Mîzahşorên Partîya DEVAyê li dora navê keça Monica Belluci kom bûn

19/12/2022

Serok û rêberên Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) li binê twîta aktrîs Monica Belluci kom bûn.

Belluci, ku stareke Îtalyan e, li ser Twitterê fotografekî bi keça xwe re tevî navê wê, Deva, weşand.

Bi vê parvekirinê re, hezkirîyên DEVAyê bi zimanekî mîzahî danasîna partîya xwe kir.

Serokê DEVAyê yê Dîyarbekir Cîhan Ulsen jî di ser navê keça Belluci re bi emojîyên ken û zaferê bal kişand ser partîyê.

Ulsen ji Belluci re got ku çawa ku piranîya wexta wê bi Deva re derbaz dibe yê wî jî fikrên wî wisa li ser DEVAyê ne.

DEVA di sala 2020an de pi pêşengîya Babacan hat avakirin. Li meclîsa Tirkîyê ya bi 600 kursî, bi tenê 1 parlamanterekî DEVAyê heye. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Ji Uruguayê heta Arjantînê çend agahîyên ser Kupaya Cîhanê

Weşana paşê

What Botan International have done in 6 months in partnership with RSF