Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan meaşê kêmane ya bo 2023 yan wekî 8 hezar û 500 TL eşkere kir.

Sendîkayên karkeran TURK-IŞ bo sala 2023an ji hikumetê 9 hezar lira dixwest. Ji ber vê tevlî civînê nebûn.

Erdogan jî di axaftina xwe diyar kir ku wan û aliyê karkeran bi vê reqamê li hev nekirine.

Li Tirkîyê rêjeya xebatkarên bi meaşê kêmane dişixulin %50 derbaz kiriye.

Li gor daneyên Konfederasyona Sendikaya Karkeran (DİSK) ê sînora xizaniyê yên malbateke ku ji 4 kesan pêk tê 13 hezar û 200 TL ye.

Beriya niha muçeya herî kêm ku bi milyonan karkeran eleqadar dike 5500 TL bû.