Nacî Gorur : Divê em bala xwe bidin ser Edeneyê

Foto: Twitter, AFAD

Êvara duşemê ewil di saet 20.04an de navenda erdhejê li navçeya Defne ya Hatayê bi pileya 6.4 bû. Piştre saet 20.07’an li navçeya Samandag a Hatayê bi hêza 5,8 erdhêj pêk hat.

Li ser vê erdhêjê Jeolog Nacî Gorur ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev daxuyanî da:

Li Hatayê bi pileya 6.4 erdhêjek çêbû. Piştî erdhêjên Mereşê em li bendê bûn ku li Hatay û Edeneyê erdhejên bi vî mezinahî çêbibin. Li Mereşê qewimî. Li Edene û Qibrisê jî divê em baldar bin.

Ev hişyarî li ser veguhestina stresê ya li herêmê ne. Bi heman awayî divê em ji ber sedemên bi vî rengî li ser xetên Meletî, Ovacık û Nazimiye-Karakoçan ên li derdora Meletiyê hişyar bin.

Prof. Dr. Nacî Gorur