Navê DEM Partîyê hat qebûlkirin

26/12/2023

Dadgeha Bilind a Tirkîyeyê biryar da û navê kurt ê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) qebûl kir.

Partiya Çepên Kesk biryar dabû ku navê xwe bike Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Dadgeha Bilind navê HEDEPê qebûl nekiribû.

Dadgeha Bilind, sebeba neqebûlkirina navê HEDEPê “HEDEP, HADEPê bi bîr tîne” nîşan dabû û ji ber vê yekê qebûl nekiribû.

Wê, bi hinceta ku navê HEDEPê dişibe kurteya navê Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) ku sala 1994an hatibû avakirin.

Dadgeha Bilind biryara xwe bo HEDEPê şandibû û jê xwestibû ku kurtkirina navê xwe biguherînin.

Rêveberîya Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê li ser biryara Dadgeha Bilind kom bû û roja 11ê Kanûna Pêşîna 2023yan biryar da navê kurt ê nû yê partiyê bibe “DEM Partî.”

Wê, navê kurt ê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê wekî “DEM Partî” qebûl kir û li ser malpera xwe jî bi wî awayî nivîsand.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Fermandarê giştî yê HSD: Zîyanên mezin digihînin sivîlan

Weşana paşê

Weşanxaneyên kurdan: Tecrube û girseya fuarê

Te hay ji vê heye?