Ne eyb e û ne şerm e, “ped” hewceyîyeka bingehîn e û hêj lazim e

07/03/2023

Îro rêxistinên jinan yên Diyarbekirê ji bo jinên di kampan de dimînin, ped, cilên binî, alavên paqijîyê… kirin di tûrikan de û birin kampê.

Rojên xweş û dilşad

Ji ber ku mexdûrên erdhêjê êdî ne rojeva yekem a Tirkiyeyê ne û rojev hilbijartina serokkomarê/a nû ye hewceyîyên mexdûran jî têne jibîrkirin.

Jinan gotin ew ne bi tenê alîkarîya maddî didin ew dixwazin li rexa wan jinan bin. Di notekê de hatibû nivîsîn “em ê bi hev re rojên xweş û dilşad bibînin.”

Jinên ciwan nexwestin bersiva pirsên me bidin (digel ku me soz da em fotrafê ti kesan negirin û navê wan nebêjin).

Pîrejinekê diyar kir piştî cara yekê neviya wê li kampê ket “rewşeka taybet” wê nekarî cilên binî an pedekê ji neviya xwe re peyda bike.

Wê got ji roja erdhêjê ve, ev mehek e wê û malbata wê nekariye serê xwe bişo.

Jin li hewara jinan çûn

Ji ber ewlehiyê polîsan destûr da jin 5 bi 5 biçin. Her komeka ji 5 jinan pêk tê tûrikên xwe dan milê xwe û çûn kampê. Ji bo medyayê destûr nehat dayin.

Di her tûrikî de noteka piştgirîyê jî hatibû nivîsîn.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

Fexrîya Adsay: Heta ku em ji çarçoveyeke neteweperwer bêpar bin…

Weşana paşê

“Bila heta serê sibehê bêje tune ye, ma tune dibe?”