Mûçeya herî kêm li hemberî Dolarê Emerîkî dihele

Nıvîskar:
1 year berê

Nirxê Lîreyê Tirkan li hember dolar her diçe kêmtir dibe. Ji mûçeya herî kêm, di 10 rojên dawî 55 dolar kêm bûye.

Mûçeya karker û karmendan di serê salê da wekî 8 hezar û 506 lîreyan hatibû diyarkirin. Ev yek jî tekabûlê 454 Dolarên Emerîkî dikir.

Lê piştî hilbijartin bi dawî bûn, pêşî li bilindbûna Dolarê Emerikî jî nayê girtin.

Di 8 Gulanê da mûçeya herî kêm bi rêjeya dolarê emerikî 425 bû. Lê îro dolar di asteka zêde da bilind bû û derket 23yan.

Li gorî vê, ji îro pê ve mûçeyê herî kêm bi qasî 365 dolaran e.

Ev yek jî dide nîşan ku mehaneya herî kêm a karmend û karkeran ji serê salê ve 89 dolaran, di 10 rojan da jî 60 dolar helîyaye.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Mihrîcana Surfestê: Hewldana parastina çanda kurdewar

Di çarçoveya parastina mîrateya çandî û bidestxistina mafên çandî de Komeleya Çand

Altan Tan: Axaftinên Erdogan û Bahçelî yên dawîyê tenê ji bo “xelaskirina rojê” ne – Amîdahaber

Siyasetmedar Altan Tan, piştî axaftina Erdogan a li ser “gefa” Îsraîlê, holê

Azad Bedran û Helîm Omerî hatine desteserkirin – Rûdaw

Îro danê sibehê li Amedê, hunermend Azad Bedran û Helîm Omerî (Arslan)