Navenda Çandê ya Mezopotamyayê 30yemîn sersalîya xwe bi konsertekê pîroz kir

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê 30yemîn sersalîya xwe bi konsertekê pîroz kir
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê 30yemîn sersalîya xwe bi konsertekê pîroz kir
Vahdet Uçar
  • 13 Kasım 2021 11:50

Navendên Çandê yên Mezopotamyayê 30yemîn salvegera damezrandina xwe bi konsertekê pîroz kir. Konsert 12ê mehê bi beşdarîya gelek stranbêj û komên mûzîkê yên kurd pêk hat.

Bernameyên pîrozbahîya salvegera damezrandina NÇMyan 11ê Mijdarê bi Resepsîyon û Pêşangeheka wêneyan dest pê kiribû û 12ê Mijdarê jî bi vê konsertê berdewam kir. Herweha dê bernameyên pîrozbahîyê hîn du rojên din jî bi bernameyên cuda berdewam bin. Bernameya 13ê Mijdarê Pêşandina Fîlmekî û bernameya 14ê Mijdarê jî Govend û Kargeha Zarokan e û dê bi van bernameyan organîzasyon bi dawî bibe.

Mehmet Atlı, Murad Demir, Erdogan Emir, Devrîm Demîr, Evîn Dulek, Şoreş Mehmûdî, Hediye, Helîn Kiliçarslan, Jan Axîn, Koma Sorjîyan, Mesûd Gever, Nûray Balik, Şêrzad Adil, Şîlan Dora, ûmît Botan û Xebat Yigit hunermendên di şevê de strandin bûn. Bi sedan kes beşdarî konserta pîrozbahîya salvegera damezrandinê bûn.

Stranbêj Mehmet Atlı û Erdogan Emîr û Devrîm Demîra ku hem stranan dibêje û hem endameka NÇMyê ye di derbarê bername û konsertê de ji kamerayên me re axivîn.