Namenûçe: Te îro Botan Times nexwendibe çi ji destê te çûye?

white printer paper on white table

Merheba,

Botan Timesê îro xizmeta xwe ya nû NameBT da nasîn.

Li gor danasînê  “ji vê hefteyê pê ve em ê her hefte li ser naveroka weşanên xwe e-nameyekê ji we re bişînin”

Helbet ji bo sala 2025ê jî palan ew ku 5 namenûçe dê bêne we(şandin). Çar sal in em bi Eropîyan re dixebitin em jî hîn bûne palanên ji bo çend sal paşê çêbikin lê rastiyên Kurdan welê dike em bi tirs planan dinivîsin. Diya min gelek caran ji min re dibêje “dayê, Xwedê gotiye ji te hereket ji min bereket!” Me bêsekin û bêhnvedan hereket dikin û li benda bereket û quweta ji Xwedê ne.

Nameya heftane edîtorê malperê Engîn Olmez ê binivîse lê ez ê ji bo ceribandina sîstemên me yên teknîkî nameya rojekê binivîsim. Û tekane edîtorê me ew e lê îro karê min nebû min jê re ji medyaya cîhanî werger kirin 🙂

De ka ya Allah!


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Murat Bayram, Botan International (û helbet Botan Times 🙂 )


Resul Bafeyî yek ji henekbaz û komedyenên ciwan e. Wî bersiva pirsên Engîn Olmezî daye. Li ser pirsa

Serkeftina te ya herî mezin çi ye? Bafeyî gotiye: Ez gelê kurd bi zimanê xwe dikenînim.

Ramazan Kayayî îro li nivîsa xwe cih daye “hunerên berxwedanê.” Manşeta rojê ya îro nivîsa Kayayî ye. Ew dibêje “Dîroka berxwedana kurdan careke din nîşanî me dide ku ne mimkun e qedexeyên dewletê pêşî li daxwaza kêfxweşiyê û çêkirina muzîkê ya kurdan bigire.”

Yekem nûçeya me ya ji cîhanê ji Koreya Başûrê bû. Li wê derê bi sedsalan e goştê kûçikan tê xwarin. Hikûmetê duhî yasayek xistiye merciyetê û xwarina goştê segan/kûçikan qedexe kiriye.

Helbet ji ber ku hilbijartina Amrîkayê tesîrê li heyata me jî dike ji aliyekê ve guhê me li ser wê derê ye. Kamala Harrisê ji bo hilbijartinê namzetê cihgiriya serokatiyê diyar kiriye. Di roja xwe de ji piştevanên xwe 36 Milyon Dolar bexş standiye. Me ev nûçe ji CBS Newsê wergerand Kurmancîyê.

Nûçeyeka me ji New York Timesê kirî Kurmancî jî ecêb bû. Tam dema 200 hezar kesan xwe hazir dikir guhdariya stranbêj Taylor Swiftê bike, eşkere bûye DAIŞê haziriya êrîşê kiriye. Ji bo Kurdan hêj hebûna DAIŞê bêhizûrîyeka mezin e.

Li ser talan û şelanên li kolanên Ingilîstanê me berê xwe da BBCyê. Wan bersiva Çima li Igilîstanê agirê li dijî penaberan navemire daye.

Li Cizîra Botan mûz tê çandin! Di nav ev qas nûçeyên kuştin mirin û talanê de nûçeyeka dil-ferîk hebû. Li Cizîrê mûz çêbûne heta her binekê 15 kîlo dane.

Me bi xarinê dest pê kir em ê bi xwarin û piştî xwarinê bi sporê dewam bikin. Şirketa çerezan Turuncu Kuruyemiş bûye sponsora Amedsporê. Herrê! Êdî kî dikare pêşiya Amedê bigire…

Dîsa şer û gev…. Îsraîlê li Xezayê êrîşî kampa penaberan kiriye. Li gor nûçeya Al Monitorê jî vê carê Îranê gotiye ew ê cezayî bide Îsraîlê.

Yonca Sarsilmaz û stajera xwe Betul Demirê îro nûçeya avabûna NameBTyê kiriye Ingilîzî. Wergera hevpeyvîna bi Ayhan Geverîyî re jî gelekê li Ingilîzîyê hatiye.

Nivîskar/rojnameger
Murat Bayram
Murat Bayram
Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.