Namzetên DEM Partîyê yên Amedê dîyar bûn

24/01/2024
Wêne | MA

Dogan Hatûn û Serra Bûcak bûn namzetên DEM Partîyê yên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê. 

Pêşhilbijartinên DEM Partîyê yên Amedê bi dawî bûn.

Di tûra yekem ya pêşhilbijartinê da, ji jinan Serra Bucak hatibû hilbijartin. Li gorî nûçeya AJansa Mezopotamyayê di tûra duyem ya ji bo dîyarkirina namzetê mêr de Dogan Hatûn ji sedî 64ê dengan girtin û bû namzetê hevşaredaryê. 

Rêxistina DEM Partîyê ya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal wiha daxuyand: “Tûra duyan a ji bo dîyarkirina Hevşaredarîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê temam bû. Hemû sindoq hatin vekirin û hejmartina dengan bi dawî bû. Garîp Kandemîr ji sedî 36’ê dengan û Dogan Hatûn jî ji sedî 64’ê dengan girt. Dogan Hatûn bû namzetê Hevşaredarîyê yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê.” 


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Kurteyên medyaya navneteweyî – NYT, Reuters, France24, AFP, The Guardian

Êrîşa li ser postexaneyê 30 kes kuştine Îsraîlê li Xezzeyê êrîşeka asmanî

Roya Rûtîn, Mirin û Nesîmî

Bi rutîna royê li xeberan dinêrim, ka çi heye çi tuneye, hedîse

HTSyê paşeroja Sûriyê aloz kir – NYT

Komeka çekdarî ya ku berê zêde nedihat naskirin, bi êrîşeka ji nişkê