Di lêgerîna me ya ji bo xwenasîn û girêdana civakî de, em gelek caran aliyên herî bingehîn ên jiyana mirovan ji bîr dikin. Xwarin, di gelek şekl û tehmên xwe de, dikare wekî lenseke ecêb bixebite ku tê de em dikarin nasnameyên xwe kifş bikin û kesên din zêdetir fehm bikin.
***
Di qelebalixiya jiyana rojane de, xwarin bi gelemperî tenê wekî çavkaniyeke têrbûnê an jî xirabtir, pêdivîyek bilez tê hêsanîkirin. Lêbelê, xwarina ku em dixwin rêyeke kûr pêşkêş dike ku em xwe kifş bikin. Bi ser de jî xwarin wekî neynikê tevdigere ku ew nasnameyên me yên piralî nîşanî me dide. Ji xwaringehên xwarinên bilez (fast food) ên Amerîkî bigirin, tezgahên sushi yên Japonya û xwarinên hevpar ên li gundên Afrîkî û heya kevneşopiyên dewlemend ên xwarinên Kurdan, xwarin ji têrkirina zik wêdetir e. Xwarin daxuyaniyek e, rîtuelek e, îfadekirina nasnameyê ye. Armanca vê stûnê ew e ku têkiliya tevlihev ya em bi xwarinê re parve dikin vebikole û eşkere bike ka çawa xwarin beşek ji nasnameya me ye; herwiha, dê berçav bike ku xwarin navbeynkareke di têkiliyên civakî de û parêzvaneke mîrateya çandî ye.
Vebijarkên ku em derbarê xwarinê de dikin -ka bibin vegan, pescatarian, an goştxwar; ka meriv xwarinên tûj tercîh bike an jî tehmên nermtir; gelo em bi xwarinên kevneşopî yên ku em pê re mezin bûne bixwin an pêjgehên gerdûnî bigerin- dikarin derheqê kesayetîya me de gelek tiştan bêjin. Ji bo nimûne, em li têgeha “xwarina rehetiyê” (comfort food) yanî xwarina ku nirxeke nostaljîk an hestyarî dide kesekî, binêrin. Ji bo gelek Amerîkîyan, xwarina rehet dibe ku burgerek an jî turtayek malê ya dayikê be. Ji bo kesekî ku ji eslê xwe Asyaya Başûr e, dibe ku tasek mirîşka korî ku bi birinca basmatî be û ji bo kurdekî jî dibe ku xwarina rehetiyê dolme yan jî goşt be. Bi qasî ku ev xwarin rihet in, ew li ser mezinbûna me, mîrata me ya çandî û tewra rewşa me ya hestyarî jî têgihiştinêkê ava dikin.
Wekî din, meyla “bihişî xwarin”, (mindful eating) teşwîq dike ku em têkiliyek kûrtir bi xwarina ku em dixwin re ava bikin. Ango, em derheqê pêkhatina xwarinê, tehma wê û heta dîroka wê zêdetir haydar bibin. Bi vê zêdebûna hîşyariya xwarinê re jî em bi laşê xwe, ecibandin û neecibandinên xwe, dîroka xwe û vegotinên xwe re bêtir têkildar dibin. Ev tê wê wateyê ku xwarin ne tenê ji bo têrkirina zik e; ew şêweyekî xweîfadekirinê ye.
Yek ji hêmanên herî balkêş ên xwarinê, taybetiya wê ya mirovan li hev tîne ye. Di gelek çandan de, parvekirina xwarinê yek ji awayên herî girîng ên avakirina an jî xurtkirina girêdanên civakî ye. Girîngiya şîvên bi malbatê re, hevdîtinên yekem ên li xwaringehan, şîvên karsaziyê û tewra bûyerên civakî yên ku li dora barbekû an seyranekê dizivirin, bifikirin. Di van rewşan de, xwarin wekî navgînek ji bo danûstandin, sihbet û di dawiyê de jî avakirina pêwendiyê, tevdigere.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Ev diyarde tenê ne bi çandekê re sînordar e. Li Japonya, kevneşopiya “Izakaya“, ku mirov heval û hevkarên xwe re li xwaringehan kom dibin, ji bo danûstandina civakî û tevlihevkirinê xizmet dike. Bi heman awayî, di çanda kurdî de sifreyên dirêj ên pirrxwarinî rojên xêr û şeran de hevpar in, ku atmosferek hevpar û bihevrebûnê pêş dixe. Tewra li bajarên ku jiyana rojanê bilezin jî mîna New Yorkê, çanda brunchê bûye rîtueleke dawiya hefteyê ku ew têkilîyên xwe bi pankekê an jî tosta avokado yê geş dikin.
Lê dibe ku yek ji rola herî krîtîk a xwarinê ew be ku xwarin, parêzgerêkî mîrata çandî ye. Rîtuel, teknîk û tarîfên xwarinçêkirinê wekî dîrokên zindî ne ku ew ji nifşekê derbasî nifşên din dibin. Çi şîva kevneşopî ya Spasdariyê (Thanksgiving) ya li Dewletên Yekbûyî be, an çêkirin Kimchi li malên Koreyî be, an jî tevliheviyên biharatên Tajinên Fasê be, ev pratîkên xwarinê wekî kevirên çandî xizmet dikin.
Ji bo mînak di çanda kurdan de vexwarina çayê ne tenê rêyek ji bo şikandina tîbûnê ye, lê ezmûneke civakî ye ku mirovan digihîne hev. Pirr caran di rewşên civakî an kêliyên bêhnvedanê de tê vexwarin, çay wekî dirêjkirina mêvanperweriya kurdî û nîşana tevna wê ya civakî ye. Her wiha “Kutilk“, ku ew xwarineke bi kevneşopî di dema bûyer û kombûnên girîng de tê amadekirin û xwarin, sembolek ji mîrata kurdan e. Kutilk ne tenê malzemeyên ku pê tê çêkirin e, ew di heman demê de, kedeke kolektîfê ku di amadekirina wê de ye pirr caran çend endamên civat an malbatê tê cih digirin. Ev kombûna lihevhatî, bi çay û Kutilk re, cejneke rîtuelîst a çanda kurdî ye ku pêwendiyeke berçav bi dîrok, cih û civakê re çê dike.
Parastina van kevneşopiyên xwarinê bi taybetî ji bo civakên dîasporayê dikare bibe çalakek tesîrker. Bo nimûne, di cejnên wek Şemî (Sabbath) an jî Derbasbûnê (Passover) de yên li nav malbatên Cihû, amadekirin û parvekirina xwarinê ne tenê li ser têrbûnê ye; ew rêyek e ku ew bi kokên xwe re têkildar bibin û mîrasa xwe biparêzin. Bi heman awayî, ji bo koçberan û neviyên wan jî çêkirina xwarinên kevneşopî yên welatê wan dikare wekî bîranîneke bihêz a dîroka wan be û alîkariya parastina nasnameya wan bike.
Ji alîyekî din ve xwarin dikare wekî rengekî berxwedanê tevbigere. Civakên xwecihî yên li çaraliyê cîhanê, ji xwecihiyên Amerîkî bigirin heya gelên Aborjîn ên Awistralya, parêzên xwe yên kevneşopî wekî formek vejîna çandî û îfadeyek li dijî hêzên globalbûn û asîmîlasyonê vedigerînin. Bi vê yekê, ew bibingehîn dibêjin, “Em ev in û xwarina me şahidiya nasname û dîroka me ya bêhempa ye.”
Di lêgerîna me ya ji bo xwenasîn û girêdana civakî de, em gelek caran aliyên herî bingehîn ên jiyana mirovan ji bîr dikin. Xwarin, di gelek şekl û tehmên xwe de, dikare wekî lenseke ecêb bixebite ku tê de em dikarin nasnameyên xwe kifş bikin û kesên din zêdetir fehm bikin. Ew zimanekî gerdûnî ye ku hewcedarî bi wergerandinê nîne. Ew me vedigerîne ser kokên me û di heman demê de rê dide ku em zeviyên nû jî bigerin. Ji bo civat, germahî û aîdiyetê cihekî ava dike. Ji ber vê yekê gava ku hûn ji bo xwarinê dirûnin, ji bîr nekin: hûn ne tenê dixwin. Hûn beşdarî ezmûnek dewlemend, tevlihev û kûr a mirovî dibin ku bi qasî zikê xwe hûn giyanê xwe jî têr dikin.
Noşican be!
Weşanên dawiyê
- Nivîskar11/02/2024Psîkolojiya Birêvebirina Wextî: Balansa Saet û Hişî
- Nivîskar21/01/2024Di Psîkoterapiyê de Rola Zimanê Zikmakî: Nêrîneke Kûr li ser Serpêhatiyên Kurdan
- Nivîskar19/11/2023Çima Em Kesayetiyê Qurbana Guncaniya Komê Dikin?
- Nivîskar22/10/2023Li ser Aşitî û Çareserkirina Pevçûna Bandorên Psîkolojîk ên Şer