê Botan Timesê

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Zextên li ser rojnamegeran di meha Çileyê de zêde bûn – DFG

Li Tirkiyeyê di meha Çileyê de 18 rojnameger hatine desteser kirin û

Rojnamegera Îtalî hefteyek e di hicreyeka girtîgeheka Îranê de ye – The Guardian

Cecilia Sala rojnamevana ku ji bo rojnameya Il Foglio û Chora Media

Lêpirsîn li dijî rojnameger Oznur Degerê dest pê kiriye – bianet

Serdozgerîya Komarî ya Mêrdînê li dijî nûçegihana JINNEWSê Oznur Degerê lêpirsîn dest