Serokwezîrê Herêma Kurdistanê (Iraq), Mesrûr Barzanîyî ragihandiye ku wan dest bi bernameyeka bi navê “hejmara min” kiriye.
Di destpêkê de ji bo mûçexwerên nexweşxaneyekê dê ev sîstem bê bikarînan. Paşê sîstem dê li hemî herêmê belav bibe. Li gor sîstemê mûçexwer dê bikarin mûçeyên xwe ji ATMyan bistînin.
Li gor nûçeyeka Kurdistan 24ê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanîyî gotiye:
“Hejmara Min” rêyeke parastî û şefaf û guncaw ji bo fermanberên hikûmetê û xanenişînan pêk tîne, da ku bikarin bi rêya torek ji amûrên kişandina pereyan (ATM) mûçeyên xwe werbigrin, ku zêdetirî 1000 cih li seranserê Herêma Kurdistanê berdest dibin. Ji bilî wê jî, fermanberên sektora giştî, destê wan dê bigihîje xizmetguzariyên modern ên bankayê, ji wan; kredî, şiyana paşekewtkirin, hewaleya navxwe û navdewletî, pere kişandina navdewletî û pere dayîna online û dîjîtalî.
Li Herêma Kurdistanê mûçe bi sîstemên kevin dihat belavkirin. Ji ber vê yekê rexneyên nezelalîyê û sûcdarîyên gendeliyê dihatin kirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.