Namzedê Saadetê: Şaredariya Diyarbekirê ne 8 sal in, sed sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin!

08/03/2024

Di bernameya Namzed Diaxivin da mêhvanê Gulistan Korbanê, namzedê Partîya Saddetê yê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Amedê Sabir Firat e.

Sabir Firatê ku di heman demê de nevîyê Şêx Seîd e, di bernameyê da behsa projeyên xwe yên ji bo Amedîyan kir.

Ew dibêje, “wekî karekî sereke em ê gora Şêx Seîd derbixin holê,ev ji bo me ne kar e û ne jî proje ye, ew tişt e ku divê bê kirin, heqekî tabîyî ye.”

Nazmetê Saddetê mijara qeyûman jî nirxand û got, “ şaredarîya Dîyarbekirê ne 8 sal in 100 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin. Ji sed salan 20 salan tenê qeyûm nîn e.”

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Bir yanıt yazın

Your email address will not be published.

Weşana berê

Tirkîyeyê Şêladiz bombebaran kir

Weşana paşê

Aram Dildar: Heya kurê min behsa min neke ez ê qala wî bikim

Te hay ji vê heye?