‘Navnîşan’ xelata kurtefîlma herî baş standiye

‘Navnîşan’  xelata kurtefîlma herî baş standiye
‘Navnîşan’  xelata kurtefîlma herî baş standiye
Botan Times
  • 19 Nisan 2023 07:14

Kurtefîlma “Navnîşan” a  derhênerê Kurd Aram Dildar di 42mîn Festîvala Fîlman a Stenbolê da xelata kurtefîlma herî baş standiye

Fîlma kurdî ya bi navê “Navnîşan” ku di beşa kurtefîlman da beşdarî festîvalê bû, bû yekemîn.

Di çarçoveya festîvalê da 134 fîlmên metrajdirêj û 29 kurtefîlm di maweya 12 rojan da ji bo sînmehezan tên nîşandan. Festîval îsal di 14 beşan da, ji 84 welatan bi beşdariya fîlmên 160 derhêneran tê lidarxistin.

Herwiha di festîvalê da fîlmekî dirêj, yek belgefîlm û 2 kurtefîlm ên derhênerên Kurd hatin nîşandan.

Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) va cara 42emîn hat lidarxistin.