Narîn, Tavşantepe û Qanûna Omertayê

12/09/2024

Gelo gundî û dostên wan ên 40 salan bi rastî jî dizanin ka çawa û çima ew cînayet hatîye kirin an ji ber “qanûna hişbûnê” dengê xwe nedikirin? Mafyayên Sicîlyayê ji “qanûna hişbûnê” ra Omerta dibêjin. Li gundê Tavşantepeyê, bi rêya cînayeta Narînê qanûna hişbûnê tê tetbîqkirin ku îhtîmal heye bi destê çend “kesên sîyasetmedar” hatibe kirin?

***

Vecdi Erbay

Dema mirov ber bi jorê ve diçe kalekol (qereqolên pêşketî) xuya dikin. Kalekol li cihekî wisa hatine danîn, mirov ji wir gelek gundan dibîne. Heke mirov tesîsata teknîk ya eskerîyê li ber çavan bigire, ew dikarin her tiştî bibînin. Gund li ser girekî din, li hemberî kalekolê ye, yanî li Tavşantepeyê ye. Ji vir çemê Eğertutmazê xuya dike. Li kêleka çemî dar hene û ev jî nîşaneya hebûna avê ye.

Dema mirov xwe ji girê Tavşantepe berdide jêrê, hema bibêje piştî 15 deqîqeyan mirov digihije çemê Eğertutmazê.

Rêyeka din jî heye bo çemê Eğertutmazê. Mirov ji gundî derdikeve û diçe ser rêya Mêrdîn-Amedê, li ser vê rêyê mirov çepekê li xwe dide û digihije çemî.

Mimkun e mirov bîbîne ku li qiraxa çemî, li bin daran zarok ji xwe ra dilîzin. Mirov dixwaze bibe zarok û ligel wan zarokan ji xwe ra bilîze. Lêbelê, aniha kî li qiraxa wî çemî biçe û bê, dê bibêje termê Narînê li vir hatibû dîtin.

Narîn Guran 8 salî bû û ew 21ê Tebaxê li Tavşantepeyê wenda bûbû. Cara ewil li ser medyaya civakî rastî xeberên wendabûna Narînê hatibûm. Paşî hem li medyaya herêmî hem jî li ya navneteweyî nûçe derbarê wendabûna wê da hatin çêkirin.

Malbata narînê û gundîyan daxuyanî dane rojnamegeran û bo wan axivîne. Sîyasetmedaran seredana gundî kirîye.

Gelek tîm, bi ekîpmanên xwe yên pêşketî li Narînê gerîyan. Li ser sedan kesan lêpirsînan dest pê kir.

Fermandarê Cendirmeyan ê Amedê Selçuk Yıldırım got “em nêzik dibin, delîlên gelekî baş di destê me da ne, gelek kêm maye bo encamê” lêbelê tu encam jê derneketin. Li ser destê birayê Narînê, şopa gezkirinê hat tespîtkirin, ew hat desteserkirin lêbelê paşî serbest bû. Welhasilî ne dîyar bû ka ew şopa gezkirinê ya Narînê ye an na.

Çendîn rojnamegerên methok û ji xwe razî, û hetta YouTuberan jî berê xwe dabû gundî. Wan heman pirs û bersiv bi kelecaneka mezin û wekî tiştekî bi heybet bo xelkê radigihandin lêbelê ew agahîyên wan dane ji gotegot û fesada li ser tenûran wêdetir tiştekî din nebû.

Sazî û dezgehên jinan ji bo ku Narîn bê dîtin çalakîyên curbicur li dar xistin.  Baroya Amedê ji nêzîk ve dişopand.

Paşî Muxtarê gundî apê Narînê hat desteserkirin. Wexta apê wê hatîye desteserkirin hêvîyek çêbû ku dê Narîn bê dîtin lê na mixabin wisa nebû.

Her kes li Narînê digerîya lêbelê piştî 19 rojan, îtîrafkarek derket û cihê Narînê aşkera kir. Li çemê Eğertutmazê, ligel elîfbêtika xwe ya ji bo kursa Quranê, di torbeyekî da…

Li Amedê rojev Narîn bû. Lêbelê ji ber eleqeya xelkê êdî Narîn bûbû rojeva Tirkîyeyê jî. Di van 19 rojan da gelek tişt hatine gotin li ser wendabûna wê. Li hemberî van îddîa, sucdarkirin û gotegotan sekneka gundîyan hebû ku tu caran neguherî: Hişbûn, hemîyan bi hev ra biryar dabû ku hiş bibin. “Carna her tişt li her derê nayê gotin” belkî jî wiha li meseleyê dinêrîn. Narîn wekî heyva li bin ewran wenda nebûbû, teqez şahidên meseleyê hebûn. Lê wisa dixuye ku an ji tirsan an jî ji ber refleksên parastina faîlan hezkirin, hesta edaletê û wijdanê kiras guhertibû û bûbû “qanûna hişbûnê”. Termê Narînê ji ber vê yekê, di çemî da dirizîya. 

Her ku gundî hiş bûn, Tavşanetepe li ber çavê hezkirîyên Narînê bûbû objeyeka nefretê. Mirovên xwedan wijdan, dîndar û hemî ciwanên Tavşantepeyê nekarîbûn bibêjin kujer ev e û li termê zarokeka biçûk xwedî derneketibûn. Narîn bûbû sirrek. Ev sirra bi destê nas û dostên wê, zilma herî mezin bû li Narînê hatîye kirin. Ji niha û pêve, ew kesên ku rêya wan dikeve ser Tavşantepeyê dê tenê tiştek di hişê wan da bimîne; zilma ku 19 roj bûn li Narînê hatîye kirin.

Îtîrafkar dibêje ku term di nav battnîyeyekê dabû û min ji muxtarî wergirtîye. Torbeyek ji erebeya xwe derxistîye, ew kirîye tê da, diavêje binê çemî û hinek keviran jî datîne ser termê wê. Piştî ku ew avête çemî, diçe mala dişa xwe. Li gorî gotina îtîrafkarî, 3 keçên dişa wî hene û ew ligel dayika xwe bacanreşkan hûr dikin. Di îtîrafnameya xwe da nabêje lê belkî jî destên xwe bi serê wan keçikan da tîne û dibe lêbelê berîya nîv saetê bi wan destan Narîn avêtibû çemî. Li mala dişa xwe çayê vedixwe û ji xwe ra hinek penîrî dibe. Paşî vedigre Tavşantepeyê, nimêja xwe dike û paşî jî ligel gundîyan derdikeve ji bo ku li Narînê bigere. Derdora saet 11.30an vedigire mala xwe û serê xwe dane û radize. Ma kî dizane, belkî jî berî razanê xeyala wan 200 hezar lîreyan dikir ku ew dê ji muxtarî wergire.

Gelo ew çawa dikare evqas rehet termê zarokekê biavêje çemî? Wisa dîyar e ku bersiva vê pirsê ji bo gelek kesan erê ye û rehet e.

Baş e, ev wehşeta li ser termê zarokekê, bi rastî jî tesaduf e? Şayet, heke muxtar û îtîrafkar wê rojê li goristana gundî rastî hev nehatana dê serencama termê wê çibûya?

Ew ji bo 200 hezar lîreyan bû şirêkê vî cînayetê. Eceba îtîrafkar hatibû tehdîtkirin ji bo ku wisa bike?

Gelo ev zulmeka wisa ye ku tenê haya du kesan jê heye? Gelo gundî û dostên wan ên 40 salan bi rastî jî dizanin ka çawa û çima ew cînayet hatîye kirin an ji ber “qanûna hişbûnê” dengê xwe nedikirin?

Mafyayên Sicîlyayê ji “qanûna hişbûnê” ra Omerta dibêjin. Mario Puzo bi navê “Babo” romanek heye û ew gelek baş behsa wê qanûnê dike.

Li gundê tavşantepeyê, bi rêya cînayeta Narînê qanûna hişbûnê tê tetbîqkirin ku îhtîmal heye ev hişbûn bi destê çend “kesên sîyasetmedar” hatibe kirin?

Ji ber ku ji alîyê berpirs, sazî û dezgehan ve agahdarkirineka zelal nehat kirin her ku çû pirsên li ser mijarê zêdetir bûn û hey zêde dibin.

Gava min ev metn dinivîsî, wê navberê, îtîrafkar li Edlîyeya Amedê bû û li benda dadgerî bû. Gava min nivîsa xwe xelas kir min bihîst ku hatîye girtin. Digel ku biryara nepenîtîya li ser lêpirsînê hatîye binpêkirin jî, cesedê Narînê hat dîtin. Tiştekî giring bû ku îtîrafkar û muxtar derketine meydanê û aşkera bûne. Rapora otopsîyê dê gelek baş be ku em bigehijin çend agahîyan û encaman. Qanûna hişbûnê ya li Tavşantepeyê, bi xêrê piştgirîya xelkê nêzîk e ku mesele aşkere û zelal bibe.

Ev nivîs ji malpera GazeteDuvarê hatîye wergirtin û wergêra wê ji alîyê Engin Ölmez ve hatîye kirin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Şikefta Şanederê: Aliyên Sosyolojîk ên Neandertalan û Nîşaneyên Hevgirtina Civakî

Daneyên ku ji Şikefta Şaneder hatine bidestxistin nîşan didin ku Neandertal xwediyê

Li Tirkiyeyê Kurdî û Polîtîkayên Zimanî yên Netewe-Dewletê

Digel polîtîkayên înkarê yên netew-dewletê li Tirkiyeyê, kurdî dengê têkoşîna gelê xwe

Koleksîyona derîyên kevnare ya Şêrko Janzêm

Şêrko Janzêm ciwanekî ji Mêrdînê ye. Ew gelek ji amûr û tiştên