Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Akademîsyenê Kurd: Mutabakata Partiyên Muxalefetê bernameyek vala bû!

01/02/2023
Akademîsyen Abdullah Kiran

6 partiyên mixalîf ku ji CHP, ÎYÎ Partî, Partiya Saadet, Partiya Demokrat, DEVA û Partiya Pêşerojê pêk tê, bernameya xwe ya hikûmetê eşkere kirin.

Di metnê de zêdetirî 2,300 soz cîh digre lê  ji wan yek jî ne ji bo kurdan bû. 

Ev yek jî di nava Kurdan de rê li ber nîqaşan vekir.

Ji Zanîngeha Alparslana Muşê Akademîsyen  Prof. Dr, Abdullah Kiran, li ser mijarê ji Botan Timesê re dibêje, “Mutabakata partiyên muxalefetê,  tu hevî ne da min, ne jî da kurdan. Bernameyeke vala bû.”

“Kî dikare mafê kurdan bide divê HDP bi wan re tifaqê bike”

Akademîsyen Kiranî diyar dike ku di bingeha hemû meseleyên li Tirkiyeyê de pirsa Kurd heye û dibêje,  “Kesên ku di derheqê çareseriya pirsa Kurd de tu fiqreke wan tune be li ser kîjan mutabakatê li hev bikin bila bikin ji Tirkiyêyê re demokrasîyê nayne. 

Prof. Dr, Abdullah Kiran

Li gor Kiranî, li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasîyê tune ye. Astengiya li pêş demokrasiyê heye e ew jî pirsgirêka Kurd e.

Kiran dibêje, “Partiyên muxalafetê ji bo vê pirsgirêkê nebînin divê kor bin.”

Cîvîna Masaya Şeşane

“MHP jî mafê Kurdan bide..”

Mixabin Kurd ji sîyasetê fêm nakin, HDP çi bike ji xwe nekare li Tirkiyeyê bibe îktîdar. Sîstem jî û sazend jî rê nade vê yekê. Ji ber wê, kî desthilat be ango kî pirsa kurd dikare çareser bike divê em bi wan re bazariyê bikin.

Eger îro Erdogan mafê Kurdan bide divê siyaseta Kurd bi wî re jî tifaqê bike. MHP jî bibe desthilatdar divê bi em wan re rûnin li ser mafê kurdan bazariyê bikin. Ji ber ku siyaset kareke hunerî ye.

Prof. Dr, Abdullah Kiran

“Akşener pêşwaziya koroyeke kurdî qebul nake!”

Prof. Dr, Abdullah Kiranî xemsariya partiyên muxalafetê ya bo pirsgirêka Kurd rexne dike dîbêje,

Akşener koreyeke kurdî bê peşwazîya wî, wê qebûl neke. Ka wê bi wan re çawa çareseriyêke çêbibe. Ez di şuna HDPê de bim ez  ê bi AKP re li rê ya li hev kirinê bigerim. Meseleya Kurdî ne meseleyeke şexsî ye divê ji bo berjewendiya civata Kurd kar û bar bê meşandin.

Prof. Dr, Abdullah Kiran

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û