Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Muzîka kurdî bûye “muzîka netirkî” – Muzîsyenê kurd Protesto kirîye

24/10/2023

‏Piştî guherîna navê komxebatê MESAMê dîyar kirîye ku wan ew nav ji ber hinek egeran qebûl nekirine lê dîsa jî wan Diljen Ronî vexwendîye. Lêbelê Ronî ji ber ku navê komxebatê hatîye guherîn vexwendina wan qebûl nekirîye.

Muzîsyenê kurd Diljen Ronî ji bo Komxebata Pirsgirêkên Muzîka Kurdî ya ku dê 20ê Cotmehê bihata lidarxistin, berîya du mehan hatîye vexwendin.

Komxebat ji alîyê Komeleya Piştgirîya berhemên muzîkê û hunermendan (MESAM)ê ve hatîye lidarxistin. Diljen Ronî dê beşdarî di vê komxebatê da bikira lê ji ber hinek egeran komxebat hatîye taloqkirin.

MESAM sazîyek e ku berhemên hunermendan diparêze, mafê‏ ‏telîfê berhev dike û her problemên mafê telîfê çareser dike. Ew, mafên muzîkjenan diparêze û girêdayî‏ ‏Wezareta Çandê ye.

Ronî, rûdan û rewşa vê meseleyê li ser Gazeteduvarê bi nivîsekê tîne ziman.

Ew vê hewldana MESAMê ji bo fêhmkirina pirsgirêkên hunermendên kurd karekî ‏rast dibîne ji ber vê yekê jî wî qebûl kirîye ku beşdarîyê di wê komxebatê da bike.

Diljen afîşa wan li ser rûpela fermî ya MESAMê dibîne ku navê komxebatê hatîye guhertin‏ ‏“Komxebata Muzîka‏ ‏Kurdî” veguherîye bo “Pirsgirêkên Mafên Xweseriya‏ ‏Zimanên Muzîkê yên ji bilî Tirkî”.

Piştî guherîna navê komxebatê MESAMê dîyar kirîye ku wan ew nav ji ber hinek egeran qebûl nekirine lê dîsa jî wan Diljen Ronî vexwendîye. Lêbelê ji ber ku navê komxebatê hatîye guherîn Ronî vexwendina wan qebûl nekirîye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan