Ne Xayiniya Kurdan Ne jî Neyariya Kewan bo Qewmê Xwe

Qebûlkirin û bawerkirina îxaneta kurdan ya ku wekî xisleteka kurdan tê nîşandan, encam û destkeftiyên êrişeke wisa heye ku niha kurd bi xwe bêhemdî bûne leşker û alîgirên vê êrişê. Ev semptomên nexweşiyeka zexm in û çê dibe  derb û zirara ku ew dide laş û mejiyê kurdbûnê, ji çekên kimyewî gelekî xerabtir be.

***

Demeke dirêj e dixwazim li ser xwekêmkirin û biçûkkirina me kurdan binivîsim ya ku di nav gel de kok daye û reh berdaye binhişê me heta ku bûye baweriyeka gelêrî. Helbet ev ne pisporiya min e û Botan Times jî tê de, di gelek rûpel û ajansên kurdan de gelek kesên hêja hene ku li ser van meseleyan qenctir û kêrhatîtir dinivîsin. Ya rast ji bilî şairiya min a ku kêm caran jê razî me, qadeka ku li serê biaxivim zêde nîne. Hewl didim gotineka min jî hebe.

Naxwe ji hevoka ewil berdewam bikim, demeke dirêjtir e ku dixwazim vê jî û tiştekî din jî bikim behane ku çendî hestiyar bûme derheqê miletê xwe de yê ku ne tenê ji teref dagirker û desthilatdarên zordest ve şerefa wan tê şikandin, lê belê ji teref stranbêj, nivîskar, qelembidest û xwendeyên xwe ve jî, yên ku di her kêliya ku ji bazarê û payînên xwe yên gelekî zêde ne, li vî qewmê hejar vedigerin û demildest heqaretan lê dikin; mineta nivîsîn û xwendina çend ristên wê derê lê dikin û jê aciz dibin. Bi vê yekê gelekî aciz dibim çiku şaş in hemû bertekên bi hêrs û çavsoriya ku bi zanetî berê xwe ji hedefan guhertine û êrişî neynika li miqabilî xwe dikin. Ez ew neynik im û ev cure tevgerên sivik min mecburî xeberdanê dikin.

Yên ku bi kulman êrişî neynikê dikin ji bilî şikandina rastiyan û êşandina destên xwe, tiştekî bi ser naxin. Êşa destî û neynika şikestî dibe sebeb ku hin ji wan dev ji hilberandina bi zimanê xwe berdidin, bi kurdiya ku dibêjin em pê nanekî xweş naxwin, bi zikê birçî em vê govendê nagerînin, dest nabin vê pênûsê. Teswîra kawikiyeka bi vî şiklî zehmet, belkî pêdivî bi guhdarkirin û fikirîneka zêdetir hebe bo fêmkirina van mirovan. Hêja ye ku psîkolog, psîkiyatr, derûnzan û derûnxwan û alimên ilmê kiyafetê li ser vê meseleyê bifikirin ku wekî nexweşiyekê belav dibe û dibe qanûneka giştî ya nefikirîna li ser meseleyên dijwar yên ku pêwîst e bi dehan salan berê me çareser kiribûna. 

Çawa wisa bi hêsanî aciz dibin û gava bi kurdî dest bi hilberandina hunera xwe dikin li hêviya pêşwaziyeka çawa ne, nizanim. Rewş gelekî zelal e, li her parçeyeka Kurdistanê aborî û polîtîkayeka xweser ya kurdan nîne, ev tunebûn dibe hincet û palpişt bo nebûna perspektîf û  polîtîkayên qenc yên hunerî û civakî jî. Tew li Bakurê Kurdistanê bi berawird parçeyên din rewş û zext gelekî xerabtir in, tevî vê yekê jî, tevî vê nezanî, xizanî û zenûniya li her warî kurd li ser piyan in, bêyî ku li derfetên xwe bifikirin, bi hemd an jî bêhemdî xwe kurdbûna xwe hildiberînin, nahêlin şerefa wan were şikandin.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Her gava bi kurdekî çi xwende û çi nexwende re derbarê halê kurdan, siyaseta wan û dahatûya wan de diaxivim yan jî guh didim xeberdanên ku bi hemdê xwe tê ser vê mijarê, dibim şahidê gotinên wisa, kurd xayin in, ne ji Bekoyê [1] nav me be dewlet nikare bi me. Heta ku tirşikçî hebin em nabin tiştek, kurd ji qewmê kewê ne û hwd. li gor min, ev hemû hevokên ku min rêzkirin, bi şiklekî  rengvedana kêmkirin, biçûkxistin, krîmînalîzekirina belkî ji hezar salî zêdetir e ku em di berhemên alimên misliman, çi ereb çi fars û helbet yên tirkan de rastî wan tên. Her wiha gerok û dîplomatên ewrûpî yên ku nan û xwêya me xwarine jî di berhemên xwe de em kêm kirine, bo me xayin, diz, hov û cahil gotine. Bi hezar qatî ji van xerabtir, dewletên ku hukmê li ser axa me dikin ji sedsalî zêdetir e bi zanetî û li gor programeka millî ji vê hêlê ve êrişî me dikin. Di mînaka dewleta tirk de dikare were gotin ku ev bûye wezîfeyeka millî ku rayedarên dewletê, bi vê re xwestine em kurd jixwe şerm bikin û hewl bidin xwe ji vê kurdbûna ‘kirêt’, ‘xayin’, ‘diz’ û ‘dirinde’ bişon. Helbet bi ava tirkbûnê, bi kincên nû û xedar yên komarê.

Ev reşkirin û biçûkkirinên ku berê pêşî li ser kaxizan hatin nivîsîn û paşê bi deng ji guhekî bo guhê din hatin veguhaztin, ji teref kurdên em bêjin xwende ve jî wekî formuleka zêrîn ya ku me ji fêmkirin û nîqaşkirina sebebên bingehîn yên têkçûnan dûr dixe, ku seraqet me birrbirrî dikin û dikin nebanê xwe. Gelek di meclisan de bi kurtebirî tê gotin: Kurd qewmê kewê ne.  Kew çi alaqe ? Aforîzmayeka derbarê kewê de hatiye îcadkirin ku dibêje hemû dinya dijminê kewê ye kew jî dijminê qewmê xwe ye. Wekî hemû aforîzmayan ev jî wekî şikil xweş hatiye ristin û ji hêla armoniyê ve rengê helbestê jî dide, belê tê de ne kûrahîyeka helbestî heye ne jî çirûska fikreka orîjînal.

Mesel ev e ku dibêjin gava kewek tê zeftkirin, paşê nêçîrvan wê dixe qefesê û li çolê, li cihekî ku kew zêde tên dîtin, datîne, kewa qefesê dest pê dike û bi dengê xwe yê ku kurd heyranê wê ne, dixwîne, kewên din li dorê kom dibin û dikevin xefikê û tên zeftkirin. Cara ewil kê ev tecrube kir, kê wisa xweş ji bêrîka xwe avêt nayê zanîn, lê belê ne dûr e ku ev mesel ne xwedî tarîxeka dûr û dirêj be li nav kurdan.

Di roja îro de bawerî û zanînên ku bêhemdî hatine hilberandin li ser medyaya civakî bi bayê bezê belav dibin û bi heman lezê tên pejirandin jî. Eger ev analojiya ha jî hevşibiya di navbera kurd û kewan de ji kevn de hebûya wê gavê me dê ji Şakiro re negota Kewê Ribat. Çiku ev dê bihata wê me’niyê ku Şakiro xayintirîn dengbêjê kurd e. Lê belê gava em jê re dibêjin Kewê Ribat em dixwazin bibêjin ku dengbêj Şakiro xwediyê deng û awaza herî xweş e di nav dengbêjên kurdan de.

Li gor ansîklopedî û ferhengan “ribat” di wateya wan tê emilandin ku bo rêlibergirtina êrişên dijminan li ser sînor nobetê digrin. Bi gotineka din ji eskerên nobedar re “ribat” tê gotin. Em dev ji dijmin û leşkeran berdin, berê xwe bidin ferhenga xwe. Peyva ribatê di kurmancî de di îfadeyên wekî kewê ribat, ribatê şairan de derdikeve pêşber me ku di wateya serok û pêşeng de dixuyê. Ez eletexmînî wisa dibêjim, çê dibe di wateya kewê xoşxwan de be, an jî şairê qenc yê peyvên xwe xweş dirêse, gulên xwe xweş diavêje. Bi vî awayî be jî mirov dikare zorê bide xwe û şairê qenc û kewê xoşxan layiqî serokiyê, pêşengiyê bibîne. Kurdan ji bo Şakiro gotine Şakiro kewê ribat, dengbêjekî din yê ku bi texmîna min ji derdora Şingalê ye, Qasimê Meyro jî di hindek îcrayên xwe yên hikayetên gelêrî û kilaman de bo xwe dibêje ribatê şairan.

Kewê ribat, ribatê şairan li ku, kew û kurdên ku wekî dijminê qewm û nesebê xwe hatine formulekirin li ku? Kurdên ku ji nav çûkan aşiqê kewê ne û bo nimûne ji wan re gotine kewa gozel û dengbêjê xwe yê herî mezin bi dengxweşiya kewê ve îltîfat kirine, heta ew kirine nasnaveka wî, şairekî wan mesela gotiye Kawa û kew wekî din her tişt derew, rabûne û kewa ku ji bilî dengê xwe ne xwediyê tiştekî ye, xayin îlan dikin û wan dikin şirîkê şerma xwe. Nexêr, ne kurd miletekî xayin e, ne jî kew dijminê qewmê xwe ye. Kurd ne kew in ku bi xwendina kurdekî din kom bi kom û birr bi birr werin nêçîr û zincîrkirin. Kurd bindestê sê qewm û çar dewletan in û dewlet saziyeka wisa ye ku bi her şiklî dikare mirovan ji rê bibe, çi bi darê zorê, çi jî bi zora şîrîn ya ku pere û desthilateka biçûk wê dabîn dike. Miletekî ku îrade, sermiyan û qeweteka xwe ya maddî û manevî nîn be zehmet e li miqabil êrişên ji her alî ve bisekine yên ku gelek caran em tê dernaxin ku êriş in jî. Di mînaka qebûlkirin û bawerkirina îxaneta kurdan ya ku wekî xisleteka kurdan tê nîşandan, encam û destkeftiyên êrişeke wisa heye ku niha kurd bi xwe bêhemdî bûne leşker û alîgirên vê êrişê. Ev semptomên nexweşiyeka zexm in û çê dibe  derb û zirara ku ew dide laş û mejiyê kurdbûnê, ji çekên kimyewî gelekî xerabtir be. Em li ser vê meseleyê zêdetir biaxivin, axaftin dê deriyê qencbûn û siheteka baştir bo me veke.

Nîşe:

[1] Beko jixwe serekxayinê her cure axaftinan e, çi gava mijar were ser têkçûnên kurdan, ilhes behs tê ser Bekoyên me jî ku her ewaniyê dikin. Bekoyê reben ji bilî  ku zemîna hikayeta herî navdar ya kurdan, Mem û Zînê çêke, çu sucê wî nîne, ji nişkê ve dibe xayinekî millî û bayisê hemû şikestinên şerê azadiyê û hewlên yekîtiyê.

Nivîskar/rojnameger
Yehya Omerî
Sala 1993yan li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Part-time şair e, û carna freelance gerok û xwendekar e. Du pirtûkên wî yên helbestan hene:

Anatomiya Demsalên Zer, Weşanên Evrensel, 2015.

Nêrgiza li Defterê Bişkivî, Weşanên Avesta, 2021.