Di sala 2024an de hejmaraalbûmên muzîkê yên hatine weşandin, li gorî salên borî hinekî din kêm bûn. Yunus Dîşkaya, Rewşan, Tara Mamedova, Mem Ararat, Diljen Ronî ji wan hunermendan bûn ku albûmên wan hatin weşandin. Mehmet Atli 30 saliya hunera xwe pîroz kir. Ji bo wê 3 albûm amade kirin.
Stranên Bijî, Dilêr Kemangerî û Rûşan Fîlîztek bal kişandin.
Îsal jî weke her salan konserên kurdî hatin qedexekirin. Ji salên berê cudatir, îsal Şaredariyên CHPyê jî destûr nedan konserên kurdî pêk bên. Dîsa çendîn stranbêj hatin desteserkirin û hinek ji wan hatin girtin.
Vaye çendîn albûmên ku di sala 2024an de derketine:
Mehmet Atli
Albûmên 30 saliya hunera wî… Mehmet Atli yek ji wan stranbêjan e ku bi şêwe, deng, muzîk û besteyên xwe di muzîka kurdî de cihekî wî yê taybet heye. Îsal 30 saliya hunera xwe pîroz kir. Ji bo wê jî sê albûmên muzîkê amade kirin. Di van albûman de bi dehan stranbêjên navdar û yên ciwan, stranên Mehmet Atli stran. Mehmet Atli herweha li Tirkiye, Bakur û Ewropayê jî bi vê sedemê, konser li dar xistin.
Hunergeha Welat- Stranên Keziya Sor
Hunergeha Welat bi stranên xwe di van salên dawiyê de mohra xwe li binê muzîka Kurdî dixin. Wan di sala 2024an de albûma “Stranên Keziya Sor” derxist. Ev albûm ji bo dîroka têkoşîna tevgera jinên kurd hatiye amadekirin ku bi taybet strana wan a bi navê “Jin Jiyan Azadî” di tevahiya salê de bû strana herî zêde behsa wê hate kirin. Li ser torên medyaya civakî bi dîmenên gelek çalakiyan hate bikaranîn.
Yunus Dişkaya
Di muzîka kurdî de hin nav hene ku karên gelekî xweş û balkêş dikin lê ji ber ne zêde li ber çavan e, ev karên wan bi tenê li derdorekê tên zanîn. Ev dibe ku tercîha wan hunermendan be. Yek ji wan Yunus Dişkaya ye. Dişkaya bi salan karên gelekî baş dike lê mîna ku ji xwe re dike û bi dilê xwe dike, zêde ne berbelav in. Wî di sala 2023yan de hejmara yekê ya rêze-albûmeke enstrümantal derxistibû û navê wê “Guftegûy-i Men û To” danî bû. Ev albûm ji wan stranan pêk hatine ku Dişkayayî di navbera salên 2003 û 2017an de li malê tomar kirine. Hemû stran jî ceribandinên Dîşkayayî pêk hatine û ev mînak dikarin di nava muzîka cîhanî de cih bigirin. Yunus Dişkayayî herweha di dawiya salê de jî dîsa albûmeke enstrumantal derxist ku navê wê “Zeytîn” e û ji 15 stranan pêk hatiye.
Bijî
Bijî rapbêjekî kurd e. Bi soranî stranan distirê. Strana wî ya dawiyê bi navê “Zigidi” ye. Bijî muzîka kurdî, bi muzîka Hip hop, Afrobeat, Latin û ya dansê re têkel kiriye û straneke gelekî serkeftî derxistiye holê. Vîdeo klîbek jî ji bo stranê kişandiye ku klîbeke sînematîk e.
Rewşan
Yek ji wan hunermendan e ku di salên dawiyê de bi coverên xwe yên ji ber stranên gelêrî yên kurdî girtine, gelek nav da. Rewşan li gel vê taybetmendiya xwe gelek caran konseran dide û di konserên xwe de jî li ser sahneyan gelekî çalak e. Wê di albûma xwe ya nû de tiştekî nû ceribandiye û cih daye besteyan. Navê albûma wê “Hinar” e û di albûmê de 9 stran hene ku Rewşanê du ji wan bi Hakan Gurbuzî re nivîsandine û yên mayî jî bi xwe amade kirine. Di van salên dawiyê de hin rexne li Rewşanê dihate kirin ku çima bi tenê stranên gelêrî distirê. Dibe ku ev albûm bersiv be ji bo van rexneyan.
Tara Mamedova
Ew jî mîna Rewşan Çelîkerê gelek berhemdar e. Wê di sala 2024an de li gel sîngle bi navê Lîlavê çendîn stranên din jî weşandin. Mamedovayê Lîlav li gel stranbêj Velluayê derxistiye. Tê de 3 stran hene. Wê di dawiya salê de jî tevî Vedat Yildirimî stranek stra. Navê “Ez û Tu” ye ku dîsa beste ya Mamedovayê ye.
Mem Ararat
Yek ji berhemdartirîn stranbêjên van salên dawiyê ye Mem Ararat û yek ji navdartirînên salên dawiyê yên muzîka kurdî ye jî. Salê li gelek salonên mezin konseran dide û her salonên konseran lê dide, tijî dibin. Araratî di sala 2023an de albûmeke bi navê “Keskesor” derxistibû û du stran ji vê albûmê weşandibûn. Hunermendî stranên ku mane jî di sala 2024an de derxistin. Hinek stranên wî tê de hene ku beriya niha bi 20 salan gotin ji wan re nivîsandine. Di vê albûmê de jî stranên ku strane, weke gelek stranên wî bûne “hit” û li ser zimanan digerin.
Yahhya
Du sal berê bi albûma xwe ya bi navê “Dereng” nav dabû. Piştî du salan albûmek derxist ku navê wê “Bêjing” e. Taybetmendiyeke Yahhyayî heye ku ji bilî dengê wî balê dikişîne. Ew hez dike ku di stranên xwe de bi gotinan ango peyvan bilîze û ahengekê di navbera peyvan de çêbike. Ji ber wê ye jî ku stranên wî balê dikişînin.
Diljen Ronî
“Ji bîr neke” navê albûma wî ye. “Kazacok” strana yekem a vê albûmê bû ku hate weşandin. Ev stran yek ji wan stranên şoreşgerî ye ku bi navê Katyusha jî tê zanîn û sirûda karkerên Awistiryayê ye. Ronî her weha strana bi navê “Kejê” weşandiye. Çav li rê ye ku di demên pêş de stranên din ên vê albûmê ne. Ronî, ji ber helbestên Arjen Arî, Sebrî Botanî, Firat Cewerî beste çêkirine û wê di vê albûmê de cih bide van stranan. Her weha ji bo hin stranan wî bi xwe gotin nivîsandine.
Bûrhan Berken
Piştî çendîn salan Bûrhan Berkenî albûmek derxist. Albûm ji sê stranan pêk hatiye. Navê wê “Piyîz” e. Du stran yên nû ne, ya sêyem “Gulfiroş” e ku strana Berkenî ya navdartirîn e. Berkenî ev stran ji nû ve şîrove kiriye.
Mirady
Navê albûma wî “Telesî” ye. Tê de 6 stran hene. Mirady mîna stranên xwe yên din, di van stranan de jî, wî bi xwe gotin ji wan re nivîsine û muzîk ji wan re çêkirine.
Olcay Bayir
Navê albûma wê “Tu gul î.” Bayira ku heta niha navên albûmên xwe bêhtir bi tirkî datanî, di vê albûmê de navekî kurdî li albûmê kiriye. Ji xwe di naveroka albûmê de jî bandoreke xurt a kurdî heye. Bayirê 4 stranên kurdî strane ku sê jê bi kurmancî yek jî bi zazakî ango kirdkî ye..
Dilêr Kemanger
Stranbêjê soranîbêj e û muzîka kurdî bi muzîka cîhanê re têkel dike. Albûma wî ya bi navê “Kê Bedare” di sala 2024an de hatiye weşandin. Di albûmê de 7 stran hene. Kemanger bi dengê xwe jî balê dikişîne.
Mohammad Syfkhan
Mohammad Syfkhan ango Mihemed Sefxan îsal li Îrlandayê bi nav û deng bûye. Çendîn rojnameyên Ingilîzî pê re hevpeyvîn kirine ku yek ji wan The Guardian e û li çendîn festîvalan derketiye sahneyê. Ew ji Rojava ye û ji ber şer, koçber bûye. Wî albûmek bi navê “I Am Kurdish” (Ez Kurd im) derxistiye û strana bi heman navî ya di vê albûmê de bi nav û deng bûye. Di albûmê de 8 stran hene ku beşek ji wan bi kurdî ne. Ew bêhtir stranên dawetan lê dide ku piştî çûye Îrlandayê, bi muzîka elektronîk a cîhanî re ev muzîk têkel kiriye. Hinek stranên wî enstrumantal in.
Hanî Muctehidî
Stranbêja Kurd Hanî Muctehidî nûtirîn strana xwe ya bi navê “Newroz” li ser kanala xwe ya “Youtube” belav kir. Stran ji ber helbesta Şêrko Bêkas hatiye çêkirin.
Donya Kamali
Stranên gelêrîn yên kurdî bêhtir distirê. Tevî Nishtiman Projectê kar kiriye. Lê di sala 2024an de tevî Enkinakî stranek çêkiriye ku di asta muzîka cîhanî de ye. Navê stranê “Shirin Da Macho” ye. Ev stran beriya 8 salan tevî Nishtiman Projectê ji bo Kobaniyê hatiye çêkirin. Lê Donya Kamaliyê ev stran bi Enikaniyî bi şêweyê muzîka elektronîk ji nû ve şîrove kiriye.
Rûşan Fîlîztek
Rûşan Fîlîztek di qada navnetewî de ji bo muzîka kurdî bide naskirin, bi şêwe û rengên muzîka cîhanî karan dike. Albûma wî ya sala 2024an bi navê Exils derketiye ku 11 stran tê de hene. Beşek ji wan stranên gelêrî yên kurdî ne ku Fîlîztekî ew bi muzîka Flamencoyê re têkil kirine. Hinek jî ceribandinên Fîlîztekî bi xwe ne.
Gulseven Medar
Bendgulî navê albûma Medarê ya nû ye. Di albûmê de 6 stran hene ku 3 ji wan bi tirkî ne û 3 jî bi kurdî ne. Medarê sê stranên gelêrî yên kurdî, bi formeke modern amade kirine û strane.
Ali Dogan Gonultaş
Di van sê çar salên dawiyê de li gelek bajarên Ewropayê konser li dar xistin. Ji ber wê jî di kada cîhanî de baş hate naskirin. Wî di sala 2024an de bi navê “Keyeyî” albûmek weşand. Di albûmê de 8 stran hene ku çar bi kurdî çar bi tirkî ne.
Roleda
Navê albûma wî ya nû “Rîtmên Peyvan” e. Di albûmê de yek jê pêşmuzîk, 6 stranên li studyoyê hatine tomarkirin û straneke zindî, li ser hev 8 stran hene. Weke stran û sîngleyên wî yên beriya niha, Roleda bi xwe hemû pêvajoya amadekarina stranan bi rê ve biriye. Wî bi xwe gotin ji stranan re nivîsandine û muzîk ji wan re çêkirine.
Dilşah Kaymaz
Stranbêjeke ciwan e di muzîka kurdî de. Wê di sala 2024an de albûma xwe ya yekem derxist. Navê albûma wê “Xewn” e. Di albûmê de 4 stran hene. 2 stran jê bi kurmancî, yek bi soranî, yek jî bi kurmanckî/dimilî ye. Ya soranî bi navê “Yaran le vergim” e û Enwer Qeredaxî gotin jê re nivîsandine û muzîk jê re çêkiriye.
Aynûr Dogan
Navê albûma nû ya Doganê “Rabe” ye. 9 stran tê de hene. 2 bi tirkî yên din bi kurdî ne. Aynûr giranî daye besteyên xwe. Bîranîn, Ez û bi Teva, Min te dît….
Nûbîan
Di muzîka kurdî de rengeke alternetîf e Nubian. Du sê salên dawiyê carê bi albûmekê derdikeve pêşberî guhdaran. Îsal jî du albûm weşandiye. Yek jê bi navê 9,81 N/Kg ye û 10 stran tê de hene. Ya din jî Ji dil bo Dil e û 5 stran tê de hene.
Selda Ozturk
Selda Öztürk endama Kardeş Türkülerê, piştî salên dirêj ên di komê de, îsal bi tena serê xwe stranek stra ku ew jî bi kurdî ye. Öztürkê strana navdar a Ciwan Hacoyî ya bi navê “Zînê” straye.
Swara
Komeke muzîkê ye ku ji alîyê muzîkjenên ciwan ve hatîye damezirandin Koma SWARAyê di sala 2022an de pêşbirka ku bi navê “Pêşbirka Muzîkê ya di navbera lîseyan de a fizyê de” bi strana Kamkaran a bi navê “Xoş e Hewreman” bûbû yekemîn. Vê komê îsal strana navdar a Temo Nasir Bedirxanî ya bi navê “Hoy Narê” ji nû ve şîrove û belav kir.
Shoresh Mahmoûdî
Stranên gelêrî yên Mukriyana Rojhilat di albûmeke bi navê “Lerzane” de berhev kirine. 12 stran di albûmê de hene.
Çend hunermendên soranîbêj
Necmeddîn Xulamî, Nazir Rezazzî û Ednan Kerîm sê navên xurt ên muzîka soraniya kurdî ne. Xulamiyî di sala 2024an de albûmeke ji 7 stranan pêk hatiye derxistiye. Navê albûma wî “Serqafleçî” ye. Xulamiyî stranên di vê albûmê de bi şêweyê muzîka jazzê strane. Lê ew bi muzîka kurdî ya gelêrî têkel kirine.
Nasir Rezzazî – Kullber
Ednan Kerîm – Baran
Serdar Canan – Behare Bilbil
Qeydûbend – Zerzevan Walts
Diyar – Welat
Mikail Aslan û Oğuz Aksaç – Na Dirbete Mi Der A
Hozan Aydin – Dewere Lawo
Heme Hacî – Dengbêjî Zinê
Murat Demir – Emer Axa
Hevraz – Asê
Cemîle Dînçer – Were malan
Neslihan Ediş – Bedewa Yerîwanê
Vengband – Zerrî vista to
Mikail’s Berlin Sessions feat Ahmet Tigril – Çîçekê
Serhat Kural – Wax
Ruken Yilmaz – Dilo Rabe Bihar e
Agit Işık – Nanoziko
Jehrmar- Serê Solan
Rûken Sî – Torevan
Kemal Yildirim – Dûr
Kawa Bahrami û Sana Barzanje – Kura Rashtala
Hasret – Hasret
Ali İnanır – Gilê Kowo
Kurte nûçe
* Youtube û Facebookê hesabên Rotindayî girtin. Rotîndayî demeke dirêj e hesabên xwe bikar dianî û hemû stran û berhemên wî li wir hatibûn weşandin. Rotîndayî girtina hesabên xwe bi gotina “Bêtehemiliya li dijî çand û muzîka kurdî” nirxand.
– Di sala 2024an de jî weke salên derbasbûyî gelek konserên hunermendên kurd hatin qedexekirin.
Rojda, Diljen Roni, Xecê, Murad Demîr, Metîn Kemal Kahraman, Sasa… Beşek ji van konseran bi biryarên şaredariyên CHPyê ve hatin qedexekirin.
– Herweha di heman salê de gelek hunermend jî ji ber stranên xwe hatin desteserkirin. Azad Bedran, Helim Omerî, endamên Koma Hevrayê hinek ji wan bûn. Dîsa hunermend Engîn Cengîz ji ber strana behsa îşkenceyên li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ya Hejmar 5ê dikir, hate desteserkirin.
* Yekem stranbêja Rojhilatê, Fetane Welîdî di sala 2024an de çû ber dilovaniya xwe. Welîdî di demekê de ku strîna jinan qedexe bû, li Rojhilatê stran strane. Di radyoyên Sine û Kirmanşahê de 56 stran strane. Ew di 71 saliya xwe de miriye.
– Endamên Koma Amed piştî 27 salan careke din hatin ba hev û dest bi konseran kirin. Konsera wan a yekem li Parîsê pêk hat.
– Trîo Sêdeng û Yalda Abbasiyê li Almanyayê xelat wergirtin. Trîo Sêdeng ji Nure Dlovani, Beate Wolff û Laia Gencê ve pêk hatiye. Komê tevî Yalda Abbasiyê çendîn konsert li dar xistin. Her weha di sala 2024an de xelata “Creole – Globale Musik aus NRW”yê wergirtin.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.