Namenûçeya Rojane ya Botan Timesê – 11.10.2024

11/10/2024

Di namenûçeya îro de, em ê behsa bûyerên girîng ên wek krîza mirovî ya li Sudanê, mirina rojnamevana ukraynî Viktoriya Roşçina, navenda fermandariya nû ya Hizbullahê, îdamên li Îranê, Xelatên Nobelê yên 2024an, îhtimala gotûbêjên aştiyê yên Tirkiyeyê bi Kurdan re, weşanên pirtûkên nû yên kurdî, taksiyên robotî yên Teslayê û bernameya fêrbûna zimanê kurdî dikin. Her wiha em nirxandina şanoya stand-up a hunermendê kurd Erdal Kaya ya li Berlînê jî pêşkêş bikin.


Krîza mirovî ya Sudanê: Ji dinyayê re ne xem e!

Şerê navxweyî yê li Sudanê bûye sedema krîzeke mirovî ya mezin. Zêdetirî 10 milyon kes ji cihê xwe bûne û 13 milyon kes di bin xetera xelayê de ne. Bêdengiya civaka navneteweyî bala mirovan dikişîne.


Kyîvê piştrast kir: Rojnamevana Ukraynî, Viktoriya Roşçîna di girtîgeha Rûsî de miriye

Rayedarên Ukraynayê piştrast kirin ku rojnamevana Viktoriya Roşçina, ya ku di Tebaxê 2023an de winda bûbû, li girtîgeha Rûsyayê miriye.


Hizbullahê fermandarîyeka nû pêk anîye – Reuters

Li gorî nûçeya Reutersê, Hizbullah piştî êrîşên giran ên Îsraîlê, ji bo şerê dirêj yê li başûrê Libnanê amadekarîyê dike û navendeke nû ya fermandariya leşkerî ava kiriye.


Li Îranê di du rojan de 11 girtî hatine îdamkirin – Jimara Kurdên îdamkirî bûye 100

Li gorî rêxistineke mafên mirovan, li Îranê di du rojên dawîyê de 11 kes hatine îdamkirin. Ev îdam di Roja Cîhanî ya li Dijî Cezayê Îdamê de pêk hatin.


Xelata Nobelî ya Kîmyayê ya 2024ê ji bo lêkolînên li ser proteînan hatiye dayîn

Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya sala 2024an ji bo xebatên li ser dîzayn û pêşbîniya avahiya proteînan hat dayîn bi David Baker, Demis Hassabis û John M. Jumper.


Xelata Nobelî ya Fîzîkê ji bo “hînbûna makîneyî” hatiye dayîn

John Hopfield û Geoffrey Hinton ji bo pêşxistina rêbazên bingehîn ên hînbûna makîneyî Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya sala 2023yan wergirtin.


Pêvajoyeka nû dest pê kiriye – Al Monitor

Li gorî Al Monitorê, di nav fikara êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê de, Tirkiye difikire ku dest bi gotûbêjên aştiyê bi Kurdan re bike.


“Qêrînek di gewriya şevê de” derket!

Weşanxaneya Avestayê pirtûka Eta Nehayî ya bi navê “Qêrînek di gewriya şevê de” weşand. Pirtûk ji aliyê Rizgar Elegez ve ji Soranî hatiye wergerandin bo Kurmancî.


Em hînî Kurmancî dibin – We are learning Kurmanji/ Kurdish – Unîta 1ê di weşanê de ye!!

Botan Times yekemîn beşa rêzeya fêrbûna kurdî ya ku ji aliyê Prof. Dr. Michael L. Chyet ve hatiye amadekirin, weşand. Her roja Înê beşeke nû dê bê weşandin.


Tirimbêlên ku hişê çêkirî wan diajo, robo-tirimbêlên Teslayê çi ne?

Tesla taksiyên xwe yên robotî yên ku demeke dirêj bû dihatin pêşbînîkirin, pêşkêş kir. Ev wesayît dikarin bêyî ajotvan bixebitin û teknolojiya hişmendiya çêkirî bi kar tînin.


Erdal Kaya li Berlînê bû

Hunermendê kurd Erdal Kaya li Berlînê ji bo nêzîkî 350 kesî şanoyeke stand-up pêşkêş kir. Di vê şanoya du saetan de Kaya behsa mijarên rojane û civakî kir.


“Qelenê Dinyayê” derket!

Weşanxaneya Wardozê pirtûkeke nû ya bi navê “Qelenê Dinyayê” ku ji aliyê zimanzan, lêkoler, weşanger û nivîskar Bahoz Baranî ve hatiye nivîsîn, weşand.


Çavkanî

  1. Krîza Mirovî ya Sudanê: Botan Times, Jonathan Freedland, The Guardian
  2. Rojnamevana Ukraynî Viktoriya Roşçina: The Kyiv Independent, Botan Times
  3. Navenda Nû ya Fermandariya Hizbullahê: Reuters, Botan Times, Laila Bassam, Tom Perry, Alexander Cornwell, The Guardian, Al Jazeera
  4. Îdamên li Îranê: Rûdaw, Botan Times, HRANA, Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, NY
  5. Xelata Nobelê ya Kîmyayê ya 2024an: Botan Times, Komîteya Xelata Nobelî ya Kîmyayê
  6. Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya 2023yan: Botan Times, Komîteya Xelata Nobelî ya Fîzîkê
  7. Gotûbêjên Aştiyê yên Tirkiyeyê bi Kurdan re: Al-Monitor (Nivîskar: Amberin Zaman), Botan Times, Wikipedia, X
  8. Pirtûka “Qêrînek di gewriya şevê de”: Weşanxaneya Avesta, Botan Times
  9. Rêzeya Fêrbûna Kurdî: Botan Times, Prof. Dr. Michael L. Chyet
  10. Taksiyên Robotî yên Teslayê: Reuters, Botan Times, Tesla, X
  11. Şanoya Erdal Kaya ya li Berlînê: Ferid Demirel, Botan Times
  12. Pirtûka “Qelenê Dinyayê”: Weşanxaneya Wardoz, Botan Times

Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

هه‌ڤپه‌یڤینه‌که‌ دیرۆکی لگه‌ل کامران به‌درخان (۱۹٦۲)

هه‌ڤپه‌یڤینه‌که‌ دیرۆکی (۱۹٦۲) یا لگه‌ل کامران به‌درخان ل بۆتان تمه‌سێ دوه‌شه‌. ئه‌ڤ

A Historical Interview with the Last Kurdish Prince, Dr. Kamiran Bedirkhan (1962)

By Rohat Alakom 06/11/2024 This interview, conducted in 1962, is reaching the

Son Kürt Prens, Dr. Kamiran Bedirxan ile Tarihî bir Söyleşi (1962)

Yazan: Rohat Alakom 06/11/2024 1962’de yapılan bu söyleşi ilk kez Botan Times