Pirtûka nivîskar û lêkoler Necat Zivingî ya bi navê Abdurrahim Rahmi Zapsu: Çok Yönlü Bir Tanıklığın Öyküsü hat weşandin. Pirtûka ku ev demeke dirêj e Zivingî li ser dixebite derbarê jiyan û berhemên Zapsu da agahîyên nû û giring dide xwendevanan. Pirtûk ji 400 rûpelan pêk tê û ji Weşanxaneya Doğanê derketiye. Pirtûk bi tirkî hatiye nivîsîn û hemû helbestên Zapsu yên kurdî jî li gel wergera tirkî tê de cih digirin.
Abdurrahim Rahmi Zapsu ku wekî Evdirehîm Rehmî Hekarî jî tê nasîn, wekî yekem nivîskarê şanonameya kurdiya kurmancî û amadekarê mufredata perwerdehîya kurdîyê ye. Lêkoler û nivîskar Zivingî di pirtûka xwe ya nû da cih dide helbestên çapnebûyî yên Abdurrahim Zapsu. Bi vê berhemê yekem car arşîva Abdurrahim Zapsu bi hevkarîya malbata Zapsu hat lêkolan.
Derbarê qonaxa amadekirin û naveroka berhemê; giringî û şexsiyeta Zapsu da, nivîskarê berhemê Necat Zivingî ji bo Botan Timesê axivî.
Wisa diyar e pirtûka te bi kedeka mezin hatiye amadekirin. Gelo çi bû sedem ku hûn ketin bin barekî ewqas mezin, ango çi bû sedem te dest bi lêkolîn û nivîsîna jîyana Zapsu kir?
Zapsu ji bo serdema modernîte û ronakbûna Kurdî kesayetekî pêşeng e. Hem ji arîstokrasîya Kurd tê, hem alim e, hem jî neteweperwer e. Mirovekî navend e. Vê navendbûnê bala min kişand û min pêwîstî pê dît ku nifşên nû wek modelekê wî nas bikin. Bi vê mebestê di sala 2015an da min bîyografî û helbestên wî yên dihatin zanîn bi Kurdî çap kirin. Lê wê demê agahîyên li ber destan hindik bûn, arşîva Zapsuyî venebûbû. 2-3 sal berê arşîva Zapsuyî li ber min vebû û min dest bi nivîsîna berhema nû ya bi tirkî kir. Ev berhem (Çok Yönlü Bir Tanıklığın Öyküsü) û berhema sala 2015an (Zana û rewşenbîr Evdirehîm Rehmî Hekarî) ne heman berhem in. Du pirtûkên cuda ne. Lê ji ber agahî bi piranî nû bûn, pêwîst e bîyografîya Zapsuyî ya Kurdî li gor vê berhema tirkî ji nû ve bê nivîsîn.
‘SEDEMA TIRKÎBÛNA BERHEMA NÛ NE TERCÎHA MIN E’
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Ez bawer im wekî min, gelek kes meraq dikin ka çima zimanê pirtûka te bi tirkî ye? Yan pirtûka ku tê da behsa jîyana şexsîyetekî kurdperwer dikî çima ne bi kurdî ye?
Min heşt sal berê jîyana wî bi kurdî nivîsî. Tim di bîra min de bû ku tirkîya wê jî hebe. Lê sedemê tirkîbûna berhema nû ne tercîha min e. Malbata Zapsuyî ji min xwest bi tirkî binivîsim û hemî helbestên wî yên kurdî wergerînim tirkî. Bi vî awayî ev berhema tirkî derket holê. Çiqas ziman, ewqas bêtir xwendin û belavbûn e. Zanîna di derbarê kurdan da ne tenê Kurdan, gelek caran hemî mirovahîyê eleqedar dike. Lewma em nikarin bêjin bila Kurdî be, tenê Kurd bixwînin. Û mixabinîya me, jixwe sedî nodê Kurdan nikarin bi Kurdî bixwînin. Hêvîdar im ev berhem di pêş de li gelek zimanên wek Erebî, Farisî û Ingilîzî jî bê wergerandin.
‘EW YEKEM KES E KU DÎROKA KURDAN MENZÛM Û BI KURDÎ NIVÎSIYE’
Te di nivîseka xwe da gotîye ‘yekemîn şano-operet, yekemîn helbestên kurdî yên nûjen hemû berhemên pênûsa Zapsuyî ne.’ Gelo kesekî bo zimanê kurdî ewqasî karên bêhempa kirine çima heta niha bêhtir nedihat nasîn?
Zapsu, ango Rehmî Hekarî, di nav Kurdan de kêm zêde dihat naskirin. Taybetî, bi wesfê xwe yê nivîskarê yekem şano ango pîyes-opereta Kurdî û di şi’ra Kurmancî da damezrênerê şi’ra nû. Lê niha em pê dihesin, di gelek waran da pêşengî kiriye. Mînak, yekem kes e ku dîroka Kurdan menzûm û bi Kurdî nivîsîye. Navê wê “Perek Zêrîn Ji Tarîxê” ye. Em ê wê berhema wî ligel krîtîka têgihîştina dîrokê, di payîzê da çap bikin. Dîsa yekem kes e, ji bo zarokên Kurd bi berfirehî mufredeta perwerdehîya Kurdî nivîsîye. Ji gramerê heya coxrafya, tendurustî û matematîkê. Yekem Kurd e, ji hundir behsa prosesa hilweşandina mîrektîyên Kurd û veguherandina sosyolojîya Kurdistanê dike. Her wiha ya ez dizanim yekem Kurd e, bîranînên xwe yên şerê cîhanê û hêsîrîyê nivîsîne. Bi vî awayî gelek taybetmendîyên wî hene. Tenê ne dîrok û edebîyat, di sîyaseta Kurdî da jî roleke wî ya giring heye. Piştî şerê cîhanê ji bo tesbîtkirina rewşa Kurdistanê, di sala 1919an da ligel Bedirxanî û Cemîlpaşa wek nûnerekî Kurd tevlî seyaheta Noelê Brîtanî dibe. Yek ji damezrênerên Civata Hêvî ye ku yekem komeleya şagirtên Kurd yên zanîngehê ye. Hêvîdar im ev berhem di kesayeta Zapsuyî da qonaxeke sîyaset û edebîyata Kurdî ronîtir bike.
‘DI EDEBÎYATA KURDÎ DA PIRA DI NAVBERA DUH Û ÎRO DE YE’
Herwiha di pirtûka we da helbesta “dotmîr” yê ku Zapsuyî bo Bedîrxanî Hîdayet xanim nivîsîye jî cih digire gelo? Hûn dikarin bi kurtasî behsa çîroka wan bikin?
Belê, ew helbest jî di berhemê da cih digire. Hîdayet xanim ji mala Bedirxanîyan jineke çalak e. Dema Cemîyeta Tealî ya Jinên Kurd di sala 1919an da tê damezirandin, Hîdayet xanim yek ji pêşengên wê ye. Evdirehîm Zapsu dil dikeve Hîdayet xanimê, ji hev re name û helbestan dinivîsin. Di gulana 1920î daa dizewicin. Du keç, du kur çar zarokên wan çêdibin. Keça wan Hale xanim wê piştre bi zana û pêşengê Kurd Mûsa Anter re bizewice. Evdirehîm Zapsu çawa di edebîyata Kurdî da pira navbera do û îro ye, bi malbatî jî dibe pira navbera tevgera Kurd ya berê û ya piştî salên 1950yî.
Ronakbîrê kurd Zapsu, 9ê Sibata 1958ê li Stenbolê diçe ber dilovanîya Xwedê. Li goristana Necatî Begî tê veşartin. Du keç, du kur, çar zarokan; 27 bi Kurdî, 94 bi tirkî bi tevahî 121 berheman li dû xwe dihêle.
- Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar21/03/2024Li bin baranê Newroza Amedê û peyamên Leyla Zanayê
- Nûçe19/03/2024Namzedê Yenîden Refahê: Ev bajar ne layiqî vê xizmetê ye
- Hevpeyvîn13/03/2024Namzeda CHPyê: Koperatîfên jinan projeyên me yên sereke ne
- Nûçe08/03/2024Namzedê Saadetê: Şaredariya Diyarbekirê ne 8 sal in, sed sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin!